Ma em hê jî ji Erdogan çi dixwazin!?

Em çi ji Erdoxan dixwazin êdî? Ma hê jî tişkî ku em bi navê kurdayetî, demokrasî, wekhevî û dadî bixwazin maye gelo? Ma heta niha me çi xwestiye wî û partiya wî bi zêdehî nedane me! Xwedê ji me razî, em jî carinan gelek nankor in!! Heta bi wê radeyê em çavbirçitiyan dikin ku em hemû başî û qenciyên bi me têne kirin jî naşikirînin. Ma wilo bi me re dibe!?

Ka em wan hemû mafên ku heta niha Erdoxan û partiya xwe bi xêrka xwe dane me li vir ji bo haziran mîna gûzên beniyan yek bi yek bi darve bikin û li pey hev rêz bikin; bila camêr û canikên rojavayî ku qaşo û xwedêgiravê ji xwe re dibêjin em jî demokrat in; wekheviya olî, cinsî û nijadî diparêzên bibihizîn û behetmayî bimînin.

Di çarçoveya neteweya demokratîk de parlementoya me li Amedê bi nûneriyeke adil a ji hemû pêkhatiyên olî û nijadî sazbûye û mîna seatê jî dixebite. Di vê parlementoyê de zimanên hemû nijadên cuda tê bikar anîn? Mûçeyên parlementer û hemû karmendan têne dayin; bi pereyên ku bi wêneyên Ehmedî Xanî, Feqiyê Teyran û sembolên kurdî û herêmî xemilî ne. Hê jî heye; ma em bi pasaportên xwe yên bi kurdî li hemû dunyayê bi serbilindî nagerin!? Ma polîs û karmendên li welatê me hemûçik bi kurdî eyneq wek ku bi tirkî dizanin naxavin…

Ya herî girîng jî serokpartî, parlementer, şaredar, çayçiyên sazî û partiyên me kurdan, dayikên me yên aştîxwaz, şagirtin li her cure dibistanan xwendekar in û hejmarek zêde yên bêkarên kurd ji bitrî, kêf û aciziyê jixwe re çûne zindanan!?  Gelekên wan bi xêra ku rejîma Erdoxan ew li zindan-otelan kirine mêvan bûne nivîskar, wênesaz, şanoger û tembûrvan ûûû û hey û!…

Îca dema hemû ew bijarteyên civata siyasî û çandî ya kurd û mixalefeta tirkiyayê di nava çardîwaran de pişta xwe dabin balgiyên ji perîkên çûkan dagirtî û şevbihêrkên çandî û hunerî li darbixin, ma ew ê rojnamevan li derve bimînin? Ma sebra wan bê civateke wisa xweş û rengîn tê? Loma jî bi dehan ji rojnamevan û rewşenbîrên turk û kurd ji bo xwe têxin zindanan ketin dorê. Ha hinek ji wan jî, qîma xwe bi zindanan neanîn derketine derve. Bi dilekî xweş û nereş dev ji kar, kariyer û zarokên xwe berdan û çûn. Ew niha li Ewropayê li devê deriyên daîreyên alîkariyê ya bi nanûzikê têra xwe sosyal bûne. Ma yek ji armanca wan alim û akademisyenan a herî mezin jî ne ew bû ku civatî bibin! Kê ev derfet da wan? Bêguman Erdogan!

Ha wextî min qenciya wî ya herî mezin ku wî bi wan Qayyumên xwe ango wan nanxwarên xwe yên cilqetên bi kurdan kir ji bîra bikira. Ma heger wan qayyuman bi tonan findiq û fisteq nexwarana, zikên xizmên xwe bi derfetên şaredariyên kurdan mîna qirniyan nekirina heban, û şaredarî deyndarê dewletê nekirina, wê dewletê di ber deynên Kayyuman de av qut nekira û wê niha ava çem û kaniyên me vala vala biherikiyana û bêguman ev jî wê ji bo ekolojîk û jîngehka welatê me nebaş ba. Lê niha tenê ji bo ku milet destnimêja xwe bigire av tê. Bêguman ev jî bes e û zêde ye jî.

Piştî ku em kurd di dewra Erdoxan de li ber lehiya bicoş û BOŞ a maf û azadiyan çên û di navê de heta biqirikê noqbûn û pêyên me di çiravê de asê bûn, ma ew ê hema çend peşkik li Asurî û Ermeniyan jî nekeve? Ew ê jî, ji dad û heqiya vê partiyê sûdmend nebin qey?

Îro ji Derya Reş warê Rûman bigire heta di ya Spî re vegere olana dengê naqosan guh li şêniyan kiriye pêpîk. Di dema ku rojên îniyan xutba misilmanan nagere de rêw û rêwanî di kilîseyan de namînin. Ma ka li Ewrupa ewqas mesîhî diçin dêran!? Bala xwe bidenê ji ber ku hejmara keçên turk-misilman ewqas li turkiyeyê kêm bûne û ji bo ku koka wan neqele û ew wek nimûneya jinên turk-misilman bêne parastin; Erdoxan ji Japonyayê (ji welatê mesîhiyan) modela perwerdê ya piştperdekirina jinan anî Turkiye.

Ma ev mesîhî hê dawa çi dikin. Me hamû salveger û salnevegerên komkujiya wan bi fermî nehatiye qebûlkirin? Ma ew ê ji wilo û pêde Erdoxan çi bike ji me kurdan û mesîhiyan re? Ma em rabin tiştê ku ji bo kurdên Êzîdî bi destê maşikên wî yên bi navê Dehiş-fehş hatine kirine jî rêz bikin, ez dibêjim na.

Piştî ewqas başiyan jî, hinekan çavên xwe berdane vê Serayka wî ya pîsik, wê piçka derfetan a ku ji bo malbata xwe çêkiriye; ya herî nebaş jî, ew e ku hinek din jî dixwazin şirîkan jê re çêbikin; dewlet û partiyê jê bistînin. Di dawiyê de jî, berê wî bidin dadgeh û zindanan…    

Yazarın diğer yazıları