Lîstikên siyaseta Başûrj i Moskovê heta Bexdayê

Encûmeniya Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh diviyabû têkildarî çûna Moskovê ya Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî de biciviya, lê belê heta kêliya amadekirina nûçeya me, der barê mijarê de daxuiyanî nehat dayîn.

Sekreterê Encûmeniya Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm di malpera xwe ya fermî facebookê de got, “Dê di civînê taybet li ser rapora encamên hevdîtina şandeya bilnd ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Rûsyayê

û beşdariya navenda aboriya navnetewî St. Petersburgê nirxandin werin kirin. Her wiha dê li ser lihevkirina petrolê ya di navbera Hiklûmeta Herêma Kurdistanê û şirketa Rusneftê ya Rûsyayê de hatî îmzekirin jî daxuyaniyek were dayîn.”

Serdana Nêçîrvan Barzanî û ya Mesrûr Barzanî

Barzaniyekî  berê  xwe da Moskovê ji bo mohrkirina peymana firotina petrolê bi şirketa serokdewletê Rûsyayê Rosneftê re, yekî din jî hema piştî wî berê xwe da Bexdayê. Dema Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Moskovê ji bo hevdîtinên dualî û mohrkirina peymana navbirî, ti kitekitên peymanê bi raya giştî re nehat parvekirin. Ango xelkê Başûrê Kurdistanê wê nizanibe, ka petrola erdên wan di berdêla çi de tê firotin, ka xêrûbêra wê û zerar û ziyana wê li wan wê çi be. Çawa ku hîna jî peymana firotina petrola Başûr ber bi Tirkiyeyê ve veşartî ye.

Bi her halî heam piştî vê serdanê, pêr kurê Mesûd Barzanî li Bexdayê bû û bi serokwezîrê Iraqê El-Ebadî re rûnişt. Muhtemelen jê re gotiye, gotara serxwebûnê, gotareke naxweyî ya Kurdistanê ye û pêkhatina wê ji rastiyên siyasî yên PDK´ê ye ku pêk bîne. Lê hin çavdêrên siyasî jî, vê yekê di çarçoveya dubendiya siyasî ya di nava PDK´ê de dinirxînin ku Mesrûr Barzanî bi vê gava xwe dixwaze li dijî Nêçîrvan Barzanî hevsarê siyaseta Başûr ji destê xwe bernede. Ji rojnamevan û çavdêrên siyasî Kemal Çomanî bi xwe, ev serdana vê dawiyê ya Bexdayê ya Mesrûr Barzanî bi van gotinan nirxand: “(Mesrûr) Barzanî û El-Ebadî bi awayekî surprîz bi hev re rûniştin, meraq dikim ka gelo behsa referandûm û serxwebûnê hat kirin yan na. Wisa diyar e ku referandûm tenê karteke siyasî ye û ne ji wê û wêde ye.” 

Civînên Mesûd Barzanî

Li aliyê din Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî da zanîn ku ew ê îro bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re bicive. Herçî Tevgera Gorran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê ne, wan doh bersiv da Barzanî û ragihand ku ew ê beşdarî civînê nebin.

Berdevkê Tevgera Gorran, Şoreş Hacî ji RojNewsê re ragihand ku ew ê beşdarî civîna Barzanî nebin û wiha peyivî; “Weke Tevgera Gorran, heyta parleman aktîf nebe û rewşa jiyana xelkê baş nebe, pêwîstî bi ti civînan nabînin.” 

 HEWLÊR / BEXDA

Yazarın diğer yazıları

    None Found