Lîstika stratejî û psîkolojiyê Hingulîsk

Çalakî û lîstikên Kurdan ji yên zarokan heta bi şevbiwêrk û civatên odeyên mezinên gundan, mîna rêûremekê çandeke feylezofî, perwerde û hîndekariya xwezayî ji bo gihiştin, bihêzbûn, li ser linga mayin, ji heqîxwederketin û hevnaskirinê stratejîk bûn. Di temenê biçûk de lîstik bêhtir ji bo xwurtkirina hêza fizîkî bûn, her temen mezin dibû lîstik ji bo têgihiştin, hûrkolan, naskirin û bi detayên biçûk xwegihandina encamê bûn. 

Demsala zivistanê civat û şevbiwêrkên bi taybetî li gundan pêk dihatin, gelekî balkêş bûn û di hundirê wan de ji hemû beşên wêjeya devkî ya Kurdî, çand, huner û kevneşopiyan mînak û dane hebûn. 

Yek jî çalakiyên balkêş a demên zivistanan li gundên Kurdistanê (bi taybetî herêma Mêrdînê) lîstika hungilîsk (gustîlk) bû. Mixabin ev lîstik tenê li odeyên gundan ji aliyê mêran ve dihate lîstin. Lê car caran di nava malbatên hejmar zêde de jin-mêr hemû ferd jî beşdar dibûn. 

Mirovên li odeyê nîvî nîvî dibûn du tîm, li pêşberî hev dibûn rêz. Her tîmek xwedî lîderekî bû, lê belê mafê biryarê, yanî înîsiyatîf a her endamê komê jî hebû. 

Ji komê kesekî hungulîsk di nava destê xwe de yek bi yek li hevalên xwe digerand û di xiste destê kesekî. 

‘Bi sobê’ an pîrozweriya agir

Pêwist bû aliyê din tê derxe, ka hungilîsk li gel kîjan kesî ye. Li gorî qaîdeya lîstikê, gotina lê ya ji bo dîtina hunguliskê, sond a "bi sobê" bû. Ji sobê jî bêguman mebest agir bû. Agir jî di çand û dîroka Kurdan de pîroz e. Muhtemelen di dîrokê de dema Kurd agirperest bûn bi vê lîstikê dileyistin û sonda wan mîna emrekî îlahî bû.

Du rêbazên derxistina hungilîskê hebûn, yek jê ‘Pûçkirin" ya din yekser hedefgirtina kesê gumanbar bû ku hingulîsk pêre ye. 

Bi şêwazê pûçkirinê, yek bi yek mirov ji nava potansiyela kesê hungulîsk bi wan re ye, dihatin derxistin, yanî çember teng dikirin û bi afirandina heyecanê dihiştin kesê hungulîsk pêre ye, reng bide û wisa jî tê derdixistin. 

Hostayiya yê hungulîsk belav dikir, girîng bû, lê hostayiya yê dijber ku di rû û tevgera mirovan re psîkolojiya wan analîz bike û kesê hungulîsk di destê wî de derxe, girîngtir bû. Tevî lîderê tîmê, ji komê herkes xwedî mafê gotinê bû û heger ji devê wan, "bi sobê" gotinek derket, ew gotina wan lê bû. 

Car caran jî mirovan ji bo xapandina dijberê xwe li dewsa ‘sobê’ hin gotinên ji aliyê deng yan jî maneyê ve mîna wê (wek, bi şorbê, bi maşikê) bikar dianîn û dijberê xwe têk dibirin. 

Şerê psîkolojîk

Her wiha her lîstikvan jî pêwist bû xwedî huner bin. Yanî diviyabû renk nedin, kela canê wan ranebe, netirsin, yan berovajî bi lîstikvaniya xwe mîna ku gelekî bi heyecanın bala tîma dijber bikişînin ser xwe û bihêlin biryar bidin ku hingulîsk li gel wî ye. Yanî ji serî heta binî lîstikeke li ser psîkolojiya mirovan, hêza xwendina derûniyê û hunera afirandina atmosfera ku dijberê xwe bîxapîne, bihêle xwe bide dest hatibû avakirin. 

Di lîstikê de berpirsiyariya herî giran a kesên hungulîsk di destê wan de bû. Şaşî, lawaziyeke biçûk, sistiya motîvasyonê û şopandina koma dijber, tevger yan mîmîkeke gelekî biçûk dikaribû bibe sedema wendakirina lîstikê. Her wiha kesê hungulîsk li gel dihate zeftkirin, mîna mirovekî bêdisîplîn, be dîrayet, kelgerm, tirsonek, xeşîm yan jî saf dihate hesibandin. Lewra hungulîsk mîna xelekeke ji agir tesîr li mirovên di destê wî de hatibû veşartin dikir. 

Gelek caran bûme şahid ku kesê lîderê tîmê, beyî kesekî ji 15-20 kesan a ekîba dijber pûç bike, yekser tevî gotina "bi sobê" navê kesê hungulîsk pê re, digot û rast jî têderdixist. 

Dîsa bûme şahid ku bi taktîka tengkirina xelekê ji 3-4 kesên mayî ji ber heyecan û giraniya hilgirtina barê hungulîskê mirovan îdare nedikir û gustîlk ji destê xwe diavêtin û xwe ji heyecana giran rizgar dikirin. Ango barê vê hungulîskê ji gustîlka Frodo ya din pirtûka Mîrê Gustîlkan de jî girantir e.

Bi xwendina psîkolojiyê çareseriya pirsgirêkan

Her herêm, heta bi her gundê Kurdistanê xwedî lîstik û şêwazên cuda yên derbaskirina şevbiwêrk û civatên têr û tijî bûn. Bi beşdarbûn, yan beşdarkirina beyî mêzekirina li statuyê ya nava lîstik û civatê bi xwe re hevnaskirin, têkilîdanîneke rast jî dianî. 

Lewra di jiyana gundewar û kurdewar a Kurdistanê de mirovan wisa hev û din nas dikir, wisa nêzî hev dibûn; heta, detay û tevgerên biçûk ên kesên pêşberî xwe wetedar dikirin û wisa dibûne alîkar, yan jî li dij îhtîmala hin kirinên xirab tedbîr digirtin. 

Beyî lêkolînên mezin werin kirin jî di gelek bûyeran de mezin, yan rûspiyên gundan failê bûyeran texmîn dikirin. Heger ji çend kesan şuphe hatibane kirin, wê demê bi hevdîtina rû bi rû tehlîl dikirin û ji bilî îstîsnayan, ji xwendina derûniyê digihiştin biryara rast. 

Dîsa di sûcbarkirin û îthamkirina hin kesan ji bo bûyerên xirab de heman rêbaz lê bû û bi bûyina kefîl, yan di ber de sondxwarinê, ev kesê bêguneh ji îftirayê bêyî ku derbê bixwe ango zirar lê bibe, rizgar dibû. 

Tevî ku em xwedî çand û rêbazên hevnaskirin, têkilîdaneke xurt a dîrokî ne jî mixabin mîna gelek civak û mirovên serdemê, em ber şek û pêla çanda postmodern ketin. Piştî salên 1980’yî bi taybetî televizyon, di serdema me de jî internet û teknolojiya smart a girêdayî wê, mirovên li kêleka hev, di malekê de heta car caran di nava cihekî razanê de bi hezaran kîlometreyî ji hev dûr xistine. 

Yazarın diğer yazıları