Mainstreama zanistê

Zanist weke saziyeke rûniştî, çi îfade dike? Ev pirseke cidî ye ku mirov dikare bi peyvên tewşomewşo lê nû afirandî yên “zanistî” û heta mirov bibêje bes mucered jî pê dakeve. Hingê helbet, em ê li hawîrdora pirsgirêka sereke bigerin û bibin beşek jê. Hasila gotinan, ya rastî ya pirsan bila ji niha ve li ber me be: Gelo ne rasttir e em ji îdîa û peywendên zanistê û yên wê afirandî qut berê xwe bidinê?

Em bi peyva “mainstream” dakevin. Ev peyv di çarçoveya zanistê de weke zanista giştî qebûl dibe tê qebûlkirin û xwedî îdîa ye ku zanista baş be. Vê îdîaya xwe disipêre çi? Berpirsiyariyeke cidî ya elaqedarî rêbazan, û hilberîna giştî ya zanistî ye. Di nava vê mainstreamê bi xwe de em îro pê dizanin ku pratîka zanistê û sextekariyê êdî di zikhev de ne, ango di nava xwe de jî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye. Belê, ev niha ne xema van gotinên li jêr e ku bi wan ez ê bi meseleyê dakevim.

Zanist bi çi armancê di pratîkê de pêk tê? Îdîa ew e ku ji bo rehetkirina jiyana insanî, jiyana insanan a civakî, bipêşxistina teknolojîk û derfetafirandinên giştî û wê li xêra dinyayê bin. Serê pêşî em “li xêra dinyayê” biavêjin aliyekî; lewma hîna ji destpêkê ve, beriya zanist dest pê bike, amûr û rêxistinên aqlê mirov afirandî, “li xêra mirovan” xistin çûna li xêra dinyayê. Ango ev îdîayeke ji bavê xwe zêde ye. Gava zanist bi awayekî sazûmankirî derdikeve pêşiya me jî em dibînin ku hem di ilmên weke felsefe û hem jî di ilmên xwezayê yên mîna fizîk, matematîk û wekî din de ew îdîaya “bipêşveçûn” yan jî “bipêşvebirinê” her ji xwe re kiriye dûvik û bi wî dûvikî hebûna xwe rewa dike. Ev terz û îdîa îro jî hene û jixwe stûna navmala vê “civakê” ne.

Lê em berê xwe bidinê, nisbiyeta van îdîayan bi xwe jî bipirsgirêk e. Bipêşveçûn li gorî çi ye? Heger mirov li sîlehan binihêre, bêhtir kujeriya wan e, heger mirov li wesaîtan binihêre, bêhtir bi lez bûn, kêmtir xerckirina enerjiyê, “efektîfbûna” di bikaranînê de ye, gava em li naskirina civakê binihêrin, ji hev derxistina sedemên helwêstên civakî, awayê birêveçûna û serwextbûna li wan û ya ku ji vê bêhtir jî ev ilm di du sedsalên bihurî de bi ser xist, manîpulekeriya wê bû. Îcadên mîna “muhendisiya civakê” di vê peywendê de ji mêj ve êdî kevin bûne. Lezeke mirovan gêj dike a hilberîna zanistî li ber destê me ye. Lê em ji berê serketîtir pirsgirêkan çareser nakin; heta em dibînin ku bi tetbîqkirina hin encamên zanistî, ji me tê ku em pirsgirêkan biafirînin û wan di bazara berjewendiyan de bi kar bînin.

Li jor tişta bi kurtî dixwazim bibêjim, nisbiyeta bipêşveçûnê bi xwe jî bi pirsgirêk e, ango zelûl e. Nisbiyet li gorî tiştekî mirov dikare li ber muqayese bike dibe; lê li jor tevî hilberîna zêde, em dibînin ku mesela di nisbeta çareserkirina pirsgirêkan de ku “Peace and Conflict Resolution Studies (Lêkolînên aştî û çarserkirina arîşeyan)” pê rabûne, bipêşketin nîne. Lê di serwextbûna çerxên van pêvajoyan de hin tişt bi dest ketine ku aliyên siyasî û nexasim jî aktorên “dewlet” ji bo çaresernekirinê û bidestanîna bêhtir berjewendiyan bi kar aniye. Tiştek bi pêş ketiye, lê nisbeta wê ne di nava îdîaya wê zanistê de ye, li cihekî din e.

Niha bi kurtî dêhn û bala we xwînerên ezîz bikişînim ser wê mijara ku hefteya bê ez ê bêhtir kite bi kite bê dakevim: Rêbazên zanistî. Ji bilî qaîdeya giştî ya ku divê mirov karibe daneyên tên bikaranîn û jêderên hatine bikaranîn bişopîne, rêbazên ji bo bikaranîna wan jî girîng in. Bi terzê giştî yê zanistên mainstream, çiqasî li ber destê me peyv û têgehên abstrakt hebin jî, hîna ya serdest ew e ku “zanyar” (weke pîşe û ji mîstîfîkasyonê şûştî bixwînin) bi sinifandinê bi mewzûyên ilma xwe dadikevin. Ji bo sinifandinê jî ya pêwîst, çêkirina wan qaliban e ku bi kêra wê sinifandinê bên. Ango ya ku zanista mainstream tê de herî serketî hîç şik û guman jê nîne ku çêkirina qaliban e. Bi vî rengê xwe jî zanista giştî qebûlbûyî, qalibgiriyeke yan jî qalibxwaziyeke mutleq e. Hefteya bê jî ez ê bi vê qalibgiriyê dakevim.     

Yazarın diğer yazıları