Mîhrîcana HRRK’ê bi dawî bû

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di 13`ê meha Tîrmehê de li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo bi slogana “Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye” mîhrîcana xwe ya şeşemîn li dar xist û wê 6 rojan dewam kir.

Bernameya mîhrîcanê ji pêşandanên şanoyan, helbest, çîrok, pêşandanên şêwekarî, muzîk, stran, tabloyên hunerî, semîner, panelên çandî û komcivîna der barê pirsgirêk û astengiyên Kurdî, rewşenbîr û ragihandinê de pêk hat.

Doh jî bernameya mîhrîcanê bi xelatkirina hunermed Reşîd Sofî û Mihemed Alî Şakir qediya.

QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found