Loma jî hevalno qewet be

Bi bûyina roja kedkaran a li seranserî dunyayê û 121 salvegera rojnamevaniya Kurdî ez bi rêz û hurmet wan hemû rojnamevanên Kurd bi bîr tînim ên ku jiyana xwe di ber bipêşketina rojnamevaniya Kurdî  û azadkirina gelê Kurd de dane û kirine ku îro tor û tevna medya Kurdî li her devera dinyayê belav bibe.

Dîsa ji roja pêşî û heta niha ew hemû rojnamevanên gazî, yên hatine girtin û niha jî di zindanan de ne, di dîroka rojnamevaniya kurdî de xwedî kedeke mezin û binirx in. Bi taybetî rojnamvaniya Kurdî li Bakurê Kurdistanê di salên 1990`î de berdêlên gelek giran dan. Di wan salan de rojnamevan û belavkarên rojnameyê ruhê wan li ser destên wan, pêyek di gorê de û pêyek li kar, derbas dikirin.

Piştî vê bibîranîna mafdar ez dixwazim li ser rola medya ya li ser desthilatdaran û girseyên gel rawestim. Medya tevî hemû beşên xwe li ser çêkirina polîtîkayên siyasî, çandî, civakî û aborî xwedî bandoreke mezin û bi tesîr e. Loma jî desthilatdar dixwazin medya di bin kontrola wan de bin. Tenê biqasî ku ew destûrê didin, medya wan dikare rastiyan bibêje û belav bike. Lê danîna çarçoveyeke bi vî rengî ji bo rojnamevan û xwediyên medyayê, di esasê xwe de li dijî hebûna medyayê bixwe ye. Loma jî, ji bilî rojnamevan û xwediyên saziyên medyayê yên ku navika xwe bi lûleyên polayî bi desthilatdarên welatan ve girêdane û saleqet ji gotina wan dernakevin; hemû rojnamevan û xwediyên medyayê yên birûmet û girêdayî rastiyan in; dibin hedefa desthilatdaran û berdêlên giran didin.

Ji roja ku medya wek hêzeke bi tesîr di navbera gel û desthilatdaran de peyde bûye û heta niha jî, têkoşîneke dijwar di navbera desthilatdaran û rojnamevanên xwedî etîka rojnamevaniyê de bi dijwarî dewam dike. Rojnamevan bi dewamî hewl didin; şaşî, neheqî, dizî, berjewendîparêzî û hemû neheqiyên din ên ku bi navê desthilatdariyê li gel û bindestan dibin, eşkere bikin û van komên tadelêbûyî hişyar bikin. Dema rojnamevan karên xwe yên esasî dikin, ew û ev komên parazît û zordar têne hemberî hev û din. Rojnamevan bi çêkirina nûçeyên xwe bi qirika wan digirin û nahêlin ew mafê gel daqurtinin. Ew jî bi rêbazên curbecur ên fişarî bersivên dijwar didin rojnamevanan.

Hem li welatên bipêşketî û hem jî li welatên bişûnvemayî zext li ser rojnamevanan û xwedîweşanan tê kirin. Hemû desthilatdar dixwazin rojnamevan bi başî qala wan bikin, nûçeyên alîgiriyê li ser karên wan çêbikin, wan di nava raya giştî de şûştî veşûştî pîr û pak nîşan bidin. Dema rojnamevan ne li gorî dil û ne jî stûyên xwe li ber fermanên fermandarên dewlatan ditewînin, lê berevajî, ew dixwazin li gorî etîka rojnamevaniyê tevbigerin, vê carê jî her welat li gorî terbiya xwe ya demokratîk diranên xwe, heta mirov dikare ji bo welatên paşvemayî û dîktatoran bêje ku ew qîlên xwe li rojnamevanan diqiriçînin. Berdêlên giran ên di rêya demokrasiyeke rasteqîn de bi rojnamevanan didin dayin.

Li welatên bipêşketî, hêzên desthilatdar serê xwe bi nûçegihanan naêşînin, ji bo nûçeyek li dijî wan çêkirine ew hema yekser, bi lez û bez bi berstûka wan nagirin û wan di şevtariyan de çavlixew naavêjin zindanan û bi tewanên lihevanî bi salan wan di zindanan de nagirin. Ji bo van hêzan, rojnamevanên lêkolîner armanc in. Ango yên ku têkiliyên gelekî kûr û berfireh ên birêvebirina dewletan, maldarên xwedî şîrketên mezin, bertîlxwariya karmendên dewletê û wekî din eşkere dikin, dibin pirsgirêk. Birêvebirên dewletan jî, hewl didin bi rê û rêbazên cuda van rojnamevanên şûm kontrol û bêdeng bikin. Dikin nakin ew tiştekî din e, lê li welatên bipêşketî rêya bêdengkirina rojnamevan û xwedîweşanan hinekî jî ev e.

Heger em careke din vegerin serê gotarê û li rewşa rojnamevaniya Kurdî binêrin, em bibînin ku ji roja pêşî ku yekemîn rojmaneya Kurdî hatiye avakirin û heta niha jî, zext, zordarî, zehmetî û bêderfetî, fedakariyên rojnamevaniya Kurdî her berdewam in.

Bêguman rojnamevaniya Kurdî wek şûrekî sincirî yê dualî ye. Aliyek wê rojnamvanî û etîka wê ye û aliyê wê yê din jî ew e ku ew medyaya welatekî bindest, ya zimanekî qedexekirî, ji derfetên çavkaniyên bipêşketinê yên xwemalî mehrûmhiştî ye. Loma jî hem zextên li ser endamên medya Kurdî ji ya rojnamevanên din girantir in û hem jî, karê ew dikin, ji yên rojnamevanên din bi rûmettir e. Loma jî hevalno qewet be!

Yazarın diğer yazıları