Me heftêyeke bi kelekel li pey xwe hişt

Rojeva gelê Kurd û ya dijminên wan bêguman berxwedana dîrokî ya Leyla Gûven dayî destpêkirin e, ku bi hezaran kes beşdarî bûne û niha jî di asta rojiya mirinê de dewam dike.

Belê, rojeva vekirî, germ û sotîner a Kurdan bêguman ev berxwedan e. Ya dijminên Kurdan jî her çiqas hilbijartinên Stenbolê jî yek ji bûyerên bi bandor be, esas rewşa Girava Îmraliyê û berxwedana dîrokî ye. Kurd vêna eşkere dikin, dixwazin hemû dinya jî pê bihese û heta tevli nav vê rojev û babetê jî bibe. Dewleta dijmin jî berevajiyê vê rastiyê di nav rojevê de ye; ew jî dixwaze dinya weke hevalbend û hevpeymanên wê di nav babetê de cih bigire. Herdu alî jî tê fêmkirin. Du eniyên dijber li hemberî hevdu têdikoşin, şerî dikin. Aliyekî nûnertiya qencî, başî û pêşketinê dike, aliyê din, ji dîrokê ve serkêşa barbarî û her cûre xerabiyê ya li dijî mirovahiyê ye. Helbet ew di neynika xwe de xwe wekî baştirîn alî û deverê dibînin, mirov dikare ji wê jî têbigihîje. Lê aliyê sêyem jî heye, ew jî ew hêz in ku di nav wan aliyan de diçin û tên. Ew hêz in ku herdu aliyan jî heta ji destê wan tê bi kar tînin, ji aliyê aborî ve didoşin û ji xwîna diherike jî bac û xeracê distînin. Mixabin di cihana îro heta ji mêj ve jî ew aliyê sêyemîn tim hebûye û di mercên îro de hîna sosrettir karê xwe bi rê ve dibin. Ji aliyê sinc û exlaqê gerdûnê ve mirov nikare cih ji wê lebat û peywirê re bibîne, lê di nav cîhana îro ya global de wekî karekî qanûnî tê qebûlkirin.

Hefteya germ a Kurdan bi nûçeya 15 dîlên Kurd yên biryara rojiya mirinê dayîn dest pê kir, dûv re bûyer li pey hev hatin. Helbet hemû liv û lebata li derdora Girava Îmraliyê girîng in û bêguman demildest dest datînin ser rojeva herêmê, heta hind caran a cihanê jî.

Betalkirina encama hilbijartinên bajarê Stenbolê û hatina şandeya HDP´ê ya Elmanyayê jî weke bûyer û bipêşketinên di zik hev de rûdan. Gava mirov li tabloyeke wisa dinihêre, gelek fikir, hizir, pirs û guman jî di mêjiyê mirovî de li binê guhê hevdu dikevin.

Her wisa, hatina şandeya HDP´ê ya li gel hevserok Pervîn Buldan û Feleknas Uca ji bo Berlîniyan weke şansekê bû. Ew pirs û hizrên di serê xwe de karîn rasterast ji wan bipirsin û bersîva wan bigirin.

Li gel Kurd û dostên wan di hevdîtinên dîplomatîk û siyasî de jî heman pirs hebûn. Hevdîtina parêzerên rêberê gelê Kurd û biryara betalkirina hilbijartinên Stenbolê, pê ve girêdayî ‘gelo Kurd wê li ser biryar û siyaseta xwe ya berê bimeşin yan na?’

Ev pirs û guman ji partiya Sosyal Demokrat heta bi Cem Ozdemîr gelek ji wan rasterast wê pirsê dikin. ‘Gelo pêkan e ku rêberê Kurd bangekê bike û siyaseta berê ya Kurdan û eniya li gel wan biguherîne?’

Hevserok Buldan wiha bersiv da: “Ez birêz Ocalan ji mêj ve nas dikim, di pêvajoya muzakere û hevdîtinên çareseriyê de 33 caran li gel wî rûniştim û pê re danûstandinên me çêbûn. Di yekê ji wan biryaran de jî Ocalan rasterast gotina, herin, wiha bikin, bi kar neanî. Tim got; fermo, biçin li ser nîqaşê bikin, herin aliyên berfireh tevlî bikin û encamê ji min re ragihînin. Yên Ocalan, felsefeya wî û siyaseta wî ji nêz ve nas nakin, yan jî yên dixwazin li gorî xwe teşe bidinê, şîrove bikin, wiha nêzîk dibin.”

Di wan hevdîtinan de ya bal kişandî ser xwe jî ev bû; hemû alî derdor ji tevahiya bûyerên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhelata Navîn haydar in. Ew gotina ku ‘Kurd nikarin dinê bi rewşa xwe bihesînin’ ne rast e. Cihan ji nêz ve herêmê û Kurdan jî dişopîne, bi tenê li benda wê rojê ne ku giraniya Kurdan a aborî, eskerî û siyasî ji ya dijminên wan zêdetir be, radiwestin. Heta wê demê jî bivênevê wê siyaseta wan, daûstandinên wan jî li gel dewletên dagirker be.

Encama ku me di çavdêriyên xwe de ji hevdîtinên şandeya HDP´ê ya li gel partiyên siyasî yên Elman derxistî ev e; tevde dibêjin, “Em ji rewşa we, ji berxwedana birçîbûnê, ji tecrîda li Îmraliyê û hwd agahdar in.”

Bi giştî jî dibêjin; tecrîd binpêkirina mafên mirovan e, divê weke hemû girtiyên li Tirkiyeyê birêz Ocalan jî ji mafên bingehîn sûdê wergire û bi kar bîne, lê mixabin di vê demê de tiştekî zêde ji destê me jî nayê.

Bêguman dilê me bi we re ye.

Helbet weke devxweşî jî be, ev têkilî ne vala ne, lê nabe ku Kurd ji wan hevdîtinan têkevin nav hêviyeke mezin û pirraniya gelê Kurd jî ji xwe di wê astê de gihîştî ye.

Ya divê Kurd ji dil jê bawer bin, ev e, li Rojhelata Navîn yek ji aktorên sereke Kurd in, ev li Rojava, Suriye û li Tirkiyeyê heta li Îranê jî wisa ye. Hêdî hêdî û dor bi dor bi pêş dikeve.

Yazarın diğer yazıları