Maratonên Kurdî

Maraton rengekî bezê ye ku nabe mirov tevahiya rêyê bi lezeke xurt bibeze. Divê ku mirov rîtmeke bezê peyde bike ku pê hem zêde neweste û karibe demeke dirêj û mesafeyeke dirêj li pey xwe bihêle û bigihêje armancê. Ha ev armanca hanê ya maratonê serketina wê ye esasî ye. Ango yekemîn bidawîkirina maratonê helbet serketinek e, lê bi serê xwe bidawîkirina wê jî serketinek e. Li vir a girîng gihiştina armancê ye. 

Bi rengekî mecazî armanc dikare her tişt be, hem di bezên siyasî de, hem di yên civakî de û hem jî di yên çandî de ev armanc hene. Bêyî hebûna van armancan, jixwe, birêveçûna navbirî bîlasedem dibe û dewam nake. Tevgera Rizgariya Kurd armanca azadiyê daniye ber xwe, azadiya civakê, ya Kurdistanê û ya gelan daye ber xwe. Têgeha serxwebûnê ya civakî û fikrî di vê armancê de ji dîskursên sereke ye ku paşê bi rengê neteweya demokratîk hat temamkirin. Ango tevgera rizgariya Kurd ji bo pêkanîna armanca xwe ango azadiya civakê, niha xwedî peyveke xurt, têgeheke xurt e ku weke neteweya demokratîk dikare hem azadiyê û hem jî hebûna hemû rengên civakî misoger bike.

Bi van fikrê gurçûpêçkirî, tevgera rizgariya Kurd ev demeke dirêj e ku di vê maratonê de li çend rêçan bi hev re dimeşe, yek ji van a siyasî ye ku bêguman destketiyên wê dikarin bi kurtî weke jiholêrakirina tehlûkeya nemanê bi nav bike û niha di qonaxa çareseriyê de ye ku wê xwe nêzî armanca azadiyê bike. Di kulwara civakî de destketiyên wê yên sereke dikarin bi civaka Kurd ku li Rojhilata Navîn civakî herî çalak e û di qonaxa veguherîneke pirr cidî de ye, werin ravekirin. Herçî qonaxa çandî ye, wê bi bezeke bi lez destpêkir, kelecana ku civaka Kurd di warên din de bi pêş ve bir, bi ser xist wê coşandin. Ew havênê bi Kurdan re mayî yê Kurdbûnê yê dawî bi stran, reng, deng û govendan hem parastin, hem jî ew veguherandin çalakiyên îfadekirina nasnameyê ku bi xwe jî dikarin bi hêsanî weke çalakiyeke siyasî werin şîrovekirin.

Lê belê ha vê qonaxê, tevî ku herçî nivîs, helbest û pexşan e bi rêyeke din ve çûn, ji bo meydanên din ên çandî veneguherî maratoneke bîhnfireh ; li şûna wê niha westiyayî xuya dike, dirûvê bezvanekî ji taqetketî pê dikeve. Ji ber wê jî nexasim sazî, kom û ferdên li vê kulwarê dibezin, divê êdî hem di warê hilberînê de û hem jî di warê performansê de rîtmekê peyde bikin ku karibe bigihêje armanca xwe, di navê de berhemên xwe bi kalîte bike û ji bo xwe û ji bo tevahiya civakê bikêrtir bibe. 

Yazarın diğer yazıları