Mebesta Rêber Apo ji aştiyê

Helwest û nêzîkatiya Rêber Abdullah Ocalan der barê aştiyê de şaş tê fêhmkirin û nirxandin. Dixwazim di serî de beşek ji nirxandina Rêber Ocalan di vî warî de parve bikim ku helwesta wî rast were famkirin; ‘Di bin her şert û mercan de û çi dibe bila bibe, min wek kesekî ku aştiyê dixwaze, dîtin û nîşandayîn şaş e, û ez ji vê nêzîkatiyê gelekî aciz dibim. Di heman demê de nêzîkatiyeke gelekî xeter e. Daxwaza min a ji bo aştiyê nabe ewçend were besîtkirin!’ Di nirxandina ji bo aştiyê de em dibînin ku Rêber Ocalan ji rêzê nêzî aştiyê nabe û bi caran jî destnîşan kiribû ku pêvajoyên aştiyê ji pêvajoyên şer zehmetir e. Lê belê mirov dibîne ku di gelek gotin, daxuyanî û helwestan de her kes behsa aştiyê dike û tê gotin em şer naxwazin. Baş e, daxwazeke baş e, û di cih de ye. Jixwe kes heyranê şer nîne û ji ber xwe ve li Kurdistanê bi salan şer nehatiye meşandin. Çend hevdîtinên li Îmraliyê di van demên dawî de çêbûn û Rêber Ocalan wek her carê dîsa behsa çareseriya demokratîk kir. Bi carekê wek ku faşîzmeke hişk tineye û her tişt gul û gulîstane her kes behsa aştiyê dike. Şefê qirker Tayip Erdogan ne tenê li ser xaka Bakurê Kurdistanê, dixwaze Kurdan li her derê qir bike û bi israr vî pîlanê xwe dimeşîne. Wek ku rewşek wiha tineye, hema her kes kete nîqaşên ku ev şer nebaşe û divê bisekine û aştî çêbibe. Di vê mijarê de jî her carê wek ku Rêber Ocalan aştiyê dixwaze û ji bo wê jî PKK nabe şer bike, nêzîkatiyek provakatîf e.

Em bêjin pêvajoya qaşo çareseriyê ku salên berê AKP´ê ji bo dirêjkirina temenê xwe û pêkanîna pîlanên xwe yên qirkirinê dixiste rojevê, dîsa bikeve rojevê. Dîsa behsa hinek mafên Kurdan ên di çarçoveya siyaseta HDP´ê de têkirin di qada civakî de pêk were. Bi rastî ew hişmendiya qirker û faşîzan a netewperestiya Tirk wê xilas bibe? Aştî tenê bi dayîna yek du mafên ji rêzê pêk nayê. Çawa em ê baweriyê bi dewletekê bînin ku bi salan xwe li ser tinebûna gelê Kurd ava kiriye û bi hêz bûye. Ma ne Erdogan bi xwe dibêje û her roj li ber çavê me îtiraf dike ku pirsgirêka hebûn û tinebûna wî ye. Em wer bihesibînin aştî pêk were û di qada siyasî û civakî de hinek guhertin çêbibin, em ê azad bibin. Baş e, garantiya xweparastina Kurdan çiye? Artêşek dagirker wek artêşa Tirk ku bi çekên herî pêşketî yên NATO hatiye gurçûpêçkirin bi rastî ji bo çi ewqasî tê bihêzkirin û mezinkirin. Ewqas komkujî li Kurdistanê çêbûne û dewam dikin, Kurd li beramber vê xwe neparêze wê çawa bijî? Hinek kes wer şîroveyên şaş û têgînên xelet pêş bi kar tînin ku qaşo çima ev şer çêbûye û em aştiyê dixwazin. Dixwazin têkoşîn û şerê 40 salan li Kurdistanê bê wate bikin. Ev bêhurmetî ji ewqas şehîdan re ye. Xwîna ewqas şehîdan vala nêçûye û ew şervanên aştî û azadiyê ne. PKK´ê ji kêfa xwe re dest bi şerê çekdarî nekir. Hişmendiya qirker hêj li ser kar e, û Kurd hêj di nava pençê qirkirinê de ne. Em nikarin zû her tiştî ji bîr bikin û wek ku ev şer bê wate bû û aştiyek wisa ji rêzê bixwazin. Rêber Ocalan ti caran behsa aştiyek wiha nekiriye û nake. Aştiya ku garantiya wê ya parastinê nebe, ti wateya xwe nîne. Ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê li ber çavê me ye, ger Kurd li wir xwedî hêza parastinê nebûna wê çawa li beramber ewqas êrîşên hovane xwe biparasta. Niha DAIŞ´ê cihan hemû dagir kiribû û siya tarîtiyê serê civakan çemandibû.

Mijarek din jî hema bi gotina aştî bila çêbe û şer nebe, pêk nayê. Aştî bi têkoşîneke rast li beramber faşîzmê pêkane û armanca esasî ya gelan her tim ev yek bûye. Pêwîstiyên aştiya vê serdemê çiye divê mirov li gor wê tevbigere, tenê bi gotin aştî nayê ber deriyê kesî. Daxwaza ji bo aştiyê bi taybet a Rêber Ocalan nabe şaş were famkirin. Aştî ewqas hêsan bûya heta niha Rêber Ocalan di nava wan şert û mercên giran ên tecrîda Îmraliyê de ku mirov nikare xwe lê ragire, herî zêde aştiyê dixwaze. Wê demê ev têgîn şaş e, û gelek caran di ragihandinan de jî hewayek wisa çêdibe ku PKK şer dike lê Ocalan aştiyê dixwaze. Yan jî HDP şer naxwaze û PKK şer dixwaze. Ev propagandayên dijmin in ku dixwaze parçebûnê çêke. HDP dibe şer nexwaze û rêbazên wê yên şer cuda be. Lê sedema avabûna PKK parastina hebûna gelê Kurd e. Heta hebûna Kurdan di xetereye de be wê PKK şer bike. PKK şer neke jî wê hêza parastina Kurdan hebe. Rêber Ocalan jî ti caran negotiye bila PKK bê ku parastina Kurdan misoger bike dest ji çekan berde, kes bila nekeve nava xwe xapandinek wiha de. Aştî nayê wateya bê parastinî û bêçekbûnê.

Yazarın diğer yazıları