Lorîk û mirin di zikhev de

Luqman GULDIVÊ

Lorandin, gotina lorîkan belkî jî di nava wêjeyê de ew tişt û ew cûreyê wêjeyî ye ku di navaxwe de gerîneke nakokiyan dihewîne. Ev nakokiya li deverekê bi ser hev de dewisandî çima di cûreyekî de dide der ku aktorê wê yê kirde, ango performera wê jin e. Û ya rastî li Rojhilata Navîn li cem Ermeniyan jî em pêrgî heman cûreyî bi heman form, nakokiyan tên. Lorandina ji bo zarokan, lorîkên ji bo zarokan, belkî li cem gelek miletan ji bo bi xew ve birina pitikan hatibinsêwirandin, hin qismên wan jî dibe ku dîdaktîk bin. Lê yên Kurdan ev aliyên wan ne li pêş in. Metel, mamik û stranên zarokan û awazên lîstikan bi van funksiyonên dîdaktîk ji bo zarokan radibin, lê ne lorîk.

Lorîk di çarçoveya ji rêûresmê de, di peywenda elimandî ya civaka Kurd a heta beriya 30 salan de jî derfeta dayikan, wan jinên ku ji nava mala xwe ya dêûbavê derketî û li maleke xerîb bûyî bûka xwesû û xwezûrekî, bûyî jina mêrekî xerîb xweîfadekirineke neastengkirî ye. Di heman demê de ew kêlî û mekanê wê kêliyê ye ku di nava wê mala xerîb de ji yekane yan jî kêm endamên mala xwe re bilorîne; ji dilê xwe ji zaroka xwe re kul, keder û derdê xerîbiyê bibêje. Ev derfet, li wê kêliyê û li wî mekanî, ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin û ji bo dayikê pîroz e; maneya vê jî ew e ku dest pê nabe. Ango yek ji cûreyên wêjeya devkî yên gelekî taybet e. Anîna zarokekê ango destpêka jiyanekê û mirin ewqasî di nav hev de û li ser hev tên dewisandin ku dikevin zikhev de.

Ev qutbûna ji mala xwe, û yekane hisa malê ya li nava xerîban jî zarok, ji bo dayikê derfeteke yekane ya xweîfadekirinê diafirîne. Lê ev xweîfadekirin ne azadiyeke ku ji peywenda heyî ya dayik û zarokê derkeve. Ew her li wir e û tenê li wir, di wê peywendê de destûrdayî ye. Ji ber wê jî dikare bibe nuqteyek ku tê de nakokî dewisandî ne bi ser hev de. Ango bi xew ve birina zarokekê ku bi awazên nerm û melodiyên ji mêj ve lê aliyana zavên bitikan li xewê germ bikin, bi naverokek ecêb re tên cem hev.

Dema li vir ez behsa naveroka ecêb dikim, helbet ev ecêb bûn ji ber peywenda dayik zarokê ye; lê heger em paşxana cihê jinê û dayikê di nava civaka Kurd de li ber çavan bigirin, hingê di rastiyê de ewqasî jî ecêb nîne. Lê em pêşî berê xwe bidin ecêbbûnê: Dayik ji bo ku zaroka xwe bi xew ve bibe, naveroka firqet, qutbûna ji malbavê, mirinê û zilmê di nava awaza xwe ya nerm û xemgîniyeke nerm lê barkirî de bi kar tîne. Heta ewqasî ku mirin û xew weke hevmane tên bikaranîn. Ev hevmanekirina mirin û xew, radeya wê xema qutbûna ji “malê” îfade dike; û zarok jî ji bo gotina gazinc û loman weke guhdarê ji wê “malê” tê qebûlkirin.

Ji vir û wêde, ji bo lorîkan jidestdana birayekî, bav yan jî felaketeke mezin jî dikare bê tercîhkirin ku bi heman rengî xema mezin a mirinê û xewê yek mane dike. Ji ber wê jî mirov dikare bi Kirmanckî bibihîse ku ji bo zarokê li ser xwişk yan jî birayekî ji destdayî bê nihurandin:

Herê biray way kiz, way mi koti bi de destano, way

Wax mi hendik nêeskenî derdî niyatî ma kerdi virar tiyaro, ax

Yan jî bi Kurmancî mirov bibihîse ku li ser zewace ne bi dilê kesa zewicî bê nihurandin:

Zewac bêderem tarî û hem zilmato

Ez bi goriyo qurban, berxo

Tu bi şev hatî min tu nas nekir

Tu rahatî, poz pê nekir

Ev herdu mînakên li jor ji Çewlîgê ne û mînakên bi heman rengî li seranserê Kurdistanê hene. Mirov dikare vê nakokiya di vê kêlî û peywenda diyar de weke encama bikaranîna azadiya wê kêliyê û wê peywendê binirxîne ku ji kîm derfetan e ku jineke ji maleke xerîb li nava wê mala xerîb karibe xwe îfade bike.

Yazarın diğer yazıları