Mihrîcana yekem

Me ji çanda xwe re xizmet kir. Ew çanda ku ji mirovahiya giştî re, malovanî kiriye, li ber tinebûnê bû. Hunerkom di vê biwarê de dîrokek nivîsand. Em jî bûn dilopek û herikîn nav vê deryayê. Ev cihê serbilindî û bextewariyeke mezin e ji bo min.

Xanê Agal

Di destpêkê de kar û xebatên Hunerkomê ji aliyê komek heval ve dihatin meşandin. Vê koma hevalan, hem govend, hem şano û hem jî muzîkjenî hemp bi hev re dikir. Bi vî şêweyî dibûn bersiv ji bo vê pêvajoyê. Çendî bi pêşve çû, kar û xebat berfirehtir bûn. Eynî wext, komek hevalî li bajarê Elmanyayê Celle koma govendê ava kiribû û pirr aktîf tevlî hemû çalakiyan dibûn. Di nava pêvajoyê de li gelek herêman komên govendê hatin organîzekirin.

Helbet destpêk hertim bi zor û zehmetiyan in. Lê li gel van zor û astengiyan jî fedekarî, moral û israra hevalan pirr bilind bû. Di hemû bêşên hunerê de, pisporî û derfet gelekî kêm bûn. Li gel vê yekê jî Hunerkom ji bo demê û pêwistiyên şoresê li Ewrûpa bersiveke xurt bû.

Milet zêde siyaset nas nedikir. Hezkirina ji welat û çandê jî gelekî lawaz bû. Hejmara jinan ji xwe di nav kar û xebatên Hunerkomê de gelekî kêm bû. Ew zêhniyeta ku li pêşiya jinê asteng bû, di nava civakê de gelekî serdest bû. Dihat gotin, ”jin çawa derkeve ser dikê, pêşberî bîneran” û wekî din.

Wê demê Şehîd Mizgîn di nav kar û xebatên Hunerkomê de weke jineke azad û milîtan gelekî aktîf bi rola xwe radibû û bandora wê jî hem li ser hevalan û hem jî li ser gel pirr mezin bû. Dengê heval Mizgîn gelekî bandor li ser milet dikir. Milet ji dengê wê pirr hez dikir.

Hozan Zozan weke hunermend roleke xwe ya taybet hebû. Hunermend Zozan di nav gel de pirr hatibû naskirin. Gel ji dengê wê û ji stranên wê pirr hêz dikir. Hozan Zozan dema derdiket ser dikê, weke ku hunermendeke jin bi reng û dengê xwe rewşeke pirr cuda dida avakirin. Milet li deng û stranên, Stranbêj Guler jî pirr bi balkêşî guhdarî dikir. Hevalek bi navê Fatma Karakoç di nava kar û xebatên Hunerkomê de ciyê xwe digirt. Evê hevalê, stran nedigotin, lê di nava koma koro û di nava koma şanoyê de cih digirt. Tevlîbûna vê hevala jin jî ji bo xebata çandê xwedî ciyekî cuda bû.

Jinên azadîxwaz sînor şikandin

Dîsa di nav Koma Amed (Koma Govendê) de, hevala Bêrîvan jî di nav de, em heşt hevalên jin, me di nav xebatên çandê cih digirt. Di nava koma me de hevala Dilar (Turkan Îpek, niha li zîndanên Tirka girtiye) û Xetîce stran digotin. Piştre ev heval tevlî Koma Berxwedan bûn. Weke jin, evan hevalan hêzeke pirr cuda tevlî kar û xebatên çandê dikir. Dîsa ji bo demekê Şehîd Behya Yaşit di nav xebatê de cih girt. Lê zêde nema, li ser daxwaza xwe ew derbasî qada şerê germ bû.

Ev hevalên jin bi rastî mînakên pirr mezin bûn. Di vê demê de derketina jina Kurd ji malê qet ne hêsan bû. Lê bi ruxmî astengiyên ji civakê hemûyan jî, evan jinan ji bo siberoja xwe û civakê cesareteke mezin nîşan dabûn. Hinek ji wan bi temamî bûn xebatkarên azadiyê. Evan hevalan pêşî li rojên pêş vekirin. Xwe kirin pêşeng. Di vê demê de, tevlîbûna nav kar û xebatên çandî yan jî siyasî ya jinekê an jî keçekê qet ne hêsan bû. Evan hevalên ku me bahsa wan kir, wêrekiyeke mezin nîşan dabûn. Civak derbarê mijara jinê de pirr asê bû. Lê dîsa jî van jinên azadîxwaz ev sînora şikandin.

Evan hevalan bi hemu tevgêra xwe bîr û bawerî da civakê. Yan jî ji civakê re gotin, hûn çi jî bikin, ev kar wê bimeşe. Jin wê weke xwe nemîne. Ev şoreşek nûjen e. Ev şoreşa bi rengê azadiya jinê ye. Taybetmendiya vê şoreşê ev e. Û wisa jî çêbû. Evan hevalan, hebekî xwe azad kir, rizgar kir û bi vî şêweyî pêşiya jinan vekir.

Weke qonaxeke berfirehbûnê Mihrîcan

Her ku berepêş çû, kar û xebatên hunerê berfirehtir bûn. Lidarxistina Mihrîcana yekem ji ber pêwîstiya demê bû. Li gelek hereman kom hatin avakirin. Rêxistin berfireh bû. Komkirinek û teşwîqkirinekê pêwîst dikir. Li ser vî esasî, mihrîcan hat organîzekirin. Komên derketin ser dikê û ketin pêşbirkê, hejmara wan ne zêde bû û ne zêde li pêş bûn. Lê bi ruxmî her tiştî jî mihrîcan gelekî girîng bû. Komên derdiketin ser dikê û heya dadiketin, cil û berg li ser wan nediman. Ahengî û hevsengî di navbera lîstikvanan de lawaz bû. Dema dereca yekem bi dest nedixistin, hinek ji wan digiriyan, hinek ji wan dixeyidîn û wekî din.

Mihrîcana yekem destpêk bû. Gaveke nû bû. Lê bi ruxmî hemu kêmasiyan jî pêşiya kar û xebata Hunerkomê hat vekirin. Li ser vî esasî mihrîcanê roleke pir erênî bi cih anîbû. Ciwan ji bo xebata çandê hatin teşwîqkirin. Tevlîbuna ciwanan gav bi gav zêde bû. Di mihrîcana yekem de Koma Amed dereca yekem bi dest xistibu. Hevalên weke Şehîd Abdulah Sevgat, Elî Agal, Bêrîvan Agal û Kasim Ozden demên dirêj di nav Koma Amed de cih girtine û tevlî karwanê nemiran bûne.

Pankarta Mihricanê jî amblema Hunerkomê bû. Ew jî ”tembûr, pirtûk û çiya” bû. Gel jî bi sazkirina Mihricanê pirr kêfxweş bûbû. Ji ber ku di diroka Kurdistanê de, cara yekê bû ku mihrîcaneke bi vi rengî dihat lidarxistin.

Ez bi xwe demeke direj di nav Koma Amed de li bajarê Celle cihê xwe girt. Piştî ku ez bi temamî derbasî nav kar bûm, ez derbasî nav karê Hunerkomê bûm. Lê ji ber ku Koma Amed û Hunerkomê bi hevre xebata navendî dimeşand, hem tecrûbên me di gelek waran de çêbûn û hem jî em ji vî karî re ne xerîb bûn.

Tişta ku ji wê rojê û heta niha min dilşa dike, wek jin, me sînor şikandin, me çember qetand û ji bo azadiya xwe û civakê bi giştî gav hatin avêtin. Min çanda xwe nas kir. Me ji çanda xwe re xizmet kir. Ew çanda ku ji mirovahiya giştî re, malovanî kiriye, li ber tinebûnê bû. Hunerkom di vê biwarê de dîrokek nivîsand. Em jî bûn dilopek û herikîn nav vê deryayê. Ev cihê serbilindî û bextewariyeke mezin e ji bo min.

Ez ji xwe re gelek caran dibêjim, gelo min di nav karê çandê de cih ne girta, ez ê xwedî kesayeteke çawa bûma. Li gorî baweriya min, mirov çanda xwe nas neke, gelek tistên esasî ji mirovî kêm in. Ji bo vê jî ji wan rojan gelek tiştên giranbiha ji min re mane.

Min gelek hevalên hêja û qedirgiran nas kirin. Min gelek malbatên welatparêz û pirr hêja û bi rûmet nas kirin. Evan welatparêzan em di rojên teng de himêz kirin û dil û deriyên xwe ji me re vekirin. Ez pirr rehet dikarim bibêjim, eniya hunerê cihaneke dewlemend diyarî min kiriye. Ez bîrewer im ku deynê di vî warî de stûyî min de min nedaye. Bi ruxmî vê rastiyê jî, ez xwe pirr bi şens dibînim. Û li ser vî esasî ez evîndareke ya çanda xwe me.

  Jin û şoreş

Kar û xebatên di bin banê Hunerkomê de ji gelek bêşan pêk dihatin. Her yek ji van bêsan bandoreke xwe ya cuda hebû. Min bixwe, bi salan di nav koma govendê de cih girtiye. Dema koma govendê derdiket pêş bîneran, tevahiya temaşevanan bi coşa dîlanê re dicoşiyan û dûvedirêj li çepikan dixistin.

Koma Berxwedan, bi deng û awazên xwe, carina bîner xemgîn dikirin, carinan kêfxweş dikirin, carinan evînî û carinan jî hêrs û kîn di dilê gel de çêdikir. Koma Berxwedan şoreşek bû. Bandoreke gelekî mezin li ser gel dikir. Koma Berxwedan bûye dîrok.

Di vê de bandora dengê jinên hunermend pir cuda bû. Heta wê demê hunermendên jin li Kurdistanê gelekî kêm bûn. Deng û awazên jinan jî tiştekî nûjen bû. Dema bi dengê jina êş, hêrs û berxwedan dihat ziman, mirov pê re hem mest dibûn û hem jî pê re dilerizîn.

Berê digotin, ”Dema li gunda şerek çêdibû, jinan dilîland û mêran li ber lîlandinên wan şer dikir û bi ser diketin”. Wê hingê, jinan dikaribû bi tenê bi tililiyan hêz û cesaretê bidin mêran. Lê êdî dîrokeke nû dest pê kiribû. Jinan êdî rasterast di her warî de hêza xwe ya rengîn tevlî ya gişti dikir. Vê jî, helbet bandoreke mezin li ser gel dikir.

Bi rastî gelê me qîmeteke mezin dida tevahiya hunermendên xwe, lê bi taybetî qedirgiraniyeke pirr mezin nîşanî jinan didan. Me dît, bi derketina hunermendên jin a ser dikê re gel çendî şa dibû, lê dema li wan dibû mêvan, ji eşqan nizanîbûn çawa wan pêşwazî bikin. Yanî ew çend kêfxweş dibûn. Milet ji wan pirr hez dikir.

Hunerkom û şano

Lê li gorî tecrubeyên xwe yên derbasbûyî, ez dibêjim bandora şanoyê ji van bêşên din ên çandê tevan zêdetir li ser gel heye û hingê jî hebû. Di dema îro de nebûna şanoyê di programên TV´yê de seraqet valatiyeke pirr mezin e.

Zimanê şanoyê metodeke li gorî xwezaya gelê me ye. Ji ber ku şano, hem bi gotin e û hem bi dîtin e. Gotin û ditîn hev temam dikin û fêmkirinê rihettir dikin. Bi vî şêweyî bandora xwe ya cihê dike. Min bi xwe ev heqîqet di pratîkê de dît, min şahidî lê kir.

Mamosteyê ku senaryo amade dikir û xebata şanoyê di serê herî pêşî de bi rê ve dibir, Heval Serhat bû. Pêşî metn pirr baş amade dikir. Bi fedekarî, israr, bi sebir li ser lîstikvanan disekinî. Karê xwe pirr baş dikir. Eynî wext, ew serwextê karê şanoyê bû. Min bixwe weke lîstikvan di nav koma şanoyê de gelek caran cihê xwe girt û rola dayikê kir.

Di şahiyan de dema axaftina siyasî dest pê dikir, bîner derdiketin derve. Dema pêşkêşvan bang dikir û digot, ”Cihê xwe bigirin, şano wê dest pê bike”, cih di salonê de nedima. Derzî biketa erdê, wê deng derxista. Gel bi baldarî û elaqeyeke mezin guhdarî dikir û pirr bi bandor dibû. Şano ne tenê dikir ku milet bibe xwedî hêrs, gelek caran bîner şa dikirin, dikeniyan û rihet dibûn.

Dîsa gelek caran gel ji ber hêrsa xwe êrişî ser dikê dikir. Em carinan bi rastî jî ji êrişa milet ditirsiyan. Ji ber ku dema mirov ji dil hêrs dibûn, nizanîbun çi dikin. Çi bi dest wan diket, wan diavet lîstikvanan. Bi baldarî li hemûyî guhdarî dikirin û bi rengekî diketin nava şanoyê. Pirr tesîrê li wan dikir. Gotinên şanoyê diketin nav jiyana civakê ya rojane.

Gelek caran rêbertiyê digot, ”Ez difikirim, gelo bi çi metodî û bi kîjan rê û rebazan ez karim rastiyan bidim fêmkirin”. Ez ji bîr û baweriya xwe dibêjim, metodeke herî baş ku gel karibe jê fêde bike û pê perwerde bibe, yek jê şano ye. Şano perwerdeyeke pirr dewlemend e ji bo civakê.

Yazarın diğer yazıları

    None Found