Malbatan girtiyên li Îmraliyê dîtin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê, malbatên xwe dîtin. Buroya Hiqûqî ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê Twîtterê pêr êvarê daxuyanî da û got, “Muwekîlên me Rêzdar Abdullah Ocalan, Rêzdar Omer Hayrî Konar, Rêzdar Hamîllî Yildirim û Rêzdar Veysî Aktaş yên li girava Îmraliyê îro (pêr) di çarçoveya hevdîtinan de malbatên xwe dîtin.”

Buroyê agahiyên berfirehtir parve nekirin. Buroyê beriya wê jî ragihandibû ku parêzerên wan muwekilê wan Ocalan 7’ê Tebaxê dîtiye û pê re rûniştiye.

Hingê Ocalan gotibû: “Ez hewl didim cihekî ji Kurdan re biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dibêjim; di nava hefteyekê de dikarim rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ev ji min tê û ez bi xwe bawer im, ji çareseriyê re jî amade me. Lê belê dewlet jî, aqlê dewletê jî divê ya pêwîst bike.”

STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found