Liberxwedan jiyanê diafirîne

Piştî desteserkirina vîna gelê Kurd ya li Amed, Wan û Mêrdînê careke din gotina Emma Goldman di guhan de dizingîne. Emma Goldman anarşîst bû, li dijî pergala serdest têdikoşiya û bi rêgez û yasayên serdestan afirandî jî ne bawer bû. Lewre digot: “Eger dengdanê tiştin biguheranda, wê ew jî bihata qedexekirin.”

Niha li Amed, Wan û Mêrdînê careke din demsala liberxwedanê ye. Dibe ku bê pirsîn “Gelo kengê ew demsal qediyaye?” Ew jî rast e, liberxwedan bûye parçeyek ji jiyana gelê Kurd û kêlî an jî kurtedemên rawestînê hebin jî, her li serdem û demsalên liberxwedanê vedigere.

Em dikarin hindek jî wiha li meseleyê binêrin. Niha pergaleke ku ji aliyê serdestan ve hatiye damezirandin û em jî bê vîn û daxwaza xwe di nav de dijîn heye. Serê sibê gava em ji xew şiyar dibin, xwe di nav wê pergalê de dibînin. Piştî wê kêliyê jî ji xwe ji aş heta bajêr û ji al û palên dinê bigir heta bi henaseyên didin distînin jî di bin çavdêriya wê pergalê de ye.

Gava kes an jî komek ji wê pergalê averê be an jî li dij derkeve wê demê jî hêzên zordar û çekdar xwe berdidine qadê. Lê her dem û her gav bi wî rengî jî bi rê ve naçe. Caran rûyê tirş û mirûza bêmirês a pergalê nerm jî dibe, heta car bi car dibişîrîne û em jî dibêjin qey bi rastî jî ew pergala ku ji bo tinekirina piraniyê ango gorîkirina piraniyê ji bo hindikayiya serdestî hatiye afirandin ji bo me jî ye.

Ew pergal di rastiyê de ti car ji bo gelemperî û piraniya civakê bi kar nehatiye. Ti car yên di serayan de û yên di koxikan de nebûne xwîşk û bira û nabin jî. Ti car bi wî rengî neteweyek jî nehatiye himatê. Ji destpêka dîrokê heta niha ew pergal wisa bûye û niha jî wisa ye.

Lê rastiya mirovahiyê helbet ne tenê ev e; li dijî wê pergala serdestan a ku nûnertî û xizmeta beşeke piçûk a civakê dike, tim û tim jî liberxwedanek hebûye û heye. Ev liv, tevger û liberxwedan li her deverên cîhanê mîna bayekî geriyaye. Niha jî ev ba li welatê Kurdan e. Her çiqas destpêka vê liberxwedanê xwe bigihîne salên dirêj jî, ya ku bi rêk û pêk tê qebûlkirin liberxwedana piştî salên 80´yî destpêkirî ye, weke remz tê qebûlkirin.

Gava serdestan, helbet gava em dibêjin serdestan divêt neyê jibîrkirin ku em behsa serdestên Tirk dikin. Divê neyê jibîrkirin ku her çiqas em gelê Tirk yê kedkar û bindest jê veqetînin jî, li aliyê din rastiyeke hov a Tirkitiyê serdest dimîne. Kurd û gelên ku êdî, li ber tinebûnê ne, li dijî kê têdikoşin.

Ew pergala ku ji mirovan gur û ji guran jî mirov diafirandin, weke mînaka ‘mankurt’ an li Asyayê niha mîna zîlû ango mîna kirnî bi xwîna gelê Kurd ve zeliqiye. Dimije, dimije û dimije.

Lewra serderî û aşkirina pirsgirêkê jî ne hêsan e. Ji barbaran afirandina mirovî ne hêsan e. Ji kesên ku zarokên xwe, birayên xwe di nav qurneyên hemaman de difetisandin hêvîkirina merhemetê ne di cih de ye.

Çi digot Emîlano Zapata: “Li hemberê serdestan hûn nikarin bi vekirina şewqeya xwe merhemetê bi dest bixin, encax hûn dikarin bi çeka xwe mafên xwe bi dest bixin.”

Ew ji bo serdestên li Emerîka û Latînyayê wisa bû, nexwe ji bo serdestên Tirk tespîteke bêtir di cih de ye.

Li vir em bala xwe ji vê rastiyê nadin alî, bêguman Kurd bi vekirina destê parsekîyê û vekirina destmal û şewqeyên xwe naçin ber deriyê serdestan û ji wan rica û lavaya merhemetê nakin. Di vê têkoşînê de ku bi Mazlûman bi dirûşma “Berxwedan Jiyan e” bû manîfestoya liberxwedana çil salan û ev liberxwedan li gel hemû çewisadinên navneteweyî jî nayê şikandin, ne bi daxwaza dilovaniyê, lê bi daxwaza mafên rewa bi awayekî serbilindî têkoşiya ye.

Beriya hilbijartinên herêmî jî ev gotin ji devê gelakan dihat bihîstin: “Hilbijaritina çi?” Ew hilbijartina ku gas û meqes di destê wan de be û kengê bixwazin parlamenteran ji erka wan daxînin, biavêjine zindanan û hetîketiya nedîtî bi serê wan de bînin. Şaredaran ji kar biavêjin û waliyên xwe li şûna wan deynin. Nexwe em çima tevli wê lîstika qirêj bibin, mane tevlibûna me lîstika wan rewa dide nîşan?!” Ev gazind û giliyên ku li ber guhan diketin, bêguman rastî îfade dikirin û di cih de bûn. Lê hilbijartin ji bo danûstandina têkiliya bi gel û civakê re qadeke guncav pêktîne û eger hebe, di wîcdana cîhanê de jî birînekê vedike. Niha hemû cîhan dibîne ku çawa mafê bi qasî şîrê dayîkê rewa û helal tê binpêkirin.

Li aliyê din dirûşma: “Berxwedan jiyan e” di qada liberxwedanê de li dar e.

Em jî sedîsed dizanin ku armanca nîhayî ya vî gelê li qadan, ne bi tenê şaredarî ne. Armanca bingehîn derxistina dagirkeriyê ji ser xaka Kurdistanê ye.

Yazarın diğer yazıları