Medya hikûmetê diparêze

Li nava cihana Ereb hem ji ber rabihuriya Osmanî û hem jî ji ber wilayeta Hatayê, timî tedbîr û hezjênekirinek hebû. Yanî ti aliyê ku hez jê bike ku ew dagirkeriyê li Sûrî bike nîne.

Niha em dibînin sergêjî di nava hikûmeta federal a Elman de heye, û bêdeng bûye. Mirov wisa hîs dike ku dixwazin raya giştî bitevizînin. Bi ya min medya Elman hinekî hevkarê vê yekê ye.

Mirov nîşan bide ku rûbirûyî hev jî mirov dikarin li ser vê mijarê bipeyivin. Hingê em dikarin bikin ku ev gotar li deverên bêhtir jî belav bibin û heta medya jî neçar wan bi kar bîne.

LUQMANGULDIVÊ / FRANKFURT

Dastan Jasim hem dersdar e û hem jî xwendekara mastirê ya siyasetê ye li Zanîngeha Heidelbergê. Wê îsal havînê li Zanîngeha Emerîkî ya li Silêmaniyê lêkolînek kir li ser di medyaya Iraqî de bi awayekî cinsiyetperest nîşandana jinê. Wekî din jî gelek lêkolîn û gotarên wê hene li ser medyayê û di medyayê de cihgirtina gotareke taybet. Em pê re li ser dagirkeriya dewleta Tirk û gotara wê, û bêdengiya çapemeniya Elman a li ser mijarê peyivîn. Li gorî wê çapemeniya Elman hinekî jî hikûmeta federal a Elman diparêze ji ber nebûna koordînasyona di nava hikûmetê bi xwe de. Li aliyê din ji bo şirketên çapemeniyê jî ew weke stratejiyekê dibîne ku li ser bikaranîna tankên Elman di dagirkeriyeke dijhiqûqî de bêdeng bin. Li gorî wê mirov dikare bi yekser gihandina agahiyan a li zemîn, gava rûbirû agahiyan bide û bike ku ev bêdengî bişike û çapemenî jî gotarên aliyên Kurd bibîne.

Dewleta Tirk gelek enerjî û pere li gotara xwe ya dagirkeriyê xerc kir, lê bi kêr nehat. Em çawa vê dinirxînin?

Herçî gotara Tirkiyeyê ya elaqedarî dagirkeriya wê ya li Bakurê Sûrî ye, pirsgirêkên wê hene. Pirsgirêka wê ya pêşî û esasî, pirsgirêka rewabûnê ye. Li nava cihana Ereb hem ji ber rabihuriya Osmanî û hem jî ji ber wilayeta Hatayê, timî tedbîr û hezjênekirinek hebû. Yanî ti aliyê ku hez jê bike ku ew dagirkeriyê li Sûrî bike nîne. Pirsgirêka diduyê ew e ku ew esas ne bi xwe vê dagirkeriyê dikin, lê bi pirranî milîsên çete dişînin û ji jor ve jî desteka hewayî didin wan. Ev jî erzan e. lê ji bo dema dirêj, gava şer bi dawî bû wê çi ji wan bikin. Pirraniya çeteyan wê cihekî lê vegerin nebe û wê paramîlîter bixwazin her bimînin. Hingê jî Tirkiye wê bi pirsgirêkeke din re jî rûbirû bibe.

Ya sisiyan jî ew e ku ji kampên mezin ên weke yên li Akçakaleyê, ji xelkê hatiye pirsîn, gelo hûn ê bixwazin biçin “Herêma Ewle” ya dewleta Tirk. Penaberên Sûrî dibêjin, na, em ne ji wir in û em naxwazin biçin wir.

Bi ya min Erdogan di rewşekê de ye ku di asta jor de serokdewlet filan li aliyê wî bin jî li jêr, herçî çete û xelk giş penaber in, şert û mercên baş li ber wî nînin. Piştgiriyeke di nava xelkê de jî ji bo wî nîne.

Çapemeniya dewletê çima evqasî dûrî meselê ye? Li aliyekî hikûmet dagirkeriyeke li dijî hiqûqa navneteweyî bi nav dike, li aliyê din em dibînin êdî bi temamî bê deng e.

Diyar e çapemeniya Elman hewl dide hinekî hikûmeta Elman biparêze. Ma ne, ew nebûna koordînasyonê ya di navbera Wezîra Bergiriyê Annegret Kramp-Karenbauer û Wezîrê Karê Derve Heiko Maas de eşkere bûbû. Wezîra Bergiriyê herêmeke parastinê ya bi hêzeke navneteweyî pêşniyaz kiribû. Niha jî em dibînin ka çiqasî sergêjî di nava hikûmeta federal a Elman de heye, û ka ew çiqasî bêdeng bûye. Yanî mirov wisa hîs dike ku dixwazin raya giştî bitevizînin. Yanî bi ya min medya Elman hinekî hevkarê vê yekê ye. Ji bo vê dikare çi bike, gotarekê bi pêş dixe, weled Kurdên feqîr, tenê hatin hiştin, di çapemeniya rastgir de jî dibêjin Erdoganê xirab filan. Lê pirsgirêka esasî mîlîtarîzm bi xwe hîç nayê dîtin, behsa wê nayê kirin. Medyayê ev zû ji bîr kir. Medyaya Brîtanyayê analîzên bi rastî kûr dike, nexasim jî elaqedarî DAIŞ´iyên vedigerin, helbet çapemeniya DYE´yê heye, ji ber berjewnediyên xwe saziyên çapemeniyê yên navneteweyî yên dewletên Kendavê û çapemeniya Îsraîlê jî hene. Li Elmanyayê bi xwe, tevî ku 8 endamên malbateke DAIŞ´î vegeriyan e jî doz li wan nikare bê vekirin ji ber ku ev mesele hiqûqî nehatine amadekirin, nehatiye diyarkirin ka çawa lêpirsîn dikarin bê kirin. Li vir naxwazin ku raya giştî bi vê yekê zanibe. Ji ber ku ev 8 kes bi tenê nimuneyeke ji bi sedan kesî ku dixwazin bên Elmanyayê û ji ber ku belgeyên wan hene jî heqê wan heye bên Elmanyayê. Bi ya min sedema bêdengiyê bi giştî ev e.

Çapemeniya ne ya dewletê jî bêdeng e!

Ji bo xelkê divê peywendiyeke yekser mirov karibe dayne di navbera tankên Elman ên li Sûrî û zirara li mirovên li vir dibe. Heger ev nebe, xelk tiştekî nabêje. Jixwe, li vir demeke dirêj e ku xelkê ditevizînin. Ez mînakekê bidim, beriya bi salekê Maas got, “me” zora DAIŞ´ê bir. Tevî ku li vir ev “me” nîne. Lê ji raya giştî hêsan e bibêje, erê ha, ev pênc sal bû me şerê DAIŞ´ê kir, û heger Maas dibêje, xilas, temam naxwe rewş aram e. Yanî êdî ne lazim e serê xwe bi şerî biêşînin. Bi ya min ev xisleteke Elmanan e ku dixwazin xwe rehet bikin, serê xwe ji şerî naêşînin û ev zihniyeta wan di dîroka wan de weke rêûresmekê ye.

Çapemenî divê xwe bifiroşin. Helbet ne di berjewendiya Axel Springer Co. (holdîngeke medyayê) de ye ku rojekê rojnameyên wan bibin kaxezên rastiyên nexweş dibe ber xelkê. Yanî muhim e acizî ji herêmê be, lê herçî mijarên navneteweyî yên têvlîhev in, nexasim pirsên exlaqî naxwazin bibînin.

Mirov çawa dikare gotara heqîqî çêke û bike ku medya mainstream jî wê bi kar bîne?

Halê hazir gelek akademîsyen û çalakgerên Kurd li gelek bajarên Elmanyayê semîneran didin li ser rewşa dawî ya Rojava. Ew hem bûyerên qewimî û rastiyên wan datînin meydanê û hem jî elaqeya wan bi Elmanyayê re nîşan didin. Ya ku ez dibînim ew e ku ji çapemeniya Elman jî nûner tên van semîneran û timî li ser dipeyivin. Û tesîr li wan jî dibe; yanî gava xelk tê û dibîne, hingê bivênevê tesîr li wan jî dibe. Bi ya min ev girîng e ku li jêr ev tesîrlêbûn û xwegihandina yekser a agahiyan ji nû ve bêavakirin. Mirov nîşan bide ku rûbirûyî hev jî mirov dikarin li ser vê mijarê bipeyivin. Hingê em dikarin bikin ku ev gotar li deverên bêhtir jî belav bibin û heta medya jî neçar wan bi kar bîne.

Gotar û semînerên Dastan Jasim li ser Rojava

26´ê Mijdarê li Zanîngeha Heidelbergê saet 19:00´an

2 ta 4´ê Kanûnê li Zanîngeha Marburgê çalakiyên çend rojî bi mijarên cihê yên li ser babetê

5´ê Kanûnû li Zanîngeha Paderbornê

9´ê Kanûnê li Zanîngeha Hamburgê

Yazarın diğer yazıları

    None Found