Mêhtingeriya Tirk hat rûreşkirin

Li bajarên Swîsreyê Luzern û Baselê, Kurdistaniyan û dostên wan bi çalakiyan dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û mêhtingeriya Tirk şermezar kir.

Li kantona Luzernê bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiyeke navendî bi rê ve çû. Di çalakiya li ser banga TCŞ´ê de qederê 200 kesî heta bi Stadtbibliothekê (Kitêbxaneya Bajêr) meşiyan. Li pêşiya kitêbxaneyê ji şexsê Fermandar Egîd de rêz ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê hat girtin. Di axaftina li ser navê TCŞ´yê de banga xwedîderketina li berxwedana gel a li Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin.Li bajarê Baselê jî ciwanên Kurd çalakiyeke guhnedana sivîl kir.

Ciwanên ser bi TCŞ´ê li parkeke li navenda Baselê  pankarteke li ser nivîsandî “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê rawestîne” hilda. Ciwanan li ser mijarê belavok dan xelkê.

LUZERN

Yazarın diğer yazıları

    None Found