Malbat li dijî Ozel dê giliyê bikin

Malbatên êndamên HPG’iyan yên di operasyonên dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan piştî bi îdîayên zarokên wan bi çekên kimyewî jiyana xwe ji dest dane, li ser vê îdîayê serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê dan. Malbatên HPG’iyên bi navên Ugur Utanç (Zerdeşt Çelenk), Şehmuz Alak (Rizgar Amed) yên di 26 gulanê de li çiyayê Pilumoriya Dêrsîmê û endamê HPG’î yê bi navên Bulent Tensîk (Eriş Amed), Muzaffer Pehlîvan (Zafer) û Fatîh Çetîn (Xemgin Amed) yên di 28 Adarê sala 2006 de li çiyayê Şenyayla ya Mûşê li ser îdaya zarokên wan bi çeken kimyewî hatine kuştin bi boneya lekolînkirinê serî li ÎHD’ê dan.

‘Kesên fermanê didin dibin paşa’
Di serlêdanê de dayika endamê HPG’ê Muzaffer Pehlîvan (Zafer) Meyaser Pehlivan, bi çavên girî diyar kir ku ew dê ji kesên zarokên wan qetîlkiri hesab bipirsin. Pehlîvan, da zanîn ku laşe lawê wê ne wek mirovên bi asayî hatiye kuştin bû û wiha pedê çû „Çawa dikarin vê bikin? Qet natirsin? Her wiha kesên ku ve fermanê didin îro dibin paşa.“
Malbata Pehlîvan diyar kir ku, sala 2006 de operasyona 14 HPG’iyên di nav wan de lawê wan ji hebû jiyana xwe ji dest dabû û ji aliye Serok Fermandariyê Giştî yê niha Necdet Ozel hatibû koordînekirin.

Sekrêterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê M. Racî Bilîcî jî, da zanîn ku di derheqê bûyarê de xebatên wan bi lezgînî didome û dê di rojên peş de dê serî dozgeriyê bidin.

DÎHA/AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found