Me rizgar bikin

W.C.: Dewleta Tirk li Cerablusê revandin, qetilkirin û îstîsmara cinsî li dijî jin, zarok û mêran dike. Rojekê ciwanek revandin û ji malbata wî 30 milyon lîre xwestin, lê malbatê nikarîbû vî pereyî peyde bike û wan ew ciwan kuşt.

SORGUL ŞÊXO / JINNEWS / CERABLUS

Jina bi navê W. C ku ji bajarê Cerablusê ye rewşa li Cerablusê vedibêje. W.C dibêje, “Em li Cerablusê di nava kabûsekê de dijîn” û banga rigarkirina bajêr li QSD´ê kir.

Cerablus ku li Bakurê Helebê ye û di 24’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin. Jina ku tenê destûr da tîpên destpêkê yên navên wê bên eşkerekirin  ji tirsa endamên çeteyên dewleta Tirk, W.C rewşa li Cerablusê vegot û dixwaze dengê xwe bigihîne tevahiya cihanê.

W.C dagirkeriya bi navê Mertalên Firatê ji Cerablusê, wiha tîne ziman, “Dema ku Çeteyên Tirkiyeyê xwestin Cerablusê dagir bikin, me hîs kir ku wê şerekî pirr dijwar rû bide, tank û balafir dê li asîmanê bajar bifirin û komkujiyan pêk bînin, lê bêyî ku fîşekekê biteqîne, Dewleta Tirk cerablus dagir kir. DAIŞ’ ê Cerablus teslîmî Tirkiyeyê kir, ne ku bi şer hatin destxistin.”

Dewleta Tirk revandin, îstismar û êşkence anî

W.C wiha rave dike ka dewleta Tirk çawa rewşa ewlehiyê li bajêr xira kiriye; “Dewleta Tirk li Cerablusê revandin, qetilkirin û îstîsmara cinsî li dijî jin, zarok û mêran dike. Rojekê ciwanek revandin û ji malbata wî 30 milyon lîre weke fîdiye xwestin, lê malbatê nikarîbû vî pereyî peyde bike û wan ew ciwan kuşt.”

W.C derbarê girtiyên jin ên welatên derve li cem Tirkiyeyê jî ev agahî dan: “Gelek jinên DAIŞ´ê li cem Tirkiyeyê girtî ne ji malbatên wan pereyan dixwazin da ku wan vegerînin welatê wan. Ji Tûnis, Pakistan, Fransa, Rûsya, Emerîka, Hindistan, Mexrib, Cezair, Erebistana Suûdiyê û gelek welatên din. Her wiha Tirkiyeyê digot, yan hûn ê Kurdan qirr bikin, yan jî ez piştgiriyê nadim we.”

Şahidî li talan û diziyê kiriye

W.C wiha îşaret bi dizî û talankeriya dagirkeran dike: “Hêzên ku li Cerablusê serwer in, hemû diz in. Cebhet-El-Nusra û Tirkiyeyê ji bilî diziyê bi tiştekî din nizanin. Çeteyên Tirkiyeyê mal û milkê Efrînê didizîn, hinek firotin Cerablusiyan bi pereyên pirr kêm, pirranî jî derbasî Tirkiyeyê kirin. Tirkiye hêzeke dagirker e, ne ku dixwaze gel rizgar bike, me ev yek li Efrînê dît.”

Nexweş derman nedikirin 

W.C derbarê nexweşxaneyên bajêr de jî ev agahî dan: “Dema ku kesek nexweş dibû, ew derman nedikirin û bijîşkan digot, ´Bila ew bimirin û em wî derbasî Tirkiyeyê nakin ku derman bibe.´ Heger nasnameya Tirkî li gel me nebe, me derbasî nexweşxaneyê nakin. Bi darê zorê çêkirina nasnameyan li ser gel ferz dikin. Em gelê Sûrî ne, ma em ê çawa nasnameyên Tirkiyeyê ji xwe re çêkin. Gel tenê dixwaze dengê xwe ji raya giştî re raghîne û kiryarên Tirk dijî gel dikin, vebêje. Armanca Tirkiyeyê ew e ku gelê Cerablusê bi hev bide kuştin. Wekhevî li Cerablusê tine ye, mafê her kesekî winda ye. Serokê Meclisa Cerablusê, bi navê Abid Xelîl mafê hevjîn, malbat û zarokên sêwî dixwe. Dema rêxistinên mirovî alîkariyê ji me re rê dikin, Tirkiye dest datîne ser. Ew ji alîkariya ku ji gel re tê, di Heman demê de fonên endamên çeteyên xwe jî didin.”

Hewar e!

W.C bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got, “Saziyên mafê mirovan li ku ne? Çima li hemberî dagirkeran bêdeng in, çima li hember kuştin û qetilkirina gel û nexasim a jinan, çavên xwe digirin. Em dixwazin QSD me rizgar bike.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found