Meclîs weke pêdiviyeke bingehîn

Di deh salên dawî de yek ji babeta ku Kurd bi taybetî jî li derveyê welat bi awayekî cidî û hendazetî li ser sekinîne avakirin û birêvebirina meclîsên gel e.

Meclîs çi ye? Çima birêz Abdullah Ocalan di çarçoveya şoreşa Kurd de hinde giraniya xwe danî ser vê babetê? Çima weke hêmaneke nebenabe, weke pêdiviyeke bingehîn ango wekî nan û avê ji gelê Kurd re hewce dît?

Hemû bersivên van pirsan di nav pirsgirêka nebûna desthilateyike gel de veşartî ne. Li welatê dagirkirî, li xaka di bin solên dijminan de hemû sazî û dezgeh aydê dagirkeran in. Ji dibistanan bigir heta bi sazî û dezgehên rêveberina gund û bajaran tev de di bin nîrên leşker, karmend û rêveberên biyanî de ne. Gelê niştecîh, gelê xwediyê esasî yê welatî di wan saziyan de li rastî miameleya kesên şûndemayî, kesên ji şaristaniyê dûr û wekî kesên pêdiviya wan bi kedîkirinê(!) heyîn tên dîtin. Helbet ew nêrîn ji encama siyaseteke bi zanebûnî, bi plan û sazkirî tê himatê. Li gorî siyaseta rêvebirina pergala dagirkeriyê divê ew gelên dîlgirtî bi wî awayî bên perwerdekirin da ku ji hişmendî, zanîn û nasnameya xwe ya resen bi dûr kevin û di nav demê de nasnameya ku hîç têkiliya wê bi wan nîne jî weke ya xwe qebûl bikin. Lewma di çarçoveya şoreşa Kurdistanê de li gel şerê li dijî artêşên dagirker têkoşîna li hemberî hişmendîya bijehr a dijminan jî seranser hat lidarxistin û ev pêvajo hîna jî bê yî ku ji leza xwe wenda bike, berdewam dike. Dirûşma Kurdan a li hemberî wê pergal û siyasetê jî; li dewsa saziyên dagirkeriyê yên xwecihî ava bike! ye.

Tu nikarî di saziyên dagirkeran de xwe îfade bikî, nikarî bi serbilindî û şanazî xwedî li nasnameya xwe derbikevî, nikarî xizmetê bikî û bibînî, nexwe divêt tu yên xwe saz bikî. Riyeke din a birûmet jî nîne.

Vaye di encama wê şoreşa hişmendî û ferasetê de avakirina meclîsan jî xwe weke pêdiviyeke derengmayî deher kir. Ji salên 2 hezarî ve ev xebat tên kirin, niha gihiştiye asteke bilind.

Dibe ku pirseke wiha jî bê hişê mirov, li welatên Ewrûpî ku piraniya wan jî di nav pergalên demokrasiya burjuva de û bi awayekî federal tên birêvebirin de Kurd çima pêdivî bi meclîsên alternatîf dibînin? Li dewsa wê hewldan û keda li meclîsan xerc dikin, xwe di nav pergala welatên lê dijîn de entegre bikin baştir nabe?

Yek ji bersiva van pirsan a sereke ev e ku Kurd hîna jî li ti welatan, di nav ti pergalên sîyasî de bi nasnameya xwe ya resen nayêne nasîn û qebûlkirin. Welatên lê dijîn dibe ku wek Fransayê netewe dewlet ango ji yek neteweyî sazkirî be an jî weke Belçîka, Almanya û Swîsre ji federasyon û kantonan pêkhatî be, lê rastiya Kurdan naguherîne.

Ji ber wê jî Kurdan pêdivî bi pergalên alternatîf hene. Di nav qanûnên welatê lê dijîn de li avakirina pergala xwe ya resen dixebitin ku ew pergal jiyana wan a li sirgûniyê sazkar, têkûz û hêsantir bike, li aliyê din bibe palpişt û alîkara têkoşîna azadiyê ya ji bo welatî.

Di van xalên hejmartî de Kurdan qederekê mesafe kudandine, mirov dikare heta radeyekê behsa serkeftinekê jî bike, lê ji ber egerên navxweyî û derveyî mixabin hîn jî ev sazî baş rûneniştiye.

Yek ji sedemên girîng ev e ku Kurdan li derve bi riya komeleyan dest bi vê xebat û têkoşînê kirine, di serdemên meclîsan de jî ew awa û rêbaz ji ber sedemên cûrbicûr dewam dikin. Di wan komelayan de jî dezgehên weke komîsyonan birêkxistî hebûn û hewldana çareserkirina pirsgirêkên gel didan. Weke nimûne, komîsyona aştî û lihevanînê ku yek ji dezgeha herî zêde pêdivî pê heyî ye. Li aliyê din komîsyonên weke perwerdehî, çand, bawerî û ya gelan bi qasî wê komîsyonê çalak nînin. Wê demê mirov li ser pirsa gelo çima? Radiweste. Bersiv jî ev e; her rastî li gorî pêdiviya xwe bibandor û encamgir e. Ji ber ku pirsgirêkên acîl û lezgîn yên jiyanê carna weke aloziyeke aborî, carna jî weke girêkeke civakî didin der û ji wan re çareserî divên. Di wê dezgehê de hewldana çareseriya wan tê dayîn û ew jî wek komîsyona herî çalak derdikeve pêş. Komîsyonên weke perwerdehiyê mixabin di gelek meclîsan de tenê wekî nav li dar in, yên ol û baweriyan heta astekê karê xwe bikin jî, mirov nikare behsa komîsyonên ‘gelan’ bike. Li gel ku di rastiyê de ew meclîs xwe dispêrine bîrdoziya konfederalîzma demokratîk jî meclîsên me weke saziyên netewe dewletan teşe digirin. Eger di demeke nêz de riyên çareseriyê neyêne dîtin wê di nav saziyên me de em bi tena serê xwe bimînin ku ev jî ne li gorî rastiya Kurdistanê ye û ne jî li gorî hişmendiya neteweya demokratîk e.

Di vê dema ku li gelek welatên Ewrûpayê kongreyên meclîsan li dar in de, divê mirov baş dêna xwe bide hind babetan.

Yazarın diğer yazıları