Li Zaxo, Serhed û Amedê gerîla pergala Artêşa Tirk belav kir

Hêzên xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê dîmenên çalakiya xwe ya li dijî qereqola artêşa Tirk a li Zaxoyê ku di 7’ê Hezîranê de pêk hatibû û 20 leşker tê de hatibûn kuştin, weşandin. Hêzên xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê bi navê ‘Xweparastin’ dîmenên çalakiya xwe ya li Zaxoyê bi raya giştî re parvekir. Di wêneyan de jî tê dîtin ku qereqol di bin gulebaranê de ye û gelek avahiyên li qereqolê şewitine. Hêzên Xweparastinê 9’ê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiribû ku hêzên wan li dijî qereqola artêşa Tirk a li Zaxoyê çalakiyek li dar xistiye.

Li Serhedê gerîla deng vedide 20 esker hatin kuştin

Pêngava serketinê ya şoreşger a li Eyaleta Serhedê didome. Gerîlayan li navbera Agirî û Bazîdê hêzên dagirker kirin kontrolê. Di çalakiya 11´ê Hezîranê de gerîlayan eskerên dagirker kirin kemînê û li kamyoneke eskerî dan ku tê de 30 esker hebûn. Di çalakiyê de bi kêmanî 20 eskerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin. Hejmareke esker jî birîndar bûn.

Hêzên gerîla 9´ê Hezîranê jî li navçeya Amedê Farqînê, li dijî eskerên li ber bendava navçeyê çalakiyek kirin. Gerîlayan bi bandor li eskeran dan. 

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found