Mala Wêjeyê

Heye bo me malek… Loma jî em dikarin ji xwe re bêjin me heye starek. Û em hewlê didin ku di wê stareyê de biafirînin jiyanek; ji bo ku hinek be jî em karibin semaxê bikin li hember derbên ku li ser navê qewimînên kambaxiya jiyanê hey lê didin û hey lê didin… Û pê re jî, ji bo ku em di vê demûçaxa serdestiyê de bibin serdestên jiyana xwe û ji xwe re bibêjin, va ye em jî êdî dikarin binivîsin û bixwînin, em tê dixebitin da ku bibin xwedî maleke rengîntir û berfirehtir; da ku em bi dilekî rihet nav lê bikin û jê re bibêjin ‘mala wêjeyê’…

Baş e, ev mal dê bibe maleke çawa? Gelo dê bibe “Maleke, ya me?” an jî “Maleke, ya xwe?” Yanî, dê takekesiya me, xurtbûna wê, qelsbûna wê, biserêxwebûna wê, bêhawetiya wê, berdîberdanîbûna wê û tiştên dîtir ên di vî barî de, diyar bikin ku mal, ‘maleke, ya xwe’ ye? An jî dê civatbûna me, digelhevbûna me, axa me, çanda me, zimanê me, kelepûra di vî warî de û hemû hêmanên me yên hevpar diyar bikin ku mal, ‘maleke, ya me’ ye.

Helbet, gelek çetin e ku mirov aliyekî ji van her du aliyan hilbijêre û li ser wê tiştan diyar û aşkere bike. Jixwe, ev yek ne hewce ye jî. Ji ber ku têgiha ‘mala wêjeyê’, pêwîstî bi her du aliyan heye. Gelek hêmanên ku di wêjeyê de cî digirin, bi awayekî ji awayan di nav hev de çûne. Êdî her alî ji bo aliyê din hem bivênevê hem jî jênager e. Yanî divê mal hem bibe “maleke, ya me” hem jî bibe “maleke, ya xwe.” Loma jî, me divê em ji bo têgiha ‘mala wêjeyê’ du alî bifikirin. Her çi hizir û raman bi me re çêbû, pêwîst e ku li ser van her du aliyan rûnê. Û her wiha, çendî ku em xwe jê bidin alî, çendî ku em nexwazin, çendî ku em demûçaxa îroyîn de bibêjin, ne hewce ye û qebûl nekin jî, her yek ji nivîskar û afirînerên berhemên wêjeyî, di vê qonaxê de, kêm zêde, ew endam in ku di deqbenda (context) wêjeya nûxwaz de bi rola wêjeyeke avakar radibin.*

W. Wolf, behsa ‘Odeyeke, ya xwe’ dike.** Gava serê pêşîn em vê gotinê dixwînin, em hest bi hestê xwedîtiyê dikin. Pêşî em dibêjin, gelo me odeyek heye ku em tê de disitirin? An jî gelo tenê odeyek heye û em jî hema wisan tê de ne? An jî gelo pêşî odeyek hatiye çêkirin û paşê ew ode bûye ya me? An jî gelo ji bo ku em karibin bêjin, va ez heme, ew ode heye? An jî gelo ji bo ku em karibin di malekê de ‘odeyeke, ya xwe’ ava bikin divê pêşî em hebin? An jî piştî ku ‘odeyeke, ya xwe’ çêdibe em heyî dibin û dibin ‘ya xwe’?…

Helbet, Wolf, bêtir bala me dibe ser şûngeheke taybet (yanî ode) ku di nav şûngeheke giştî de (yanî mal) bi cî dibe. Û dixwaze bêje, mal bi xwe wêje ye; tu wekî mirovekî, -bi taybetî wekî jinekê- di nav wê malê de yî û ji bo ku tu di wê malê de nebî tişteyek, divê tu her û her xwe (ve)ava bikî…

Herçî wêjeya kurdî ye, wê mal heye; xwedî kelepûr û paşxaneyekê ye ku ne kêmî komên xelkê ye û xwedî mirêsdariyeke hêjayî gotinê ye; û têra xwe ode jî hene di wê malê de. Lê belê, ‘ode’yên me yên ku dê malê bikin maleke taybet pir kêm in; loma jî maleke me ya têr tekûz ku odeyên wê her yek li gorî xwe ye û her yek bi serê xwe malê ava dike jî nîn e. Ji ber ku em hê jî xweşikî hay jê nebûne ku hebûna me ya di nava malê de me nake endameke/î malê. Dibe ku em wek cî û şûngeh, -an tim û tim an jî bo demekê-, di nava wê malê de bin, lê belê heke em nebin heyîneke jê û bi gelek hêmanan ve ne li wir bin, bes em lê dibin mêvan; mêvanên ku parçeyekî ji xwe li malê hiştiye an jî parçeyekî ji xwe li malê, di ciyekî de, bi keys kiriye. Em dikarin mêvaniya bi vî cureyî, wekî ‘mêvaniya ji malê’ bi nav bikin ku ev binavkirin yekser hizira ‘jênebûnê’ jî bi me re çêdike.

Ji ber vê mêvaniyê û jênebûnê, hê jî em nikarin xweşikî di mala wêjeya kurdî de bihewin. Loma jî ev rewşa hanê, bo me nabe kan û bingeha pêşanazbûnê. Carinan em berê xwe didin malên xelkê û ji paceyên wan li xwe dinêrin û em dikin nakin nikarin qayîliya xwe bi xwe bînin, carinan jî em ji paceyên mala xwe li mala xelkê dinêrin; û em xwe mîna ku em li wir û endamê wan malên xelkê bin, qebûl dikin û ji wir li xwe dinêrin; nav li xwe dikin û biryaran bo xwe datînin. Û ev nav û biryar, her ku dibin ên me, me ji têgiha Wolf afirandî dûr dikin û sînorên ji ‘ezîtiyê’ pêkhatî, -ku em ê tu carî nexwazin xera bikin-, li dora me çêdikin. Û em dikin nakin, ne em dikarin di malên xelkê de bihewin ne jî dikarin di mala xwe de bisitirin.

Divêtiyeke bivênevê ye ku em ‘maleke, ya xwe’ û ‘odeyeke, ya xwe’ ava bikin da ku bi awayekî ne hewce, pêwîstiya me bi mal û paceyên xelkê çênebe. Ji bo vê jî, hewce ye em ji peyt û diyarkirinên Wolf fam bikin ku; ji bo Kurdî, têgiha ‘mala wêjeyê’, amaje bi şûngeheke giştî dike. Û têgiha ‘mala wêjeyê’, bi tena serê xwe, zêde ne kartêker e. Loma jî, digel hebûna ‘mala wêjeyê’ ku ‘maleke, ya me’ ava dike, divê her yek odeyek me jî hebe; û bibe ‘odeyeke, ya xwe.’

* deqbend: Ji ber ku peyva çarçove, carinan di biwara têgihbariyê de têr nake, min ev peyv ji bo wateya ‘context’ê ava kir û di pirtûka xwe ya Rajena Kurdî de jî bi kar anî.

** Wolf, W. Kendine Ait Bir Oda (Odeyeke, ya xwe-A Room of One’s Own), İletişim Yayınları.

Yazarın diğer yazıları