Merziya Ferîqî… Silava Pêşmergeyan*

NARÎN OMER

Dema ku axaftin li ser hunermendeke wekî Merziya Ferîqî be, pênûs, raman û hest bê çare dimînin ku çawa û bi çi awayî ew ê pesinê wê bidin.

Di sala 1958’an de li bajarê Merîwanê yê Rojhilata Kurdistanê, Merziyayê xaka welat bi zayîna xwe pîroz kiriye. Lê belê  malbata wê bi xwe ji bajarê Sineyê ye.

Xwendina seretayî û navîn li bajarê Merîwanê bi dawî dike,  piştre diçe bajarê Sineyê û li wir tevlî peymangeha mamosteyan dibe. Piştî çend salan bawernameya bilind werdigire, vedigere Merîwanê û mamostetiyê dike.

Di sala 1978’an de bi hunermend Nasirê Rezazî re şû dike û sê zarok ji wan re çêdibin.

Di sala 1985’an de bi malbatê re koçber dibe û li Swêdê bi cih dibe.

Di nehsaliya xwe de dest bi sitranbêjiyê kir û rêya huner şopand.

Jiyana Çandî û Siyasî:

Merziya ji malbateke rewşenbîr û xwenda bû, ji lew re malbatê derfet didayê ku rêyên hunerî, wêjeyî û siyasî bişopîne, da ku bibe sembola jinên jîr û çalakvan ên wê demê.

Zanebûn û rewşenbîriya wê, her wiha destekdayîna malbatê hêlan ku Merziya bibe siyasetmedareke navdar. Di destpêkê de tevlî Partiya Komunîst a Îranî (Tûdeh) dibe, paşê tevlî nav refên Partiya Karmendên Kurdistana Rojhilat dibe. Bi rêya van her du partiyan tevlî nav refên Pêşmergeyan dibe û wekî jineke jîr û zana tê nasîn.

Ji ber helwêstên wê yên li dij rêjîma Îranê, dikeve zindanan û gelek zordarî lê tê kirin, lê belê bi vîn û bawerî li ber xwe dide û serê xwe ji wan re naçemîne. Ew sitem û zordarî jê re bûn hêz û xurtî û hewlesta wê li dij siyasetên Îranê hişktir bû, her wiha baweriya wê hêj bêhtir bi doza gelê wê hat.

Her timî di raperîn û xwepêşandanan de beşdar dibû, ne tenê wisa, lê belê serkêş û rêzana çalakiyan bû. Wekî rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar bi hemî hêza xwe tevlî semîner û kombûnan dibû.

Bi karê xwe yê hunerî re -hunerê ku hêla bibe sitêreke geş di asîmanê Kurdan de- bi hemî hêz û karînên xwe doza mafên jinê jî dikir, bi dengekî bilind dixwest ku zordarî û sitema li ser jinê were hilanîn û hemî mafên wê werin bidestxistin.

Wê baş dizanîbû ku bipêşveçûna civakî û serketina welat bi beşdariya jinê li kêleka mêr, pêk tê. Merziya ti cudahî di navbera xebata mêr û jinê de nedidît; didît ku xebata her duyan civak û welat ava dikin.

Jiyana hunerî:

Hunermenda hêja Merziya Ferîqî ji zaroktiya xwe ve dest bi sitranbêjiyê kiriye. Gelek hêman hebûn ku pê re bûn alîkar: dengê xweş û resen, bixwebawerbûn, rewşenbîriya di hemî hêlên jiyanê de, kar û xebata di partiyan de, malbata wê ya zanyar û têgihiştî û çend tiştên din…

Tişta herî girîng ew bû dema ku ew û hunermend Nasir Rezazî bûn hevjînên hevûdin, di biwara huner de gavine mezin avêtin û bipêşveçûnên berbiçav bi dest xistin.

Bi rêya lidarxistina aheng û festîvalên hevbeş, her wiha berhemdana albûmên hevbeş, nav û dengê wan li nava tevahiya Kurdan belav bû. Evînî û hestên her du hunermendan têkilî hev dibûn, ji lew re awazine pirr dilkêş diafirîn ku dil û giyanê civakê xweş û geş dikirin.

Ne tenê ji bo ku dengê xwe bigihîne gelan aheng li dar dixistin, lê mebesta wê ew bû ku karibe sazî û dezgehan ava bike, da ku hêj bêhtir xizmeta gelê xwe bike.

Hunermend Merziya li gelek welatên cîhanê festîval li dar xistine, wekî: Elmanya, Belçîka, Swîsre, Fînlenda, Danîmark, Awusturalya, Emerîka, Kurdistan û çend welatên din…

Girêdaneke pirr xurt di navbera wê û milet de hebû, ji lew re dema ku Kurdan nûçeya koçbarkirina wê ya dawîn bihîst, gelekî pê xemgîn bûn. Di 18/9/2005 de li Swêdê koça dawîn kir û hestên xwe bi tîpên evîniyê di baxê cawîdaniya Kurdan de nivîsîn.

Keça wê ya hestnazik “Dilniya Rezazî” sitraneke bicoş li ser wê sitra ku hestên hemî guhdaran bi sitrana xwe hejandin.

*Nivîs ji malpera www.buyerpress.com

hatiye wergirtin

Yazarın diğer yazıları

    None Found