Merheba 3´yan a Biçûkêd Kurmancan

Biçûkêd Kurmancan fanzîneke spesîfîk e; bi tenê fanzîna helbestê ye û ji helbestê pê ve ti deqên edebiyatê naweşîne.

Hejmara 3’yemîn a Biçûkêd Kurmancan ku weke “fanzîneke bi rihê şûm û şêwaza rehet derdikeve” tê pênasekirin derçû. Helbestên di fanzînê de bi piranî îronîk û rexneyî, nûjen û ezmûnger in.

Meyra Cîmeylê, Peyameddîn Mikemmelij, Teyrik Oksîcan û Tozo Refikzade, demeke fanzîneke kurdî derdixînin. Fanzîna ku bi navê Biçûkêd Kurmancan, derdikeve tenê li ser înternetê tê belavkirin.

Fanzîna Biçûkêd Kurmancan xwe wiha pênase dike: “Fanzîneke spesîfîk e; bi tenê fanzîna helbestê ye û ji helbestê pê ve ti deqên edebiyatê naweşîne. Biçûkêd Kurmancan, ne bi rihê sar yên kovarên edebiyatê yên akademiyê, bi rihê şûm û şêwaza rehet a fanzînan derdikeve. Bo weşanê tu periyod nehatiyê dayîn. Nivîskar, kengî guncaw bin û dilê wan kengî bixwaze dê hingî hejmara nû derbixin.

Helbestên di fanzînê de piranî îronîk û rexneyî, nûjen û ezmûnger in. Nivîskar û şa’îrên fanzînê bi vê hewildanê dixwazin di helbesta kurdî de tiştekî nû biceribînin; deng û rengekî din nîşan bidin, pencereyeke din vekin. Bi vê daxwaz û armanca nûjenî û nûxwaziyê dest bi weşanê dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found