Malbata Mam Zekî li Şengalê ye

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Malbata Endamê Rêveberiya Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî, bi rasthatina salvegera şehadeta Zekî berê xwe dan Şengalê.

Endamê Rêveberiya Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxa 2018’an de di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de li Geliyê Şilo şehîd bûbû. Ji bo bîranîna Zekî Şengalî wê di 14’ê Tebaxê de li serdeşta çiyayê Şengalê merasîmek bîranînê were lidarxistin. Bi wesîleya 1. salvegera şahadeta Mam Zekî Şengalî malbat çû serdana Şengalê. Malbata Mam Zekî destpêkê çûn cihê ku Mam Zekî lê şehîd bûyî û li wir daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Xwest pêşiya fermanan bigire

Hevjîna Zekî Şengalî, Gulê Ozden axivî û got; “Ji bo bîranîna Zekî Şengalî em hatine Şengalê. Em wek malbat dibêjin bila serê gelê me û tevahiya Kurdistanê sax be. Zekî hertim Kurdistan weke malbata xwe ya mezin pênase dikir. Zekî ji bo ku rê li ber fermanê bigre berê xwe da bû Şengalê.”

Bi fikrê Rêber Apo gihişt  Şengalê

Xwişka Zekî Şengalî, Xezal Ozden jî got; “Em kesên ku ji bo dewleta Tirk bûn alîkar şermezar dikin. Lê tenê şermezar kirin têrê nake. Divê em li şehîdan xwedî derkevin. Em îro civakekê dibînin ku li pey rêça şehîdane û hevalên wî hemû lê xwedî derdikevin. Bi saya Zekî êdî em bûne malbatek herî mezin. Şehîd Zekî rêya rast hilbijart û li pey fikrê Rêber Apo bû û xwe gihand çiyayê Şengalê.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found