Mala pîrê stara pîrê

Ji ber ku di demên dawî de diponijim, dewlemendî û rengîniya ziman a bi biwêjan nû nû keşf dikim. Geşt û lêgerîna me ya di nava biwêjan de berdewam e. Îro jî em ê bi wetaya bikaranîn hin biwêjan tevî çîroka wan, dakevin.

Hate Xişxişê (xiştxiştê): Bi taybetî ji bo kesên bi gotinên mezin, îdîayên mezin dikin lê di rastiyê de ne wisa ne û di dawiyê de vê yekê îtîraf dikin, tê gotin. Wekî din bi maneya mubalexeyên bê bingeh û îdîayên bê çavkanî de jî têbikaranîn. Ev yek dikare di bazarekê de be, dikare di sohbetekê de yan di nirxandinekê de be, di guftûgo an pêşbirkeke siyasî de be. Kesê ku tiştekî dûrî aqilan bibêje û li ser nerazîbûnê hêdî hêdî were gotina maqûl yanî radeya herî dawî ya tawîzan mîna “hate xişxişê” tê binavkirkin. Jixwe, yê ku neyê xişxişê jî, gelek caran bi gotina “Şam dûr e, ma mişar jî dûr e (Şam  dûr e, ma mişar e dûr e)” ji wan tê xwestin îdîaya xwe îsbat bikin.

Rovî yê dûvê deh metro: Kesek li civatê dibêje; “wê rojê li çiyê min roviyek dît dûvê wî deh metro bû”. Yên rûniştî bi yek gotinê dibêjin; “mal neket, deh metro dibe qey?” Neçar dimîne û vê carê dibêje; “Deh nebin jî pênc metre hebû” îtîraz dewam dike. “Çar.. Sê… Du… Metroyek… Nîv metro…” Piştî wê yek ji rûsipîyê civatê hemleya dawî dike û dibêje; “rast bibêje te rovî jî nedîtiye”. Belengazo bersiva herî dawî asta herî jêr a îdîaya xwe vedibêje: “Min rovî nedît lê bi xwedê ji nava daran xiştxiştek hate guhê min.”

Di civatên hêrêma Mêrdînê-Torê de dema kesek derewan bike, ji xwediyê malê pirsa, “Gelo beştên (stûn an dar) banê we saxlem in?” tê kirin. Yanî li dewsa yên li civatê  yekser bibêjin ‘derew kir” an ‘derewan dike” gotina, “beştên banê xaniyê we saxlem in?” dibêjin. Heger beştên ban ne saxlem bin, dibe ku ji ber bandora derewê (derewê di vir de dişibînin zelzeleyê) dibe ku beşt bişikin û ban bi ser wan de bikeve!

Mala Pîrê Stara Pîrê: Ev gotin rehetî û serbest-azadî ya mirov li mala xwe nîşan dide. Xizanî be, mal kevin an kavil be jî mirov li mala xwe azad e. Lewra koşk, seray nikarin xweşî, serbestî û hizûra mala mirov bidin. Kesên li cem mirovên herî nêz jî mêvan bin dema piştî demekê dixwazin biçin mala xwe, heger mazûlvan destûrê nede bi gotina, “mala pîrê stara pîrê” dixwazin bêrîkirin û israra çûyina mala xwe nîşan bidin. Piştî vegera ji ger û geşt, mêvandarî an dûrketineke ji neçarî ya ji malê, li ber derî dibe, di kêliya ketina hûndir de dibe, gotina  “mala pîrê stara pîrê (ye)” dibe îfadeya kêfxweşî û bextewariya mirov a vegera li mala xwe.

Du versiyonên çîrokê hene. Yek xwe disipêre tofanê û serdema Nebî Nûh, ya din jî çîrokeke gelerî û mîzahî ye.

Pîra bi tofanê ne hisiyayî: Piştî tofana mezin ku dinya tevde di bin avê de dimîne, keştiya Nebî Nûh li baniyên Çiyayê Cûdî datîne. Av vedikişe û kesên di kêştiya Nebî Nûh de ji çiyê dadikevin jêr. Malekê dibînin ku duxan jê diçe. Mêze dikin pîrejinek li nava malê ye. Matmayî dimînin ka tofan û qiyameta pêk hatî çawa tesîr lê nekiriye. Jê dipirsin, “Pîrê gelo tu bi baran, tofanê ne hisiyayî”. Pîrê ji wan re dibêje; “Wele ez bi ti tiştê ecêb nehisiyam. Tenê beriya çend rojan dema ez derketim derve ku êm bidim çêleka xwe, erd şil bûbû, diyar bû baran barîbû.”

Kesên li wê guhdarî dikin, dibêjin, “Mala pîrê stara pîrê”.

Xwuya ye ev çîrok ji bo pîrozwerî û ewlehiya mala mirovan bi wan bidin fêhmkirin weke çîrokeke çêker an teşbîhî hatiye sazkirin.

Koşk cihê kavilê wê nagirin: Jinek ku mêrê wê rehmet dike, hemû jiyana xwe ji bo lawê xwe yê bi tenê feda dike. Wî mezin dike, dide xwendin. Lawik jî gelekî dewlemend dibe. Dibe xwedî koşk û bi dehan xizmetkarên wî çêdibin. Dayika wî tevî hemû israr û daxwaza wî jî naçe mala wî, tim di xaniyê kevin ê kelpîçî de dijî. Piştî demekê ji ber israrê neçar dimîne û diçê li qesra lawê xwe bi cih dibe. Lawik jina xwe û xizmetkaran tembîh dike da ku gotineke pîrê nebe didu! Herkes û her tişt di xizmeta pîrê de ye. Lê belê pîrê xemgîn e, bi israr dibêje, ez ê biçim mala xwe. Dipirse ka hinekan dilê wê hiştiye, an tiştekî ne li gorî dilê wê pêk hatiye, pîrê dibêje kesî bêhurmetî nekiriye û her tişt li gorî dilê wê ye, lê dîsa jî dixwaze biçe mala xwe. Neçar dibêje, “baş e pîrê biçe mala xwe.” Meraq jî dike ka çi li mala pîrê heye ku ewqasî dixwaze biçe.

Pîrê diçe mal, lawik jî li pey diçe û di penceê re li pîrê yanî dayika xwe temaşe dike. Piştî dikeve hûndir pîrê lotkan dide; diçe vî alî xanî tirekê dike, diçe aliyê din tirekê dike û tim dibêje; “mala pîrê, stara pîrê”.

Gotinên pêşiyan yan biwêjên cuda yên vê yekê îfade dikin jî hene. Mînak “Şam şekir e, lê welat jê şêrintir e”, “Çavê li deriyan, xwelî li seriyan”. Ji bo kesên ne di cudahiya xweşiya mala xwe de ne jî gotina,“ya ne xweş mal e”, “Xidiro her roj li vir o” an, “civat li mala Fatê ye, Fatê li mala xelkê ye” tê gotin.

Yazarın diğer yazıları