Midûrê polîs li cem faşîstên Tirk

Midûrê Polîsê bajarê Elmanyayê Munchenê, Hubertus Andra bi nûnerên saziyên Tirk ên alîgirê AKP-MHP’ê re hevdîtin kir. Ji ber ku polîs û dozgerên Muchen û eyaleta lê Bayernê gelek zilm û zextê li Kurdan û çalakgerên pitevaniya Kurdistanê dikin, ev serdan ji bo Kurdan bivênevê bi awayekî neerênî têra xwe manedar e.

Beriya hevdîtinê, wêneyê Seorkkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û ala Tirk li pêşiya otela hevdîtin lê pêk hat, hatin daliqandin. Serok û rêveberên saziyên neteweperest ên Tirk ên li Munchen û Eyaleta Bavyerayê tevlî civînê bûn.

Yek ji kesên tevlî civînê bûyî, Serokê Desteya Koordînasyona Komeleyên Tirk (TUDEK) Mahîr Zeytînoglû ye. Zeytînoglû li kêleka midûrê polîsan, Andra rûnişt. TUDEK saziyek e ku piştgiriyê dide rejîma AKP-MHP’ê. Li gorî agahiyan, midûrê polîsan Andra di civînê de qala hevkariya bi polîsên Tirk û Sefaretxaneya Bilind a Tirk re kiriye.

Paytexta Eyaleta Bavyera bajarê Munchenê weke navendeke krîmînalîzekirina aktîvîsên Kurd tê naskirin ku bi hinceta alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zextê li gelek aktîvîstên Kurd û dostên wan dike.

MUNCHEN

Yazarın diğer yazıları

    None Found