Mala mezin a dayikan

Yek ji hezaran xweşîya zimanê Kurdî, biwêjên wê yên dewlemend in. Hema bêje li ser her mijarê hejmarek gotinên pêşiyan hene. Hem cihê xwe xweş digirin û hem jî bi xweşbêjiyên xwe tameke helbestî di nava ruhê mirov de dihêlin.

Ez ê bi mijara me ya îro ve girêdayî du mînakan ji galgalên pêşiyan binivîsim. Lê berî ku ez mînakên neqandî bibêjim, ez dixwazim careke din roja Zimanê Kurdî û ya dayikan bi hev re pîroz bikim. Ziman û dayik di dewamî û bipêşketina jiyana mirovahiyê de xwedî rolên bingehîn in. Dayik di dewama jiyanê de hem xwedî roleke biyolojîk e û hem jî mamosteyê suriştî yê insan e ku hebûneke civakî ye.

Zimanê zarokê di destpêka jiyanê de di himbêza dayikê de li jiyanê digere. Lorîn û peyvên pêşabûnê zarok cara pêşî ji dengê dayika xwe dibihîze. Pişt re meselok, çîrok û axaftina rojane tên.

Cara pêşî zarok bi dengê dayika xwe dinyaya derveyî kifş dike. Bi rêya wî dengî zarok endamên malbata xwe nas dikin û ew dibin zarokê/a malê. Her ku zarok mezin dibin jî, ew bi alîkariya zimanê dayika xwe têkiliyan bi kesên din re datînin. Di vê demê de jî, ew dibin endamê malbeteke pirr ji ya destpêkê mezintir.

Ji bo nifşên me û ew zarokên ku niha di nava malbatên kurdîaxêv de çêdibin pirsgirêka biyanîbûna ji çanda xwemalî tine. Zarokên malbatên kurdîaxêv qenc xerab fêrî zimanê Kurdî dibin. Lê ji bo wan zarokan rewş zehmet e yên ku dayik û bavên wan her ji ber çi sedeman dibe bila bibe, asîmile bûne û ew nikarin bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, ew zarok di nava nakokiyan de mezin dibin. Bi nêrîna min ev pirsgirêka herî dijwar e li pêşiya zimanê Kurdî û divê bê çareserkirin.

Ya rastî ji bo ku çavên zarok û ciwanên me ne li ber deriyên zimanê xelkê be, divê em polîtîkayên bipêşxistina ziman di asta neteweyî de pirr cidî bigirin. Ma pêşiyên me bela sebeb negotine; “Çavên li deriyan xwelî li serîyan” yan jî, “dayika kesî ji mirov re nabe dayik” her wisa jî, ne etnîsîte û ne jî zimanê kesî dibin yên mirov.

Heger mirov dewamî bi nasname û zimanê xwe yê dayikê nejî, piştî demekê mirov û dayika xwe nema li hev dibanin. Mirov di destpêkê de dibe biyaniyê ziman û dûre jî hemû berhemên çandî jî ji bo mirov biyanî dibin. Dûrketina ji çanda xwe, nêzîkbûna li ziman û çandeke din e. Li gora ku mirov nikarin bê ziman û çand bijîn, ew naçar in bi zimanekî din jiyana xwe ya rojane dewam bikin.

Mirov vê mînakê di nava Kurdên Bakurê Kurdistanê de eşkere dibîne. Gelek kesên Kurd ên ku qet neçûne dibistanên Tirkiyeyê û Tirkiya wan negelekî baş e jî, dema hevalekî xwe yê Kurd dibînin ku kêm bi Kurdî dizane, ew yekser bi wan re bi Tirkiya xwe ya xerabe diaxivin. Ya rast û maqûl ew e ku kesên kêm bi Kurdî dizanin digel kesên kurdîaxiv bipeyivin da ku ew fêr bibin. Heger em Kurd bi hev û din re bi Kurdî neaxivin, hev û din fêr nekin, hev û din li Kurdî sor nekin, ma wê çawa ev ziman bi pêş keve? Kî wê vî karî ji bo me bike?

Di van rojan de ku em cejna zimanê kurdî pîroz dikin, mirov bixwaze nexwaze hesasiyeteke mafdar a ji bo çand û zimanê dayikê li cem mirov peyde dibe. Jixwe, di vê demê de ku dayik ji bo azadî û demokrasiyê li kolanan li ber xwe didin û mirov vê helwêsta nemirovî ya rayedarên dewleta Tirk li himberî dayikan dibîne, xwedîderketina li nirxên wan xwe li ser me hemûyan ferz dike.

Lewma jî di van rojan de ku em li aliyekî cejna zimanê xwe pîroz dikin; bi çalakiyên cuda hewl dide balê bikişînin ser rola bingehîn a ziman di paşeroja neteweyî û her wisa jî, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê a ji bo nifşên bê de, li aliyekî din jî, grêvên birçîbûnê li zindan û derve dewam dikin.

Dayikên Kurd ku îro têkoşîna li dijî zilmê bi runiştin û rawestina xwe ya esîl dewam dikin, bi êrişên hovane yên dewletê re rû bi rû dimînin. Ew dayikên ku salên 1980´yî bi berxwedan, sebr û maqûltiya xwe dengên zarokên xwe yên di zindana Amedê de li hemû dinyayê belav kirin, ew ê îro jî, bi vê berxwedana xwe ya dayikane vê dorpêça nemirovî bişikînin.

Herdem di berxwedana me ya neteweyî û mirovî de dewra dayikan gelek girîng bûye. Ji bilî ku ew çavkanî û peyamhilgirên çanda Kurdî û zimanê Kurdî ne, bi bipêşketina têkoşîna azadiyê re, dayikan di berxwedana neteweyî de jî, bi giranî û berfirehî ciyên xwe girtiye û bi dewamî jî digirin. Li vir ya dikeve ser milê me zarokên wan ew e ku em deriyê mala mezin ya hemû dayikan bi ziman, çand, birêverbirîyeke wekhevî û aştî vekirî bihêlin.

Yazarın diğer yazıları