Mahmut Baksî û romannûsiya wî

Di berhemên xwe de berê xwe dide welêt û têgînên weke neteweperwerî, şerê li welêt, berxwedana polîtîk, sirgûnî û sînor cihekî girîng digirin. Nexşeya xeyalî ya Kurdistanê, sînor-derbaskirin jî hêmayên giring in. Di berhemên wî de dijberî û rikeke xurt li beramberî dagirkeriyê heye.

Dawid Yeşîlmen

Nivîskarên Kurd yên li Swêdê, hinek beriya salên 1980yan lê piraniya wan di salên 1980yan de gihiştine wir. Di dema darbeya leşkerî an jî pişt re bi darê zorê welatê xwe terk kirine û ew aktivîstiya polîtîk li diyasporayê cihê xwe bi aktivîstiyeke çandî re guherandiye. Geşbûna romana kurdî jî digihe vê serdemê. Bi taybetî vejîna romanê cihê balkêşiyê ye di vê serdemê de. Hem wergera gelek romanên klasîk ji wêjeya cîhanê, hem tîpguhêziya romanên serdema Sovyetê hem jî ceribandina romanên nû, rengekî nû û ciwan da hişmendiya rewşenbîrên kurd. Herçiqasî di warê wêjeyî û estetîkî de hîn gelek gav ji asta bilind ya romana kurdî re pêwistbin jî, di warê lêkolînên çandî, civakî û nasnameyî de ev roman îro gelek tiştan ji lêkolînan re dibêjin.

Taybetiya van romanan ev e ku piraniya wan xwedî rengekî nîv-otobiyografîk in. Piraniya wan weke mijar berê xwe didine welêt û têgînên weke neteweperwerî, şerê li welêt, berxwedana polîtîk, sirgûnî û sînor xwedî cihekî giring in di van berheman de. Nexşeya xeyalî ya Kurdistanê, sînor-derbaskirin jî hêmayên giringin ji bo me. Ev roman, ji ber ku romanên pêşîn in û ji pênusa nivîskarên aktivîstên betilî derketine, xwedî rengekî eşkere yê antî-kolonyalîzmê ne. Dagirkirina Kurdistanê ji bo wan meseleya mezintirîn e, û dixwazin wan sînoran di berhemên xwe de bişkînin. Weke Haşim Ahmedzade jî vê yekê nîşan dide, “çawa armanca netew-dewletên ku niştecihên kurd îdare dikin, ferzkirina “cimaeteke muxeyel”e ku bi sînorên xwe hatiye tarîfkirin, romana kurdî jî bi riya sazkirina xwe ya sînorên fermî yên netew-dewletan derbas dike û ji vê “cimaeta muxeyyel” re serî radike.”

Heger ez çend gotinan der barê wêjeya kurdî ya wê demê de bêjim, wêjeya kurdî ku ji destpêka sedsala 20an ve ji welatê xwe dûr, li Şam û Bêrûdê, di nav sînorên cografî de li ber xwe dida, di destpêka salên 80yan de li Kafkasyayê xwedî pêşdeçûneke lawaz lê xweser bû, lê derfeta ku xwe bigihîne kurdên perçeyên din nîn bû. Li Başurê Kurdistanê jî ji ber sînorên siyasî, cografî û elfabe û zaravayan, a îzolekirî bû ji bo kurdên perçeyên din. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji xwe bi giştî qedexe bû. Di nava van şertên qedexebûnê de Swêd û bi taybetî jî Stockholm, ji bo diyasporaya kurdî ji destpêka salên 1980yî ve dibe stareke nasname, ziman û bîrê û di heman çaxî de dibe qada wêje û zimanzaniya kurdî jî. Karê arşîvkirinê pêk tîne. Gelek rewşenbîrên ku gihiştine Swêdê dest bi nivîsîna berhemên wêjeyî dikin, ji hêla cureyan ve wêjeya kurdî diguhere, werger cihekî giring digire. Roman bi gavên saxlem dikeve nav wêjeya kurdî. Lê yek ji taybetiyên sereke jî Kurdên ji her perçeyî hevdu nas dikin, bi hev re dixebitin, zarava nêzîktirî hev dibin, fikrê yekîtî û neteweperweriya kurdî pêşdetir dibe. Di van pêşveçûnan de divê em polîtîka û piştgiriya dewleta Swêdê ya ji bo penaberan jî jibîrnekin helbet. Di vê çarçoveyê de ji bo fêmkirina rewşa rewşenbîrên kurd yên Swêdê ji destpêkê heya serê 2000an, hem jî fêmkirina vejîna romana Kurdî ya destpêkê, analîzkirina romannûsiya yek ji rewşenbîrên mezin Mahmut Baksî û romanên wî, wê me bigihînê astekê. Weke ku ji herkesî ve jî eyan e, nivîskar Mahmut Baksî (1944-2002) hîn li welêt karê nivîskarî û rojnamegeriyê dikir, û ev kar li Swêdê jî heya dawiya emrê xwe dewam kir. Bi kurdî, tirkî û swêdî biqasî 23 berhemên wî yên li ser gelek mijaran, weke polîtîka, çand, sînema, muzîk, wêje û dîrokê çapbûne. Ev berhem heya roja me li deh zimanan hatine wergerandin. Bi taybetî di dawiya temenê xwe de giranî da ser wêjeyê û weke cure jî romanên wî derketine pêş.

Hêlîn ango Romana Zarokiyê

Romana pêşîn ya mijara xebata me Hêlîn (1984), çîroka keçikeke Kurd e. Keça mamosteyê gund ku bavê wê hem mamoste bû hem jî aktivîstekî tevgera Kurd bû, tevî jiyana civakî ya dema dawiya salên 70yî, bûyerên polîtîk, darbeya leşkerî û şerê kurd û leşkerên tirkan vedibêje. Zilm û zordariya dewletê, girtina dê û bavê wê, îşkence, girtîgeha Diyarbekirê û di dawiyê de revîna wan a Binxetê, Şamê, Bêrûdê û di dawiyê de jî Swêd.

Lê roman di balefirgehê de diqede. Roman ku ji serî heya binî ve xwedî vegotineke antikolonyal e, vebêjer her keçikeke biçûk e û nivîskar dixwaze bi çavê vê keçikê, rewşê şîrove bike. Sînor-derbaskirin, felaketên civakî, trawma û perçebûna jiyanan, xalên sereke ne. Şahîdiya bûyerên berî û piştî darbeya leşkerî dike. Ji vê hêlê ve ji bo bîra kolektîf ya Kurdan, xebateke xwedî argumentên giring e. Lê ji hêla wêjeyî ve jî yek berhema pêşîn ya Kurda ye ku nivîskarê wê xwedî derdê avakirina berhemeke wêjeyî ye jî.

Roman herçiqasî bi çîrok û karekterên xwe, romaneke naîf be jî, xwedî bingeheke îdeolojîke jî. Serleheng keçeke biçûke, herçiqasî neheqî lê dibin jî a jîre û dev ji şerê li dijî neheqiyê bernade, pirsên pir balkêş ji bavê xwe yê mamoste an jî ji apê xwe yê şoreşger dike. Bavê wê jî zanayê mezintirîn ê gund e, li gund jî hertişt û herkes baş e. Ji hêla tevn û avakirinê ve, gelek kesên xwedî şîret û şareza hene di romanê de. Hemû dixwazin alîkariya hev bikin, ji bo azadiya Kurdistanê şer dikin, alîkariyê li malbata Hêlîn dikin di rojên reş de. Leşkerên tirkan ango dijmin xirabin, hov in. Alîgirê wan, tenê axa û mele ne û ew jî herwisa pir xirab in. Ew jî alîgirê sîstema dagirkeriyê ne. Ev sûret li seranserê romanê derdikeve pêşiya me. Roman hîn di vê gavê de, xwedî rûdaneke polîtîk e ku nivîskar xeyal dike. Rengekî hem çepgiriyê hem jî romantîzma di hundirê neteweperweriyê de li ser romanê heye. Hilbijartina zarokekê, nexwasim zarokeke keçik weke temsîlkara nasnameya kurdî, hem weke paqijî, rastî û xweşikîyê tê şîrovekirin hem jî weke ciwaniya bîrdoziya kurdan. Nîşaneya nifşekî nû ye ku hêviyê dide Kurdan. Lê ev nifş dê were li Swêdê bijî. Wateyeke wisa derdikeve ku ev nifşê nû ku Hêlîn temsîl dike, li Swêdê zîl dide. Gelo em ê bikaribin wî nifşî bi metafora Hêlîn (ciwan, paqij, rast û xweşik) bişayesênin? Deriyekî vekirî ji me re dihêle gava em li berhemên din yê Mahmut Baksî dinihêrin û li ser nasnameya karakteran kûr dibin.

Kurdên neteweperwer yên sirgûnkirî bi gelek rêbazên cihêreng re, xwestin ku nasnameyeke neteweperwerî ya kurdî ku sînoran derbas dike ava bikin. Têgihiştineke bi vî rengî, belkî bi rêya tekane, bi rabêjên wêjeyî dihate vegotin ku ji ber vê jî amûra berfirehtirîn jî roman e. Derfetên fireh didine dîrokên çewisandî, binketî. Ji ber ku roman, ji bo avakirina bîra hevpar û arşîvkirina felaket û bîranînên wê civakê, yek ji qadên bingehîne. Romannûsên sirgûnkirî jî hertim di wêjeya kurdî de ev erk danîne ber xwe. Herweha sînor jî weke metaforeke balkêş cihê xwe di van romanan de digire. Hem perçebûna axa kurdan û derbaskirina di navbera sînoran de hem jî sînorên civakî û kevneperestî ku karakter her li ber perçekirina wan in, di romana Hêlîn de jî qadeke sereke ne. Di romana Hêlîn de ji revîna gund heya Bêrûdê, her sînor hene di pêşiya malbatê de. Pêşî şervanên Kurd alîkariya wan dikin, di dema sînorderbaskirinê de jî Xalê Temo ku ev kar ji bavê xwe hîn bûye wan derbasî rexê din ê sînor dike. Derbasbûna sînoran her û her dijware. Lê belê sînorên civakî û zayendî jî bi taybetî derdikevine pêş xwîneran. heme bêje an nînin an pir kin û qels in. Romanên wî her xwedî peyamên polîtîk in û her di navbera du cîhanên dijber de şer heye. Tu cara ew du hêz sînorên hev xira nakin û xumamiyek di navbera wan de naqewime. Xirab ji serî heya dawîyê xirab in. Baş jî ji serî heya dawiyê baş in. Leheng (ne karakter) hertim di nav tevgeran de ne. Li ber xwe didin. Lê berxwedaneke polîtîk e. Zimanê romanan, zimanekî sade yê jiyana rojane ye. Derdê nivîskêr ê avakirina zimanekî wêjeyî ji xwe tu carî çênebûye. Çawa hêsantir bikaribe propagandaya xwe bi gel bide fêmkirin, ewqasî ziman bikartîne. Jixwe gava em serdema romana pêşîn, Hêlîn difikirin, bi hejmaran romana kurdî kurmancî ne zêdeyî deh heban bû. Çend romanên ji serdema Sovyetê jî belkî hebûn. Lê çirûskên geşbûnê di van romanan de hertim tê xwiya kirin. Diyare ku Mahmut Baksî, herçiqasî romanên qels nivîsandibin jî, rêyeke nû ji nivîskarên ciwan re vekiriye û bandoreke mezin li ser nifşên piştî 2000´an hiştiye. ­­­­­

­­Gundikê Dono û Jiyana Gundewar

Romana duyemîn û belkî ya herî naskirî ya Mahmut Baksî Gundikê Dono ye. Di hevpeyvîneke xwe ye bi Mehmed Uzun re Mahmut Baksî ji bo romana xwe wiha dibêje: “Mirov dikare bêje ku Gundikê Dono perçeyekî jiyana min a 25 sala ye. Yanî ew toximên ku beriya 25 sala li Gundikê Dono hatine avêtin, di 1989an de li Stockholmê şîn da.” Romana ku li gundekî bi navê Dono derbas dibe, ji serî heya dawiyê berê xwe dide jiyana gundiyan, êş û azarên gundiyan, evîn û êşa gundiyan û herweha zilma ku li wan tê kirin. Herweha berê me dide salên jiyana kurdan ya 1970-1980yan. Peydebûna mekîneyan di çandiniyê de, mijtina xwîna gundiyan ji aliyê axayan ve û hevkariya axayan ya bi dewletê re her li ber çava ne. Romaneke rasteqîniya civakî ye. Şerekî eşkere di navbera çînan de heye. Axa, mele rengekî hem kevneperestiyê hem jî yê çîna dewlemend nîşan didin. Li dijî wan, gundî û feqîr hene. Lehengên sereke Aso û Bedo ji hev hez dikin û dixwazin ji gund derkevin û bar bikine bajêr, lê hem ji ber pirbûna qelen hem jî ji ber çavberdana axê ya ji bo Aso, evîna wan vediguherîne êşê. Du karakterên din ên balkêş hene. Perîxan û Salo. Nefiyên ji serhildana Şêx Seîd in. Ji Konyayê hatine. Salo tekane şifêr e. Bi tirkî jî dizanin. Rengê jiyana modern temsîl dikin. Perîxan keçikên gund li mala xwe dicivîne ku ji wan re behsa sînemayê dike. Herweha Axa, Hacî Zorav bela serê gundiyan tevaye. Herweha karakterekî din jî heye ku li hember zilmê li ber xwe dide, Filîto ye. Li hember axayan şer dike û derdikeve serê çiyan. Romana berxwedanê ye li hember sîstema jiyana civakî ku bi serdestiya dewletê û hevkarên dewletê yên herêmî ve tê meşandin. Li hember wê sîstema kevneperest ya civakê ye. Pêjnên serhildanên li hember hercure rêveberiyan têne hîskirin. Weke mijar û bikaranîna zimên, rengekî eşkere yê Yaşar Kemal li ser tê hîskirin.“Ji xwe Filîtoyê ji ber zilma axê xwe bi çek û rext kirî û derketî serê çiyan, weke kopyayeke İnce Memed dixwiye.”

Romana Serhildaneke Têkçûyî: Serhildana Mala Eliyê Ûnis

Romana dawî û ya sêyemîn ya Mahmut Baksî, Serhildana Mala Eliyê Ûnis (2000) xwedî roleke din e di romanûsiya wî de. Hem tekstên paralel yên di destpêk û dawiya romanê de diyarin ku Mahmut Baksî bi armanceke taybet ya berpirsiyariyê vê romanê dinivîse. Herçiqasî di dema nivîsandinê de pir nexweş be jî, bi xeyreteke taybet, bi asîstanekî (Salihê Kevirbirî) re romanê dinivîse. Jixwe metnê ku derdikeve jî, ne xwedî rengê romanekê ye. Zêdetir rengê şerekî dengbêjan ku xwedî peyameke taybete lê dikeve. Bi taybetî jî diyare ku şerê Miradê Kinê yê li ser Serhildana Mala Eliyê Ûnis bandor li Romanê kiriye. Roman di dema Serhildana Mala Eliyê Ûnis, berî serhildanê, dîroka malbatê ya tije serhildan, û piştî serhildanê, têkçûn û nefîbûna malbatê vedibêje. Herweha car bi car, vedigere ser serhildanên din yên kurdan jî. Her û her dixwaze peyama ku kurd ‘ger ne ji kurdên xayîn bin, tu carî serî natewînin’ dide. Bi awayekî balkêş, biwêja ku kurd ji bo fermana filehan bikartînin, “em taştê ne hun firavîn in”, vê carê ji bo xayîntiya kurdan ya navxweyî bikartînin. Roman rengekî dîroknûsiya devkî ya kurdan dide. Herweha agahiyên giring ji bo civak û eşîrên kurdan yên wê serdemê jî dide.

Çend gotinên dawî

Mahmut Baksî weke rewşenbîrekî kurdan, yekî pirhêle û di gelek waran de bi gelek zimanan berhem dane, di salên dawî de giranî daye kurdî û berhemên wêjeyî. Ev jî bi sê roman û berhemeke çîrokan nîşan da ye. Lê biyografiya wî û hevpeyvînên wî diyar dikin ku ji derdekî wêjeyî zêdetir bi berpirsiyariyeke rewşenbîrane, ji ber sedemên exlaqî bi kurdî dinivîse. Di heman hevpeyvîna ku me li jor nîşan kirî de jî, dîsa ji Mehmed Uzun re ji bo nivîskariya xwe wiha dibêje:

“Lewra kerba min rabû, min xwest ez van tiştên xwe vereşim. Hinek kerba xwe bi stranan vedireşim, hinek bi qelema xwe, hinek jî bi devê tifingê… Ez bi kitêban, bi kitêbên xwe … ev damarên ha bû wek damarekî nivîskarî di dilê min de şax da, ez bûme nivîskar; ne ku ez ji evîndariya xwe, ji bona eşqa xwe yan jî ji bo kêf û seyrana xwe.”

Belkî ji ber vê yekê ye, hertim lezûbezek di romanên wî de tê dîtin. Ji xwe her sê roman jî pir kin in. Lê dawiya romanan jî, şayesandina buyer û xwezayê û derûniya karakteran

Yazarın diğer yazıları

    None Found