Libyayê 3 balafirên Tirkiyê hatin xistin

Artêşa Wetenî ya Libyayê doh 3 balafirên keşfê yên dewleta Tirk xistin xwarê. Buroya çapemeniyê ya artêşa Libyayê bi daxuyaniyekê bûyer piştrast kir û got: “Piştî gelek nuqteyên bajêr bi çekên asmanî bûn armanc, me hemû avahiyên firokeyên Tirkiyê yên li bajarê Misrata rûxandin. Her sê firokeyên ku hatin xistin, armanca xwe pêk neanîn û baregeha asmanî ya firokeyên dewleta Tirk jê derketin me kir hedef.” Artêşa Wetenî her wiha ragihand ku dema wesayitên leşkerî yên hikumeta Wîfaqê hewldana derbasbûna bajarê Serd ê bakurê welêt dikir, ew jî kirin armanc û lê dan. Tora Erebiye li ser zimanê nûçegihanê xwe ragihand ku balafirên artêşa Libyayê nêzî Serdê 15 wesayitên askerî yên Wîfaqê kirine hedef. Hêzên artêşa Libyayê baregeha Caferê ya asmanî ji sala 2017`an ve piştî ku komên hikumeta Wîfaqê ji xwe re kiribûn navend, serweriyê lê dikin. Ji destpêka operasyonên eskerî yên bi armanca rizgarkirina paytexta Terablusê balafirên artêşa Libyayê zêdetirî 10 firokeyên dewleta Tirk rûxandine. Her wiha hêzên artêşa Libyayê odeya sîstemkirina firokeyên li balafirgeha Matîqiyê ya navdewletî ku ya sereke rûxand û baregeha balafirên drone ya li bajarê Misratê topbaran kir. Tê zanîn ku firokeyên dewleta Tirk ji bo radestkirina hêzên Wîfaqê piştgiriyek bû.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found