Lihevkirinek bê jinan

Jinan li Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê her tim pêşengiya şoreşan kirine. Lê belê ti caran berhemên şoreşê nebûye ya wan ji ber ku hişmendiya heyî, jinan tenê ji bo armancên xwe bikar tîne û paşê daynin aliyekî. Li Başûrê Kurdistanê herî zêde mirov rastî vê rastiya tal tê. Ji eniyê şer bigire heta her cure xebatên çandî, civakî û siyasî jin tê de pêşeng bûne. Di vê rêyê de gelek bedel jî dane ku mirov dikare behsa jinên wek Leyla Qasim û Margiret bike. Her çend beşdariya wan ya di siyasetê de rastî hezar û yek berbestan hatiye lê belê bi buhaya canê xwe jî be, pê danîne ser vê şopê. 

Li Başûrê Kurdistanê li gel keda mezin a jinan, gelek biryarên siyasî û diyarker, bê jinan hatiye girtin. Jinan li pişt eniyê ked dane lê yên bûne xwedî biryar ku heta biryar li ser çarenûsa jinan jî dane, dîsa mêr bûne. Di Enfalan de herî zêde jin bûne mexdûr, rastî şîdetê hatine, lê gelek jin hene hêjî ji ber rastiya civaka heyî nikarin behsa wan kêliyên ku jiyane, bikin. Jinan tirsa bi serê wan hatî, ji tirsa rastiya kor a civakê veşartiye û binav nekiriye. Yek ji sedemên herî esasî yên kirîza siyasî li Başûr, rewşa xedar a jinane ku ti caran di navenda biryar û jiyana civakî de nebûye. Gelek caran partî lihev dicivin biryarên girîng li ser çarenûsa civakê digirin lê belê jin li derveyî wan biryaran dimînin. Wek mînak YNK û Goran ku li gor partiyên din xwe gelekî demokrat dibînin û dibêjin ku ji kevneşopiyeke sosyalîst hatine. Lê belê dema reşnivîsa lihevkirinê hat amadekirin, di naveroka wê de qet tiştekî ku behsa jinan bike nîne. Dema ku lihevkirin di civîna herî dawî de tê xwendin, hinek parlamenterên jin nerazîbûna xwe nîşan didin ku çima navê jin di lihevkirinê de derbas nebûye. Bi vî awayî di xalekî de tê gotin ku pêwîst e mafê jin û ciwan were parastin ku bikarin tevlî biryarên siyasî bibin. 

Ew çend madeyek kurt ew jî piştî ku nerazîbûn çêbûn, di lihevkirinê de hat bicih kirin. Ev yek nîşan dide ku helwesta desthilatdariya li Başûrê Kurdistanê ji pirsgirêka jinan re vedigere hişmendiya tevgerên paşverû ku dibêjin; Bila şoreş çêbibe, mafê netewî were bidestxistin, piştre jin dikarin behsa mafê xwe bikin. Li şûna ku pirsgirêkên jinan bixin mijara xwe ya sereke û bernameya bingehîn a rêvebirina civakê, zehmet nakşînin ku navê jinan di lihevkirinekî ew çend girîng de jî derbas bikin. Jinên li Başûrê Kurdistanê li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dan lê belê ev di asteke gelekî lawaz de bû. Gelek rêxistinên jinan hêj haya wan ji naveroka lihevkirinê nîne. Yan jî ji bo wan ewqas girîng nîne ku navê jin derbas bibe yan na. Jixwe ev rêbazeke şaş a hinek partiyên Başûre ku her tim di bin navê pirsgirêka netewî de, pirsgirêkên jinan didin aliyekî û di encam de pirsgirêka netewî jî çareser nakin. Ji bo ku jin bikarin wek parçeyên din ên Kurdistanê rola pêşeng di rêvebirina civakê de bilîzin, divê di serî de xwe ji çarçoveyên ku hizba tê de ye, xêz kiriye, derbikeve. Di vê mijarê de hewldanên rêxistinên jinan kêm e. Wek nimûne dibêjin ku; em pergala li Rojava û Bakurê Kurdistanê dipejirînin lê ji bo civaka me zû ye! Di rewşekî ku partiyên heyî naxwazin pergala li Rojava li vir bicih bibe û mixabin jin li pey vê yekê diçin. Başûrê Kurdistanê jî wek parçeyên din xwedî ezmûna têkoşînê ye, wê gelekî zû pergalek wek Hevserokatiyê qebûl bike. Şoreş li benda sibê û dusibê namîne, ger şoreş emir dike, divê çêbibe û dereng jî nemîne. Şoreş ew şoreşe ku di kêliya xwe de çêbe, mirov di kêliya xwe de bi demokrasiyê bawer bikin û pêre pêş bikevin. 

Heta hewldanek nebe, gavek neyê avêtin, li benda partiyan mayîn, ji bo jinên Başûr di cihê xwe de sekinandine. Bi bendeweriya ji hinek partiyan ku xêra xwe jinan bifikirin, şoreşa jinan pêk nayê. Lihevkirina bê beşdariya jinan jî serkeftî nabe, me jinan niha ve ev gotin gotibe! 

Yazarın diğer yazıları