Mehmet Bayrak dinivîse

‘Ez bi hemû nasnameyên xwe re lihevkirî jiyam, nêrîna min a gerdûnê; civakî û demokratîk e’

Wiha xwe dide nasîn rewşenbîrê Kurd Mehmet Bayrak û dinivîse, bê navber, bê rawestan û bê yî ku kêlîyekê jî li ser nenivîsandinê hizir bike, dinivîse. Bayrak jiyaneke têr û tijî ya berhemdar diyarî gelê Kurd, Tirk û mirovahiyê kiriye. Heta niha bi qasî 50 pirtûkên lêkolînî û zanistî yên di warê Kurdolojiyê de nivîsandine. Pirraniya wan berheman ên wî bi xwe nivîsadî ne û yên din jî bi berhevkirin û amadekirina wî li pirtûkxaneya Kurdî hatine zêdekirin. 

Helbet gava mirov behsa wan pirtûkan dike, divê mirov ji bîr neke ku ew xebat tev de di encama lêkolînên salên dirêj û di nav mercên pergaleke antî demokratîk û faşîst de hatine kirin. Tevahiya xebatên wî xwe dispêrine belgeyan û ew belge bi pirranî di bin destê dagirkeran de, di sindoqên qefilkirî de ne. Gihiştina wan daneyan ne hêsan e. Em bibêjin, mirovin karîn wan bi dest bixin, vê carê nivîsandin û belavkirina wan jî qadeke din a têkoşîna li dijî pergaleke faşîst jî pêwîst dike. Lêkolîner Bayrak li aliyekî li wan çavkanî û daneyan kolaye û li aliyê din jî têkoşîna çap û belavkirina wan pirtûkan jî kiriye.  Wisa jî salên dirêj di dadgehên dagirkeran de parastina berhemên xwe kiriye.

Bayrak sala 1948´an li Sariza Qeyseriyê hatiye dinê, gava dest bi dibistana seretayî dike bi ‘peyveke Tirkî’ jî nizane. Di bîyografiya gelek rewşenbîrên Kurd de ev serpêhatî heye. Di wê demê de tev jî ji ber peyivîna bi Kurdî rastî zext û tehdahiyan hatine û tev jî behsa mûxbîrên di dibistanê de dikin.  Di nav wan mercên dijber de heta dibistanên navîn ango lîseyê li Qeyseriyê diqedîne. Piştre li Enqereyê diçe zanîngehê. Di jiyana nivîskarî de xaleke din a balkêş jî ev e ku di zanîngehê de beşa Turkolojiyê dixwîne. Mirov bi awayekî din dikare bibêje ku Turkolojî di jiyana Bayrak de dibe bingeha Kurdolojiyê; ‘Bayrak’ dikeve xizmeta ‘Ala’ yê.  Ev nakokî jî di pergala dagirker û tinekirinê ya dewleta Tirk de gelek caran xwe dide der. Gelek ciwanên Kurd yên ji bo helandin û Tirkkirinê di dibistan û zanîngehan de hatin perwerdekirin, di dawiyê de ew çek li serdestan zivirandine û kirine xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê. Ango çekên ku dijminên gelê Kurd dixwestin bi kar bînin, ziman, çand, dîrok û hebûna Kurdan ji nav bibin, ji aliyê Kurdan ve berevajî li wan hatin vegerandin û rê nehate dayîn ku wê meqseda xwe pêk bînin.  

Nivîskar Mehmet Bayrak sala 1973´yan, pirtûka xwe ya yekem daye çapê û niha hejmara pirtûkên wî ji bîstan jî derbas bûne. Bayrak bê mûbalexe pirtûkxaneyeke zindî ye.

Her wiha xebatên wî yên destpêkê di warê Turkulojiyê de ne, lê ew jî ne ji bo zeximkirin û mayîndekirina îdeolojiya fermî ya Kemalîst e. Nexasim di warê beşeke ji civaka Anatolya û Mezopotamyayê de ne. Yek ji babetên wî yên yekem jî Tevfîk Fîkret û Şoreş e ku sala 1973´yan de hatiye çapkirin. Piştre li ser edebiyata gundan dixebite, berhema bi navê Nivîskar û Hozanên ji Enstîtûyên Gundan, sala 1978´an çap dike. Xebatên wî yên piştî wê demê bi pirranî li ser folklor û dîrokê ne. Berhemên wek: Bizavên Gelan û Destanên Hevdem, Eşqiyatî û Stranên Eşqiyayan ango stranên gelan û çîrokên vegotinî, helbet nivîskar û lêkolînerekî wek Bayrak nedikarî kesayetiyeke wekî Pîr Sultan nebîne, pêkenokên gel jî ji destê wî nafilitin. 

Vegera Mehmet Bayrak a li qada qedîm, kûr û dûr a Kurdolojiyê xwe dispêre salên 1976´an. Ji wê demê û bi şûn ve, ew êdî bê veger, bê navber li ser babeta Kurd û Kurdistanê dixebite. Lêdanên ku di dibistana seretayî de ji ber peyîvîna bi zimanê dayîkê xwarî û zilma dewamî, ew ber bi babeta Kurd û lojiya wê ve dehf dide. 

Salên wî yên zanîngehê demên derketina tevger û lebatên ciwanan ên cîhanê ne. Bayrak ji wan ne bêrrî ye, lê ti carî xwe wek rewşenbîr an jî çepgirekî klasîk jî nabîne. Ango Bayrak xwe wek Kurd, Qizilbaş, çepgir û wisa jî di nav nasnameya gerdûnî de dibîne ‘lê’ dibêje, "Ji ber ku ez Kurd im û doza Kurdan a azadî û rizgariyê li dar e, ez doza Kurdîtiyê dikim, nexwe ji min re dozên tevahiya bindestan hêjayî pêkve têkoşînê ne." 

Berhemên Bayrak wek jêderkên di demên tengav yên lêgerînan de ji bo serlêdanê ne, lewre mirov dikare mîna çavkaniyên ku tim li ber balgiha mirov bin jî bi nav bike. Ji berhemên wî dîroka dûr û nêzîk wek kaniyê diherikin. Di nav wan de ji Xoresana ku hind kes ji bo reva ji Kurdîtiyê bi kar tînin, heta bi çar parçeyên Kurdistanê yên di encama lîstikên kirêt de hatin parçekirin jî hene. Di gelek mijaran de, bi taybetî jî mijara gelên li Anatolya û Mezopotamyayê hatin tinekirin, mirov dikare serî li berhemên wî bide û di bin ronahiya daneyên zanîstî yên bi belge de pirsa di serê xwe de bibersivîne. Helbet berhemên ku wek helbest, stran û çîrokan jî bêne xwendin û mirovan dilşad bikin jî nivîsandine. 

Bi yek hevokê ve mirov dikare bibêje ku em behsa rewşenbîrekî pirralî dikin. Mehmet Bayrak dinivîse û dinivîse.

Di encama hûrnêrîna li ser vê kesayetiyê de kêmasiyek derdikeve ber çavan, ew jî berhemên wî bi Tirkî ne û heta niha li Kurdî nehatine wergerandin. Ew kêmasî jî yên nivîskar û wergerên ku dikarin ji Tirkî wergerînin Kurdî ye. Niha dora gotinê ya wan kesan e ku dildarên dîrok û çanda Kurd û karê wergerê dikin.

Yazarın diğer yazıları