Ma dîrok çend bare dibe?

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Ez ê vê hefteyê jî çend rûpelên dîrokê birûberînim. Lewre rastiya me ya jibîrkirina dîroka xwe di vir de veșartiye. Min hefteya bihurî gotibû, “têgihîștina me ya dîrokî șaș e!” Ji ber wê jî gelek rûdanên dîroka me wekî qopyayên hev bin, hev çendbare dikin. Yan jî dagirkerên welatê me ji ber vî aliyê me yê qels û jibîrkirina bîra dîrokê, bi konetî bi kar tînin. Divê em vê rastiyê hûr û kûr bikolin û bigihîjin çareyekê ku dijmin vê melûliya me bi kar neyne. Hetanî em vê birîna xwe derman nekin jî, wê serketin dijwar be.

Dema em diçin salên 1512-15, dibînin ku di cihanê de du hêzên herî sereke li ser singa welatê me di nava șerê dabeșkirina welatê me de ne. Ne tenê șerê hevdu dikin, di nava șerê parçekirina gelê Kurd û li dij hev derxistina wî de ne. Yavûzê Osmanî hewl dide, eșîr û mirîtiyên sûnî di bin banekî de bi xwe ve girê de û li dij serkariya Șah Îsmaîl Sefewî yê Îranî bi kar bîne, Șah Îsmaîl jî bi heman awayî hewl dide ku eșîr û mîrîtiyên nêzî șîîtiyê bi xwe ve girêde û li dij Osmaniyan  têke nava tevgerê. Mixabin ku rêveberên Kurd ên wê demê yên wekî Îdrisî Bedlîsî dibin gasikên vê lîstika dagirkeran û dagirker jî, bê bertekekê komkujiyan pêk tînin.

Wê demê Rûsyaya Ortodoks û Ewrûpiyên Katolîk bi hezên xwe ve ne di wê astê de ne ku li ser van herdu hêzên dagirker bilîzin û bikanin wan ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Bes li benda bihevketin, bi wê șerî re melûlbûna wan bûn.

Em li îro dinihêrin, ne sedîsed wekî hev jî be, rengekî wê demjiyana dîrokê îro jî, wekî karesetekê li pêș gelê me bûye kelem. Îro hê ew hișmendiya Osmaniyan li ser kar e. Her wisa li Îranê jî ew baweriya șîîtî ya Sefewiyan serdest e. Armanc, bîrdozî û hewldanên herdu hêzan jî neguheriye, her wekî berê ne. Serkariya Erdoganê bi bîrdoza Osmaniyên nû, wekî wê demê hin peyman bi rêvebiriya Hewlêra sûnî re îmza kiriye û ew bi mirinî bi xwe ve girêdaye. Ayetullahên Îranê jî bi serkariya Suleymaniyê re heman têkilî bi pêș xistiye. Hewl didin ku bi rêya wan hevkarên xwe di nava Kurdan de parçebûnê, kûr bikin, yekitî û berxwedana gelê Kurd bișikînin. Bi wî awayî dagirkeriya xwe bidomînin. Di rastiyê de ti cudahî di navbera Salên 1512 û îro de tine.  Bi gotineke kurt û Kurmancî mixabin ku dîrok dubare dibe.

Hêzên derve, yan jî hêzên cihanî yên wek DYE, Rûsya û Yekitiya Ewrûpa jî, vê rastiya dîrokî ya xweșbîriya Kurdan hûrkolane, hewldidin ku vê șaș têgihîștina dîrokê ya Kurdan û xweșbîriya wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Wan jî hin kes wek qelemșûrên xwe di medyayê de xistine nava tevgerê.

Tișta sosret ew e ku gelek derdorên Bakur yên pêșbirka rewșenbîrî û xwebaqiliyê nadin kesî, Îdrîsê Bedlîsî rakirine pîleya lehengî û pêșengiyê, hewl didin Alayên Hemîdiye jî bi rengekî welatparêzî derxin pêș, daku bikanin bi alîkariya wê, vê hevkariya Hewlêrê ya bi Enqerê re rewa nîșan bidin û teoriya wê têkiliya șaș, wek baqiliyekê pêșkêș bikin. Ango naxwazin vê dubarebûna bîra dîrokî ya reștarî bibînin, yan jî ji bo çar qurișan bûnin diranekî vê çerxa bêbext, bi bangașiya xwe ya bêyom, karê dagirker û hevkarên wan ên li ser sînga welêt hêsantir dikin. A koraniya bîra dîrokê di rastiya vê mijarê de xwe bi zelalî dide der. Bi hêviya em bikanin bi hișmendiyeke zelal li ser van rastiyan bifikirin. Hêvî dikim 15 Tebaxê bibe wesîla rasti ditinê. Ev roja vejînê li gele me pîroz be.

Yazarın diğer yazıları