Mayînên dewleta Tirk li Efrînê dikuje

Mayineke ku artêşa Tirk a dagirker çandibû bi malbateke Efrînê de teqiya. Di teqînê de 5 sivîl mirin.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku artêşa Tirk heta niha herî hindik 2 hezar û 500 welatiyên sivîl girtine. Herî dawî jî mixtarê gundê Hêkiçê yê girêdayî navçeya Şiyê Zekî Ebdo girtine û hilberîna wê ya zeytûnan jî talan kirine. Ji xizmên wî jî 4 hezar dolar dixwazin  ji bona berdana wî. Her wiha heman çavkanî ragihand ku serokê Komîteya Olî yê berê li navçeya Cindirêsê Şêx Mistefa Hec Ebdo girtine. Çavkanî da zanîn ku çarenûsa 850 welatiyên sivîl heta niha ne diyar e.

Di zindana çalakî

Dîsa çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku girtiyên di zindana avahiya dadgeha navendî ya bajêr de çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistine. Hin girtiyan ji ber danûstandina nebaş bi wan re hewl dane xwe bikujin.

Çavkaniyekî din jî da zanîn ku di encama teqîna mayinekê li navçeya Bilbilê de ku artêşa Tirk û çeteyên wê çandibû, 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û navên du kesan ji wan hatin nasîn; Îsmaîl Îbiş Îsmaîl û Hemze Îbiş Îsmaîl. Navên her sê kesên din nehatin nasîn.

ANHA/EFRÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found