Meclîsa Çelan

Mirov nawêre li pelên dîrokê mêze bike; gelo di dema çûyî de li van rojan ka bûyerên çawa pêk hatine? Bo me Kurdan, cejna Newrozê jî nebe, mirov dibêje bila meha Adarê yan neyê yan jî ji zû ve derbas be, here!..

Em bi tirs pêlên salnameyê çerx dikin: 6’ê Adarê1921; berxwedan û qirkirina Kurdên Koçgiriyê. 12’ê Adarê 1995; kuştina 22 Kurdên Elewî li Taxa Gazî ya Stenbolê.  12-22’yê Adarê 2004; qirkirina li Qamişloyê. 16’ê Adarê 1988; qirkirina 5 hezar Kurd li Helepçeyê û şehîdbûna bi sedan pakrewanan a di têkoşîna sih salên vê dawiyê de…
Xelkên serdest û xwedî dewlet salvegera rojên cejn û şahiyê pîroz dikin, lê yên
bindest kuştin û qirkirina bav û kalên xwe bibîrtînin. Him li Koçgirî û Dêrsimê him li Mahabad û Helepçeyê him jî li Qamişloyê Kurd bê parastin bûn û bedenên wan li sêdaran hatin hejandin. Tenê li serê çiyan bêhn standin an jî li sêdaran bêhna xwe ya dawiyê dan.
Hişê me yê Kurdewar li ser bîranînên me yên tijî êş û jan pêk tê. Em Kurd bi wê, bi rastiya xwe ve hesiyan. Bi bîranînên bi êş me hevdu nas kir. Piraniya Kurdên Bakurî piştî qirkirina Helepçeyê bi rewşa Başûriyan ve hesiyan. Bi dîmena Qazî Mihemed a li Meydana Çarçirayê me xweng û birayên xwe yên Rojhilatî nas kir. Bi qirkirina li Qamişloyê dengê Kurdên Rojavayî hate bîhistin.
Çîrokeke ku Elewî ji bo wateya yekbûn û wekheviyê tînin zimên heye. Gorî çîrokê, pêxember Mihemed li deriyê Meclîsa Çelan dide. Lê ji ber ku dibêje “ez pêxember im”, derî jê re nayê vekirin. Paşê, gorî şîretên melek Cebraîl bersiva xwe diguhere û dibêje, “ez xizmetkarekî feqîran im.” Bi vê bersivê re derî jê re ve dibe û dikeve Meclîsa Çelan. Vê carê jî ew dipirse; “gelo hûn kî ne?” Elî yê ku li ser post rûnîştî bersivê dide, “em Çelan in, lê em tev wek kesekî ne. Tiştek li serê yekî ji me were, ew tişt tê serê me giştan.” Ji bo îspata vê yekê Elî tiliya xwe bi xwînî dike û di heman demê de ji tiliyên Çelan tev xwîn didilope…
Niha meseleya me Kurdan jî werg e! Hişê yekîtî û netewebûna me li ser xwîna xweng û birayên me ava dibe; ew ên ku bi sînoran ji me hatine dûrxistin û me jibîrkirî.
Berê dema xeberên reş ên Kurdên parçeyên din dihate bihîstin, belkî dil bi xem dibûn; lê ew xemgîniyeke bê hêvî, bêçareyî û bê hewldan bû.
Wer tê gotin ku; piştî qirkirina bi dehhezaran Kurdên Dêrsimî di salên 1937-38’an de, Kurdên li Şamê şîn girêdane û Kurdên Başûrî jî çalakiyên protestoyî lidarxistine…
Herwiha 9 sal berê di serhildana Qamişloyê de slogana, “Kurdistan yek parçe ye, Qamişlo Helepçe ye!” hatiye avêtin. Yanî hatiye gotin ku; ew kesên ku li Helepçeyê hatin kuştin em bi xwe ne, xwîna li wir herikî ya me bi xwe ye!..
Wek gotineke klasîk; em di rojên dîrokî re derbas dibin!. Herçiqas Hikûmeta Tirk vê rastiyê veşêre û berovajî bike jî, hêla Kurd îro wek aktorekî bi hêz û bixwebawer di sifreya guran de ji bo avakirina siberojeke azad di nava hewldanê de ye…
Tevgera Kurd a Azadiyê îro mîna Meclîsa Çelan yekîtiya xelkê me dirêsîne. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurd êdî wek pirsgirêkeke Kurdistanî tê guftûgokirin. Niha him hişê yekîtiyê pêş ketiye him jî tevgereke neteweyî ya bi hêz heye. Çareserî jî wê Kurdistanî be.
Bandora vê yekê li ser dewletên serdest jî çê dibe. Berê Kurdan nedikanîn bi serdestan re tu bazartiyê bikin, îro serdest bi xwe bahsa lihevhatinê dikin. Rast e, belkî hên jî ji Kurdan bê îradebûn û bê parastinê dixwazin, lê ew bi xwe jî dizanin; pirr zeman di ser re derbas bûye ku karwan êdî gihîştiye rawestgeheke nû!..
Xelkê Kurd tev mîna Meclîsa Çelan in. Êdî wexta tiliya yekî bi xwîn dibe, ya giştan tev bi xwîn dibe. Ji ber vê yekê jî helwesta li hemberî Kurdan jî ji îro şûnde wê gorî vê rastiyê be…

Yazarın diğer yazıları

    None Found