Mihrîcana Kurteçîrokan a Qamişloyê

6’emîn Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî bi dayîna xelatan di roja 4’an de doh bi dawî bû. Di pêşengiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye 6’emîn Mihrîcana Kurteçîrokên Kurdî li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişloyê 4 rojan dewam kir. Bi beşdarbûna 17 çîrokên Kurdî, bi dehan rewşenbîr, nivîskar, helbestvan tevlî mihrîcanê bûn. Mihrîcan di roja 4’an de bi dawî bû.

Di roja dawiyê de li ser navê yekîtiya nivîskaran axaftin hat kirin, piştre li stranên hunermend Mustefa Omer hat guhdarîkirin. Her wiha spasname dan 17 çîroknivîsên beşdarbûyî. Çîroknivîs Fatma Ehmed bi çîroka ‘Ezê werim Mal’ xelata çîroka yekemîn wergirt.

 JINNEWS/QAMIŞLO  

Yazarın diğer yazıları

    None Found