Melikek li New Yorkê û hostekariya Chaplin

Qir û qiyamet e rewşa siyasî û eskerî li Kurdistanê, lê ez ê behsa sînemayê bikim, hem jî bi yekî ji hostekarên wê yên herî jîr: Charlie Chaplin. Chaplin piştî ku ji Ingilistanê berê xwe da Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi filmên xwe yên serketî bû dewlemendtirîn hunermendê dinyayê. Lê belê bi ecêba mezin, filmên wî hem li dijî sîstema ku ewqasî dewlemend dikir û hem jî li dijî bazara ku her tişt di çavê mirovî de diçikandin da ku bifiroşe, yek ji rexneyên herî serketî bûn. Bi ya min nexasim jî filma A King in New yor (Melikek li New Yorkê) di vî warî de filmek e ku nabe mirov behsa wê neke.

A King in New York filmeke sala 1957’an e ku tê de Chaplin rola sereke, derhênerî û çêkirina muzîkê digire ser milê xwe. Melikekî Ewrûpî yê di encama şoreşa li welatê xwe de neçar dimîne biçe New Yorkê ye Chaplin. Chaplin bi hin kitekitên besît lê ecêb vebêjer peyamên siyasî yên xurt dide. Melikê hatî New Yorkê, dema rojnamevan jê dipirsin kanî sermaye û pereyên te, li wan vedigerîne û dibêje, New Yorkê ew xwarin. Ango çawa digihîje bajêr, pê dihise ku New York wekî navendeke malî, pareyan dadiqurtîne.

Li aliyê din sahneyeke di film de ya ku melik diçe sînemeyê û li filmeke Western dinihêre jî nîşanî me dide çawa bi dîmen û estetîkên sexta girse tên tevizandin: şerekî di navbera tu cow-boyan de dike ku mirov li ser ekrana mezin gih li rastê û gih li çepê binihêrin. Bi wî rengî ku stûyê Melik biqurime û biryarê bide ji salona sînemayê derkeve.

Sahneyeke din a firoşkariya êrişkar jî di film de bi aqilekî xurt hatiye bicihkirin; melikê di hewtika serşokê de dirêjkirî di nav av û kefê de li ekrana televizyonê ya di serşokê de bicihkirî temaşe dike. Li ser ekranê keçeke ciwan û bedew bi dengekî melûl dibêje, hûn dixwazin xwe rehet bikin, laşê xwe berdin, xwe rehet bikin, vê bi *** bîrayê bikin. Erê Chaplin siberoja dinyaya me di filmê de dibîne û di nava çavê me de radike. Bi wê keçika ku di serşokê de jî hewl dide tiştekî bifiroşe me. Ev êrişkariya firotinê jixwe yek ji xisletên sereke yên civaka me ya roja îro ne ku xwe bi temamî berdaye nav lep û penceyên sîstema kapîtalîst.

Ji bilî van, dewra çapemeniyê di reşkirina mirovan de, îdam, cezakirin û zilm û zexta ji ber fikr û ramanê jî ji wan mijaran in ku di film de Chaplin nîşanî temaşevanan dide. Lê bawer bikin, hûn ê bikenin. Ew tevahiya vê filmê wekî komediyeke serketî disêwirîne û wisa jî çêdike.

Chaplin ji bo xwe dibêje, ez ne siyasî me, ez dixwazim çend filmên din çêkim, dema ku vegera wî ya Emerîkayê lê tê qedexekirin. Jixwe vê filmê jî li Ewrûpayê çêdike. Ev filma 1957àn hîna nû piştî bi 15 salan li DYE`yê tê nîşandan. Lê belê divê mirov bibêje, Chaplin heta mirov bibêje bes siyasî bû. Heta, tevî jiyan û xetên wî yên xurt ên burjûwa jî, ew anarşîstek bû. Wî nekarî di A King in New York de jî vî aliyê xwe veşêre û bi gotinên kurikekî 10 salî ku di film de karektereke girîng e, van fikrên xwe di sahneya herî henekoyî ya filmê de dide îfadekirin; nexasim jî gotinên vî kurî – kurê wî yê rastî Michael bi vê rolê radibe – yên wekî, “ez li dijî her şewazê hukmdariyê me” di dawiya filmê de li bîra her temaşevanê dimînin, helbet tevî ken û pixêniyên kenî.

Hîç şik û guman nîne ku ji huner re ji bilî hisa estetîkê, aqlekî xurt û hostekariyeke pirralî jî divê. Ji ber wê jî dema mirov li dîroka hunerî dinihêre, ya ku mirov dibîne, berhemên estetîkeke ji rêzê ne li aliyekî, li aliyê din jî berhemên aqlekî xurt, tevî hostekariyeke hunerî ya ku estetîk di nava peywendeke pirralî ya hunerî, civakî û siyasî de hatiye hunandin. Ji ber wê jî gotinên Chaplin ên wekî ez ne siyasî me, ez ferd diparêzim û azadîxwaz im, tenê zexteke li ser mirovan a ku siyaseta wê serdemê li ser mirovan ferz dikir nîşan didin. Lewma berhemên wî hem peyamên wî û hem jî rastiya wî ya hunerî û civakî xweş rave dikin û nîşan didin.

Yazarın diğer yazıları