Ma ne şerm e xiyanet! 

3  Murrison: Em ê li ber muhendisiya civakî, qirkirina etnîk û guhertina demografiyê rabin. Hem weke prensîp û hem jî di pratîkê de ev ê bibe felaket. Ji bo ku ev nebe çi ji destê me bê, em ê bikin. Ew ên ku bi me re mil bi mil şer kirî, em ê wan bi tenê nehêlin.

Hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û gefên ji bo qirrkirina Kurdan, li nava siyaseta Ingilîstanê û li herdu baskên Parlemana Meliktiya Yekbûyî bû sedema nerazîbûnên hişk. Li Mala Xelkê (baskê jêr ê parlamenê) û li Mala Lordan (baskê jor ê parlemanê) jî di heman demê de li ser mijarê civîn hatin lidarxistin û rûniştina li ser mijarê bi saetan dewam kir. Di van minaqeşeyan de banga rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk hat kirin. Parlamenterên ji hemû partiyan hewldana dagirkeriyê şermezar kirin, rexne li vekişîna Emerîkayê girtin û banga bi lezgavavêtinê li hikûmetê kirin.   

Di navê de parlamenterên hikûmeta heyî yên Partiya Muhafezekar, yên muxalefeta sereke Partiya Karker, yên Plaid Cymru, yên Partiya Lîberal Demokrat, yên Partiya Neteweyî ya Skoçyayê û yên serbixwe, hemûyan bi hev re got, xiyanet li Kurdan hatiye kirin, û bêdengmayîna beramberî vê jî sedema şermê ye.

Di rûniştina li Mala Lordan de li ser navê hikûmetê Wezîrê Dewletê Lord Ahmad bersiv da pirsan, li Mala Xelkê wezîrê dewletê yê ji Geşedana Navneteweyî berpirsiyar Andrew Murrison bersiv da pirsan.

Di rûniştina li parlamenê de Andrew Murrison, îdîa kir ku Hikûmeta Meliktiya Yekbûyî xiyanet li Kurdan nekiriye û hîna bi QSD´ê re kar dikin. Wî her wiha îdîa kir ku dewleta Tirk mutefîkekî baş e, lê ew êrişeke eskerî erê nakin û heger bibe, ew ê li ber vê rabin: ‘‘Operasyoneke eskerî ya Tirkiyeyê wê bala QSD´ê bikişîne devereke din. Rewşeke wisa wê ewlekariya welatê me jî bixe tehlûkeyê. Em bi ti awayî destekê nadinê. Em ê li ber muhendisiya civakî, qirkirina etnîk û guhertina demografiyê rabin. Hem weke prensîp û hem jî di pratîkê de ev ê bibe felaket. Ji bo ku ev nebe çi ji destê me bê, em ê bikin. Ew ên ku bi me re mil bi mil şer kirî, em ê wan bi tenê nehêlin.’’

Operasyona Tirkiyeyê qedexe bikin

Di heman rûniştinê de ji Partiya Karker Emily Thronbery 11 hezar şehîdên Kurdan bi bîr xistin û got, destûrdayîna dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê devberdana ji Kurdan e, lê di heman demê de xiyaneta li berdêlên Kurdan dayî ye jî. Wî di dewamê de jî got, “Gelê Kurd li Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ´ê şerê herî dijwar bi rê ve bir. Biryara vekişînê ya Trump ne tenê devberdana ji Kurdan e, lê di heman demê de xiyaneta li berdêl û keda wan e jî.

Dewleta Tirk plan dike ku li şûna Kurdan penaberan bi cih bike; divê em li ber vê qirkirina etnîk rabin. Ez bang li hikûmetê dikim da ku bi awayekî lezgîn pêşnûmayekê bide Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya Atklantîkê, û bike ku operasyona eskerî ya Tirkiyeyê bê qedexekirin.”

Ev bêbextî û xiyanet e

Ji Partiya Mhafezekar Tobies Ellwood jî got, “Tirkiye dest bi dagirkeriyê bike, QSD wê li ber xwe bide. Hingê bi hezaran DAIŞ´î wê birevin. Dinya her bêhtir tevlîhev û bi tehlûke dibe. Divê civaka navneteweyî bi hev re tevbigere.”

Ji Partiya Muhafazakar Duncan Smith jî got, “Divê ji Tirkyeyê re bi awayekî eşkere bê gotin, em ê êrişeke bi vî rengî li dijî xwe qebûl bikin.”

Julian Lewis (ji Partiya muhafezekar) di rexneyên xwe de hişktir bû: “Heger destûr dabin Tirkiyeya ku bi rejîmeke Îslamî tê birêvebirin da ku êrişî hevgirê me bike, ev bêbextî ye û ev xiyanet e. Ev eynî weke destûra Stalin sala 1944´an dayî Hitler e.”

Ji Partiya Karker Lloyd Russell Moyle jî got, “Ez bang li hikûmetê dikim ku tevahiya parvekirina îstîxbaratê bi dewleta Tirk re rawestîne.” Ji heman partiyê Kevin Brennan jî got, “Ji paş ve kêrkirina Kurdan ne tenê xeletiyeke exlaqî ye, di heman demê de stratejîk e jî. Em ê bibin hevparê sûc. Divê em dengê xwe bilindtir bikin.”

Ji Partiya Neteweyî ya Skoçyayê Peter Grant jî got, “Ev ne tenê şerê Kurdan bû, ew di heman demê de ji bo ku em nemirin, mirin. Divê em ji bo pêşîgirtina li êrişa muhtemel a Tirkiyeyê bêhtir hewl bidin.”

ji bilî van di minaqeşeyan bîhtirî du saetan de bêhtirî 10 parlamenterên din delweta Tirk bi tubndî şermezar kir û bang li hikûmeta Meliktiya Yekbûyî kir da ku bi bêhtir berpirsiyarî rabe.

Ma em hîç şerm nakin

Li Mala Lordan jî Lord Hannay di rûniştinê de peyivî û got, “Ma em ji vê rewşa derketî holê hîç şerm nakin? Di şerê li dijî DAIŞ´ê de hevparê me rastî xiyaneta hevgirê me DYE´yê hat, ma ev ji me re ne şerm e?”

Wezîrê Dewletê Lord Ahmad bersiv da pirsan. Wî got, “Em bi DYE´yê re dipeyivin. Agahiya wan dayî me, ew e ku wan êrişa Tirkiyeyê erê nekiriye. QSD di têkbirina DAIŞ´ê de hevgirê kilît bû. Divê em li cem hevgirê xwe bin. Careke din û eşkere dibêjim, em bi ti awayî destekê nadin destwerdana eskerî ya Tirkiyeyê. Desteka lazim ji bo QSD´ê dewam dike.

Bêhtirî 40 hezar DAIŞ´î û malbatên wan di destê wan de ne. Mesele ewqasî mezin e ku ji Sûrî û herêmê jî dibihure. Mesele dinyayê hemûyî elaqedar dike. Divê em amade bin. Me xiyanet bi Kurdan re nekir, DYE´yê biryara vekişînê da. Em hewldanên xwe dewam dikin hem di hevkariya bi QSD´ê de û hem jî ji bo îstîqrarê.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found