Me li bavê xwe zêde kir

Ji bo parastina cihên dîrokî û çanda şaristaniya Kurdistanê kampanyayayek hat ragihandin. Endamên desteya kampanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku niyeta şaredariya Silêmaniyê rûxandina xaniyên çandî yên taxa Şêxanî ya bajarê Silêmaniyeyê ye û ev kampanya jî li dijî vê pêngava şaredariyê ye.

Çavdêrên siyasî, mamosta û çalakvanên civaka sivîl Mesud Ebdulxaliq, Dr Kameran Berwarî, mamosta Dara Ball, Nizar Mihemed, Şoreş Emîn û Ebdilraqib Yusif ev kampanya ragihand. Endamên desteya kampanyayê bi daxuyaniyekê nivîskî bal bire ser rûxandina komek xaniyên dîrokî yên li Silêmaniyê.

Endamê desteya bilind ya kampanyaya parastina cihên dîrokî û çanda şaristaniya Kurdistanê, nameyek vekirî radestî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamena Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hizbên Kurdistanê, mekteba siyasî ya YNK’ê û waliyê Silêmaniyê kir.

Di nameyê de hatiye gotin; “Ev çend meh in ku li bajarê Silêmaniyê di nava dû aliyan de şer e. Şer li ser rûxandina komek xaniyên çandî yên ciwan e. Ev xanî jî weke xaniyê hunermend Kerîm Kaban yê li taxa Şêxan e. Beşek ji xaniyan nêzî seraya Silêmaniyê ye. Şaredariyê destûra rûxandinê ji bo xaniyan daye. Em bang li aliyên peywendîdar dikin, da ku giliyê li dijî şaredariya Silêmaniyê gilî bikin. Ji bo çi taxên çandî neparastî ne û ji sedî 85’ê taxan hatiye wêran kirin?”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found