MEDÎ-DER bi 4 zimanan vebû

Komeleya Zimanên Ebedî ya Mêrdînê wê bi zimanê Kurdî, Ermenîkî, Suryanî û Tirkî perwerdeyê bike. Serokê Komeleyê Serkef Botan diyar kir ku ew ê ji bo jiyandina zimanên herêmê têbikoşin.

Li navçeya navendî ya Mêrdînê, Artûklûyê Komeleya Zimanên Ebedî ya Mêrdînê (MEDÎ-DER) vebû. Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Tûma Çelîk û Gunay Aslan, hevşaredarên HDP’ê yên Mêrdînê, nivîskarên Kurd û gelek kes beşdarî vekirina komeleyê bûn. Komele wê bi zimanê Kurdî, Ermenîkî, Suryanî û Tirkî perwerde bike. Di merasîma vekirina komeleyê de Endamê Lijneya Rêveberiya MEDÎ-DER’ê Abdulkerîm Koşan anî ziman ku komeleya wan wê xizmetê ji gelên herêmê re bike û wiha peyivî: “Em ji bo hînkirina zimanê dayikê ya zarokên xwe û xizmeta hemû gelan li vir in.”

Serokê MEDÎ-DER’ê Serkef Botan jî axaftineke kurt kir û got, bi zimanê Kurdî re ji bo jiyandina zimanên qedîm ên herêmê ew ê têbikoşin.

MA / MÊRDÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found