Mamoste dimirin lê ked û şagirt dom dikin

Dîdeban

Ji bo hind kesan jiyan wek stranekê ye, bi qasî nihurandineke kin ango çav girtin û vekirinekê dikare bi kinahî derbas bibe. Ji bo gelek kesan jî jiyan weke barekî bêdaxwaz ê li ser pişt e, giran, dijwar û dirêj e. Ji bo demek  zûtir biqede her bi yezdanan ve lava û niyazan dikin, ew dem ji bo wan mirovan rizgariya ji cefakêşiya bêsinor e. Jiyana ku di rastiyê de ne hinde dirêj e, ji bo wan weke wezîfeyeke jênager û neçariyê ye. Divê teqes tu bijî. Wekî din ti çare, rê û rêbaz nînin. 

Gelek kesan karîne ji mercên neçê û dijwar ji xwe re derfetên erênî biafirînin. Niumûneya Mehmûd Onder di vî warî de jî girîng e. Onder têkoşîneke bêrawestan jiya, ji ber dijminên mirovahiyê, ji nav agirê cuntaya leşkerî ya 12 ê Îlonê derket, di dojeha Lûbnanê ya salên 80 yî re derbas bû û gihişt Ewrûpayê. Çawa ku ji bo hinan ev dawiya riya cefa û dijwariyê ye û êdî xwe berdidine bin kûpa dew an jî xwe bera nav jiyana pêşketî ya li Ewrûpa didin. Lê mamoste nimûneya berdewamkirina têkoşîna li derveyê welat e. Ji derfetan jî sûd wergirt, lê radestî wan nebû. Çênedibû ku ew wek kesekî ji rêzê di nav cih û nivînan de bimire, misoger ew dê bûbûya berdilka gel û hevalên xwe. Ji bo wê jî car li ser dikê mikrofon di dest de stranên dengbêjiyê gotin, car di kombûnên siyasî de gotarên giran pêşkêş kirin û di dawiyê de huner û berhemdariya xwe di karê rojnamevaniya dîtbarî de dît. Ew êdî parçeyek di kanala esmanî ya yekemîn a Kurdistanê de fîgûrekî tv ya MED û yên di pey wê re hatîn de jî yek kesên nayête jibîrkirin bû. Êdî wek kes an jî endamekî ji malbatên Kurdên welatparêz bû. Di nav saziyê de û wisa jî ji devre jî mamoste gelek feyde gihandin ciwanên nûhatî û hezkiriyên zimanê Kurdî. Gava ev babet vedibû çavên wî dibiriqîn, dixwest bi lezgînî tiştek bike û alîkariyekê bigihîne. Ew nifşên piştî tv ya esmanî ya Kurd gihiştin eger mamoste Mehmûd nedîtibin jî di bandora wî de mane, jê îstifadeyê kirine. 

Li aliyê din mamoste her wek xwe jiya. Teqes aliyê hesas yên civakî li ber çav girtîn lê ji şêweyê jiyana pê bawer bû jî venegeriya. Di encamê de, bi taybetî jî di rêûresmên koça dawiyê de bi zelalî hat dîtin ku mamoste Mehmûd bi awayê xwe yê resen xwe bi civaka xwe dabû qebûlkirin. Di vir de jî ya ev encam derxistî jî ked, dilnizmî û disîplîna jiyanê ye. Mamoste di ser hêza xwe re kar kir, ji gelek aliyên jiyana xwe ya taybet jî firaqet kir û tim xwest pariyek li ser loda bi ked, xwîn û xwêdanê hatî berhevkirin jî zêde bike.

Gelek hevalên kar û hogirên mamoste Mehmûd li ser wî nivîsîn, destê wan sax be. Rêveberiya siyasî ya Kurd jî bi rêzdarî xwedî lê derket, ev jî cihê şanaziyê ye. Mirov dikare gelek babetên din yên ji jiyana mamoste vekole û li ser pelê spî raxîne, lê bi rastî li gorî min gotareke seranser cidî ya derbarê mamoste de ne di cih de ye û eger wî serê xwe rakira wê bigota; ma hîç aliyên min yên henek û sohbetên kenîn û şahiyê jî nebûn?

Bi du anekdotên bi vî rengî emê xatirê xwe ji mamoste bixwazin. A yekê; demek birêz Hacî Ahmedî û mamoste Mehmûd sohbetê dikin. Mamoste Mehmûd kêliyek xwe ji bîr dike û dibêje; ew Hacî Ahmedî rêveberekî nebaş û pir nezan e! Hacî Ahmedî dikene û dibêje; mamoste Mehmûd Hacî Ahmedî ez im. Yê tu behsê dikî, Ehmedî Necat e!..

A dawiyê jî di dema merasima koça dawiyê de, di kêliya xatirxwestinê de emcam dide. Çakêtê hevalekî ji findên li dora darbesta mamoste rêzkirî pê dikeve. Lê hevalên din dibêjin, mamoste dixwest heneka xwe ya dawiyê bike û Faruq Sakik bişewitîne, lê lekayê vî hevalî hat. Bi gotina dawiyê; ga dimre çerm dimîne mirov dimre nav dimîne. Wê navê te jî her li ba şagirt û hezkiriyên te bimîne mamosteyê rojnamevanan.

Yazarın diğer yazıları