Malbatan miracaet kir ji bo biçin Îmraliyê

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya Tirk kir.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serê sibehê miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir.

Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna bersiva van miracaetan nehatibû dayîn.

ENQERE

Yazarın diğer yazıları

    None Found