Meşa Sîmorxane ya fermandar Dogan Serhed

Gerîlatiya azadiyê dikir bi hemû hest û baweriya xwe, ji bo wê jî pênaseya herî rast ji bo wî Sî-Morxên di oxira heqîqetê de canê xwe feda kirine. Ew û hevrêyên wî wek Sîmorxên heqîqetê digeriyan li van çiya, di dawiyê de xwe didîtin. Di ya lê digeriyan de xwe didîtin û pê dihesiyan heft şertên gihaştina bi rastî û heqîqetê pêk anîne di serdemek ku mirovahî bi hinek rastiyên din ve tên xapandin. Ger mirov aşiqê heqîqetê nebe, bi kîlometran nameşe, di serdemek ku kes êdî bi lingê xwe tenê kîlometreyekê nameşe. Meş û beza li pey rastiyan çawa ku di jiyana îro de wek mijarek mecazî lê hatiye û jiyan sekiniye, cemidiye, meşa bi ling ji welatî ber bi welatekî, bê wate bûye. Meş û rêwîtiya gerîlayan di serdemek wiha de dişibe meş û lêgerîna Sîmorxan. Di wextekî ku kes bi vê rêwitiyê bawer nake, yên qet destpê nakin, yên di nîvê rê de dimînin û nameşin, gerîla hêj dimeşe û ev lêgerîna heqîqetê berdewam dike. Fermandarê Gerîla yek ji wan bû ku li pey heqîqetê di dil û ruhê wî de sînor bê wate bûn.

Ji welatê Serhedê dest bi rêwîtiya xwe ya azadiyê dike hêj di temenê xwe yê ciwan de. Ji bo xwe bigihêne refên azadiyê li gel çend hevrêyên xwe heta bi welatê Yûnanistanê diçe. Mirov ji bo bigihêje rastiya jê bawer dike, rêya li pêşiya xwe dirêj be jî kurt dibîne. Rêyeke dirêj ji bo gerîlayan wiha dibe wek av vexwarinê. Ji Yûnanistanê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Ji Başûr, Rojhilat û Bakur derbas dibe û heta xwe digihêne Derya Reş. Mirov di pênasekirina gerîlatiya Dogan de li çiyan û li deryayê digere. Di meşa xwe ya pîroz a Sîmorxane de hem li çiya hem li deryayê digeriya û xwe gihande herduyan. Ez rastî gelek gerîlayên wek Dogan Serhed hatim lê kes wek wî aşiqê rêwitî û meşê nebû. Digot mirov di her rêwîtiyekê de wate dide jiyanê û kesayeta xwe çêdike. Ew jî wisa bû. Ji her welatê borî bû, ji her gund, bajar, çiya, ji her daristan, mêrg, kanî û şîverêyekê. Her xakek hevrêyê xwe nas dike û wê dihewîne, xwedî dike û mezin dike. Di gerîlatiya Dogan de jî hevrêtiya bi xakê re hebû, ji bo wê dimeşiya û nedisekinî. Ji her welatê borî bû, hezkirinek ji wê xakê li ser rûyê wî rûniştibû. Ji her welatê ku lê borî bû kêfxweşî, êş, evîn, rastiyên dîrokî û civakî hemû di rûçikên wî de neqişîbûn. Ji rastiya xaka xwe, xwe afirandibû di her rêwitiya ber bi azadiyê ve. Digot divê ez bimeşim, ger nemeşim nikarim bijîm. Te digot gerdûneke ger kêliyekî raweste wê jiyan nemîne. Pênaseya gerîlatiya fermandar Dogan gelekî felsefîk bû û jiyan îfade dikir.

Ger çîroka rêwîtiya fermandar Dogan were nivîsandin, wê were dîtin ku mînakên rêwîtiya wî qet nebûye û nabe jî. Her rêwîtî watedar nîne heta ku mirov bixwe wê bi wate bike. Di kêliya ku li cihekî rawestiya dîsa wek rêwiyekê bû Dogan, nedikarî raweste û çavê wî tim li rêyan digeriya. Bê meş valatiyek mezin di jiyana wî de hebû ku ti tiştek şûna wê nedigirt, ji ber bawer dikir mirov dema bimeşe rast dijî. Kê bi qasî wî gelo ji her şîverêyên tê de meşiyaye hez kiriye. Mirov di çavê wî de rêyên bê sînor didît. Di her rêwitiya xwe de ti caran bi tenê nebû, di her rêwitiyê de bi hezaran mirov bi xwe re dibir. Di hest û dilê xwe de evînên mezin digerand li her cihê ku diçûyê. Bi xwe re welatek digerand û wisa berê xwe dida bê dawitiyê. Sînor li gel wî êdî bê wate bû û wisa çû heta bi Dêrsimê û paşê Derya Reş. Li xwe û li welatek wenda, nasnameyek wenda digeriya fermandar Dogan. Her meşek dijwar û tije xetere di oxira welatek azad de bû bêguman. Meşên wiha dîrokî kesên herî zana, pêşeng û rêberên civakan kirine û ew jî bi wê zanebûnê li ser şopa rastiyan dimeşiya. Diçû her welatekî, pirsa di serê wî de ev bû; Kî di vir de bihorî, kengî û çima? Pê dihesiya her kes hema wisa di ber xwe de nameşe û her serdemek jî meşa mirov watedar nake. Ya din jî sedemên her meş û rêwîtiyê divê hebe. Di kêliya sekinî de meşiya, di kêliya meşiya de jî rast û ji bo armancekî meşiya. Çîroka meşa gerîlayê serdemê bi dawî nabe û wê nebe jî. Ji bo mirov wê rêwîtiyê binivîse, divê wek wî bimeşe û bibe koma hevrêyan wek Sîmorx ku di dawiya meşa xwe de pê dihesin rastiya li pey digerin ew bixwe ne!

Yazarın diğer yazıları