Mihemedê Cemîlê Seyda

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mihemedê Cemîlê Seyda, kurê Cemîlê Seyda ye. Hê zarok e tevî malbata xwe, sala 1930’î berê xwe dide Binxetê.  Bavê wî Cemîlê Seyda an jî bi navê xwe yê din Seydayê Licî di Şoreşa 1925´an de li gel Şêx Seîd li dijî dewleta Tirk şer dike. Piştî têkçûna şoreşê koçî Binxetê dike. Li vir jî di nava Xoybûnê de aktîf cih digire. Di serhildana Agirî de jî alikarî û keda wî heye. Ew çawa ku dibihîse li Dêrsimê jî şer heye, dixwaze alîkari bide Seyit Riza û Dêrsimê.  Paşê tevî hin hevalên xwe berê xwe didin Bakurê Kurdistanê. Artêşa Tirkiyê pêşî li wan digire û bi rojan şer dikin. Leşkerên Tirk di şer de bi wan nikarin. Paşê li ser îstixbaratekê li Bismîlê Cemîlê Seyda, Şêx Abdurrahim, Şêx Mizbah di nava zeviyekî genim de di xewê de diqefilînin. Agir berdidin genim û wan di xewê de dikujin. Nav û qehremantiya wan di nav xelkê de belav dibe û dengbêj li ser wan gelek stran çêdikin.

Celadet lê xwedî derdikeve

Malbata Berdirxaniyan li Mihemedê Cemîlê Seyda xwedî derdikeve û dide xwendin. Sala 1947´an çaxa ku dewleta Fransa ji Sûriyeyê vedikişe, halê Kurdan xerabtir dibe. Rejîma Sûriyeyê cihê ku Kurd lê ne, Ereban îskan dike û li ser Kurdan politikaya asîmîlasyonê ferz dike. Ha wan çaxan jî rejîma Sûriyeyê navê Mihemed lê dike. Mihemed Cemîlê Seyda demekî di nav Ereban de meletî jî dike.

Ez teslîmî mîr Celadet kirim

Mihemedê Cemîlê Seyda di hevpeyvîneke xwe ya li gel Ridwan Mihemed Emîn de bi van hevokan behsa xwe dike: ”Navê min Mihemedê Cemîlê Seyda ye, min bi navê “Perwer” kar dikir, Ez li bajarê Licê di sala 1918´an de hatime dinê. Bajarê Licê girêdayî Amedê ye, min zaroktiya xwe li wir derbas kir, li wir jî min di sala 1925an Şêx Se’îd Efendî dît, di sala 1930´î de fermana bavê min rabû, û em hatin Amûdê. Li wê derê diya min çû ber dilovaniya Xwedê, bavê min ez birim Şamê, teslîmî rehmetiyê mîr Celadet Bedirxan kirim, jê re got: ´Ev kurê te ye!´ Rewşenbîriya min î Kurdî û zanebûna min hemî ji mamostê min mîr Celadete Bedirxan hatiye. Ez heta 1942´an li Şamê mam, paşê hatim Cizîrê, Min dest bi nivîsandinê kir, min Nexşeya Kurdistanê çêkiribû, Muxaberatê ez girtim, Xerîta Kurdistanê şewitandin. Piştî ku ez ji zindanê derketim min carek din dest bi nivîsandinê kir û min Ferhenga xwe ya bi navê ´Jîn´ nivîsand.”

Dil hebûye li Fransayê bixwîne

Mihemedê Cemîlê Seyda 9 sal dibistan xwendiye. Di sala 1939´an de dîplomaya Fransî stendiye. Di Herba Cîhanê ya Duyem de tevayî dibistanên Fransî tên girtin. Di sala 1940´î de Mihemed tê Cizîra Binxetê û ji ber ku nivîsandin û xwendina Kurdî bi tîpên Erebî bû, wî dest bi arîkariya xort û xwendevanên Kurd kiriye. Mihemedê Cemîlê Seyda pirr dil hebûye bo xwendina bilind biçe Ewrûpayê lê mixabin hejarî û xizaniyê vê riyê li ber wî girtiye, digel vî qasî dîsa jî karê wî her xwendin û nivîsandin bûye.

Karkirina ji bo Ferhenga Jîn

Di sala 1962´an de dewleta Sûriyê hin pirtûk û helbestên wî şewitandine û wî xistine zindanê. Dû re, wî surgunî Siwêda dike. Di sala 1964´an de dîsa vedigere Cizîrê û dest bi çêkirina Ferhenga Jîn dike. Ji bo berhevkirina ferhenga Jîn Mihemed Cemîlê Seyda li Kurdistanê gund bi gund, bajar bi bajar digere. Ferhenga Jîn ku  Kurdî û Erebî, ferhengeke girîng e, sala 1987an de, weşanxaneya Emîral a Beyrûtê vê çap dike.

Li gel ferhenga Jîn du pirtûkên din ên  Mihemedê Cemîlê Seyda hene: “Elfebaya Kurdî” û ” Tekoşîna Min”. Ji xeynî wana jî rejîma Sûriyeyê gelek berhemên wî şewitandine. Mihemedê Cemîlê Seyda piştî jiyanake têr û tijî sala 2005´an rehmet dike.

NAVENDA NÛÇEYAN


Bi Nûredîn Zaza re pîlana kuştina balyozê Tirkiyê

Mihemedê Cemîlê Seyda li Rojavayê Kurdistanê bi gelek rewşenbîrên Kurd re hevaltî kiriye û bûye şagirtê wan. 14 salan li mala Celadet Berdirxan maye, dibêje, yek ji hevalên wî ku dihat mala mîr Nûredîn Zaza bû. Di hevpeyvîna xwe ya li gel Ridwan Mihemed Emîn de ku cara yekê di rojnameya Bûyerpress de belav bû, behsa bîranîneke xwe ya li gel Nûredîn Zaza dike ku têra xwe balkêş e: “Min û Nûredîn Zaza pîlanek hazir dikir ku em demançekê bînin û pê balyozê Tirkiyê li Şamê bikujin, vêce Ehmedê Ferman xulamê Mîr Celadet dengê me dikir, û ji mîr re got, wê çaxê em çûbûn wî bikujin, da pey me û em li Ce’da Bexdad zeft kirin, gote me siwar bin, em birin mekteba xwe, derî girt û rahişte xeyzeranê xwe û got, ku derê we têşe”Hûnê Qunsil bikujin haaa welah ez ê we dax bidim, ma ev kare hûnê bikin” me gotiyê erê em ê wî bikujin û mala wî li Muhacirîn e, û her roj ew tê Gulîstanê û serê wî rût e, ma çima ew zilmê li me dikin û serê Kurdan jî jêdikin.

Mîr gote me piştî ku laşê me ji xeyzeranê xwe şîn û reş kir: ´Kurê min em hemû li vir li Şamê ne, ola dewleta Feransî nîne, eger me tiştek wisa kir wê Feransa Komela Xoybûnê radestî dewleta Tirkan bikin´ Rabû mîr destê xwe avêt berîka xwe deh qurûş dane me, û gote me herin sînemayê..”

Yazarın diğer yazıları

    None Found