Mamê Gur… Şêrê Gur

Di avabûna nasmaneya keseyata Kurdewar de kodên ola Zerdeşt a ji bo sê olên dawî Musewî, Xirîstiyan û Îslamê bû bingeh û çavkanî, diyarker in. Lewra ji bo Kurdan zad, nan, av pîrozwer in. Bi taybetî nan mîna îmanê tê binavkirin. Bi agir, av û zad bi taybetî jî nan sond tê xwarin. Di jiyana gundewar a Kurdan de dest danîna ser nan û sondxwarin mîna dest danîna ser Quranê giranbuha ye.

Di mijara lawiran de jî Kurd bi heman rengî tevdigeriyane. Hin lawirên pîroz dihatin dîtin heya nava malê dikaribûn werin û hêlîna xwe çêkin. Hacîreşk (hechecîk), pisîk heta bi marê reş jî di xênî de hêlînê çêke, ji ber ku pîrozwer e, dest nadinê. Mînak dem û demsalên nêçîrê li gorî demên zayin yan kurkbûna lawiran dihate plankirin. Mîna qanûnên xwezayî hatibûn qebûlkirin û dema hêkan, dema kurkbûnê û dema çêliyên wan hêna biçûk bûn, nêçir nedihate kirin. Dîsa li cihên mîna ziyaret dihatin qebûlkirin, nêçîr qedexe bû.

Xweza, nebat û lawir tev hêmanên bingehîn ên zimanê Kurdî bûn. Çavkaniya bingehîn a biwêj, çîrok, nifir, dua, stran, pêkenok û heta bi karakterîzekirina mirovan, xweza bi xwe bû.

Îro mijara me, Gur û Rovî ne. Di navbera Kurdan û van her dû lawiran de têkileyeke diyalektîk a balkêş heye. Gur ji ber telefkirina pez û dawaran, Rovî jî ji ber revandin/xwarina lawirên biçûk ên mîna mirîşk, qaz, werdek û dizîna xwarina veşartî û hwd. dijminên sereke yên Kurdan in. Her du lawir jî di nêçîrê de hosta ne. Çavê gur dijwar in, bi taybetî bişev tevdigere. Rovî jî her kêliya ku mirov xafil bûn, derba xwe diavêje.

Tevî gur dijiminê sereke ye jî balkêş e, dilê Kurdan pê dişewite. Tenêbûn, bêzarî û belengazî bi gotina, “Tişta bi serê wî hat, ne hatiye serê gurê li çiyan” tê îfadekirin.

Têkoşîna Kurdan a li dij gur û rovî jî ya tevahiya, bihar, havîn û payizê didome, zivistanan vediguhere çavkaniyeke xurt a gotar û sohbetên ode û dîwanan. Serpêhatiyên beriya demsalekê trajîk, vediguherin mizaheke xurt. Stran, pêkenok, lîstik zan vegotina çalakiyên gur, rovî li dij lawirên mirov wan xwedî dikin, têkoşîna mirovan li dij wan, vê carê dibûn performansên gotarî, wêjeyî.

Gelek çîrokên perwerdeyî yên peyamên civakî didin ên têkildarî gur û rovî di Kurdî de hene ku ji zarokan re redihatin gotin. Çîroka ‘Pîrê û Rovî”, “Gur û Bizin”, “Biratiya Gur û Rovî”, “Biratiya Gur û Hirçê”, “Şengê û Pengê” hin ji yên tên hişê min in. Her wiha li gelek herêman çîrok û lîstik ên girêdayî lawiran û bi teybetî rovî û gur jî hene.

Dîsa li ser gur û rovî gelek stran hatine gotin. Yanî xwarina guran a berxê, ji aliyê guran ve kuştina kerê, xwarina rovî ya mirîşkê paşê bûye stran. Bi pirranî jî ev stran, dawî li wan nehatiye anîn û li wan dikare were zêde kirin.

Hema hema li tevahiya herêmên Kurdistanê stana bi navê “Mamê Gur” a govendê heye. Gurê ku zirar dida, pezê wan telef dikir yan tim di kemînê de bû da ku pez telef bike, bûye lehengê stranê hem jî bi statuya “mam”:

Newal bi dar e Mamê Gur /Gur tê bixwar e şêrê gur/Çavê wî li kar e, Mamê Gur/ Karik a muxtar e şêrê gur

Newal bi merx e, Mamê Gur/Gur tê bi çerxe şêrê gur/Çavê wî li berx e, Mamê Gur/Berx berxa Telx e, şêrê gur

Naval bi bî ye, Mamê Gur/Gur tê bi dizî (hêdî) ye şêrê gur/Çavê gur li mihî ye Mamê Gur/Mih a Cindî ye şêrê gur

Newal bi rez e, Mamê Gur/Gur tê bi bez e, şêrê gur/Çavê gur li pez e, Mamê Gur/ Pez a Çerkez e şêre gur

Li stranê li gorî perfornansa kesan hema hema navê lawiran hemûyan ên mîna nehrî, bizin, beran, ker, golik, kavir û whd. dikarîbû were zêdekirin.

Li herêma Colemergê li ser heman bingehî lê belê ji aliyê meqam û hûnandinê ve bi şêwazekî cuda “Mamê Gur” mîna straneke dirêj a bê dawî tê gotin:

Ha bi kerî kerî Mamê Gur/Ha bi kerî kerî şêrê gur

Heger tu mêr î/Bizinê veşêrî/Bizina me spî ye/Li nav rezî ye/Gur carek diye

Here zozanan Mamê Gur/De bire zozanan şêrê gur/Berx û berane/Here keviyana/Bikeve hewşî/ Berx û nehrî ye

Stranên derbarê rovî de tije mîzah in û ji bo devavêtina rayedar, sîstem û mirovên li derdorê jî mîna amûrekê hatine bikaranîn.

Yek ji stanên herêmî yên derbarê rovî de Koma Gulê Xerzan di albûma “Sonda me” de bi navê ‘Rûvî’ weşand û navdar kir:

Rûvîkê endarê  baz daye serê darê

Rûvî mamê min a  dûv qiç kir hate min a

Rûvî neyarê min a xweriya mirîşkê min a

Rûvî bigirîn ber nedin bêxne kela savarê

Yazarın diğer yazıları