Me zana dike!

Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi boneya 73’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê (22’ê Çileyê 1946’an) daxuyaniyek weşand. PJAK´ê got, “Tecrûbeya Komara Kurdistanê, di warê ‘Kurdê azad, Kurdê kole û Kurdê çete’ de me zana dike û rêya azadiyê û mafên rewa ku pêwîstî bi xwebaweriyê heye, li ber me vedike.”

Piştî ku PJAK´ê salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bi bîr xist, got,  “Bi bîranîna Komar û tecrûbeyên wê, dîsa gelê Kurd li hemû beşan bûye hedefa bermahiyên Sefewî û Osmaniyan, ew bi rêbazên cûda dixwazin Kurdan ji hêla fîzîkî û siyasî qirr bikin û tevgerên wan ên azadîxwaz ji holê rakin. Niha jî, weke serdema Komara Kurdistanê, dewletên dagirker ji bo dewamkirina siyasetên xwe yê bişaftinê, hemû derfetan bi kar tînin. Kurdên teslîmkar, kole û paşverû jî ji vê pêvajoyê re dibin alîkar.”

Baweriya me bi yekrêziyê xurt dike

Di dewama terîfkirina vê tecrûbeyê de PJAK´ê got, “Tecrûbeya Komara Kurdistanê di warê naskirina Kurdê azad, Kurdê kole û Kurdê çete de me zana dike û rêya azadiyê û mafên rewa ku pêwîstî bi xwebaweriyê heye, li ber me vedike. Komara Kurdistanê her wiha dihêle ku em dost û dijminan baş ji hev derxînin û xwendineke me ya rast li ser gorankariyên cihan û herêmê hebe û timî çareseriyeke me ji bo her îhtimalekê amade be. Tecrûbeya Komara Kurdistanê nasnameyekî siyasî û neteweyî ji bo gelê me bi cih hiştiye ku baweriya me di yekrêzî, demokrasî û dadweriyê de xurt dike. Em bîranînên Komara Kurdistanê bilind radigirin û şopdarê rê û daxwazên wê ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found