Mirovên ji dewletan mezintir

Gava êşek ji ya din re dibêje; here wê da!..Belê di jiyana bindestan de mixabin rewş û rastiya serdest a jiyanê wiha ye. Hêj me şîna şehîdên li Dêrsimê, şîna wan lehengên dîrokê û yên mirovahiyê negerandî, ev car dijminên welatê Kurd, dijminên hemû hebûn û heyberên mirovantiyê birîneke din di dilê me de vekirin. Di vê rewşê de êşên me, birînên me, kulên me, kanî û serkaniyên xwîna me li hev didin, dorê nadin hev. Yek ji ya din re dibêje; de here wê da!

Di tabloyê de, di serdestiya tabloyê ya ji destê yezdanên xerabiyê hatî revandin de şahî li dar e. Di eslê xwe de divabû li welatê bindestiyê ew reng û dengên cejna felatê ya di 15´ê Tebaxa sala 1984´an de hatibû destpêkirin serdestiya xwe dom kiriba. Lewre bi sedhezaran zarok niha bi navê rûmeta fermandar Egît mezin dibin, lewre dibistaneke felsefeyê ya jiyaneke azad a bi wî navî bandora xwe li ser gelê bindest kiriye. Êdî Egît ne tenê fermandarekî dilêr, wêrek, leheng û ji hemû melkemot û ruhistinan re dibêje, de biqeştin! Ew ji mêj ve vegeriyaye dibistaneke jinûve afirandina gelekî. Lê dijminên mirovahiyê, nûnerên hemû xerabî, tevahiya kirêtiya cîhanê jî ne destvala ne. Ji bo ava zelal, xwarina paqij û helal yên di tabloyê de bijehrînin, ji bo xweşikbûna xweza û balindeyan, ji bo nazikbûna mirovên delal têkbidin bi şev û rojê di nav keftûleftê de ne. Bi ser tabloya kesk, şîn û zer de rengê sor û reş diherikînin. Tablo ji nişkeve reş girêdide, tablo ji nişkeve digirî, birînên lê vebûyîn xwîn dibin, diherikin. Zarokên berşîr, zarokên li milên dayikan û yên cilûbergên cejnê li ber xwe kiribûn, bi feryat û fîzar digirîn. Li aliyekî xwîna li Dêrsimê hatî rijandin, li aliyekî fermandar Atakan Mahîr û li aliyê din jî Mam Zekî Şingalî…

Li aliyekî portreya fermandar Atakan Mahîr heye. Temeneke êdî navsere, temenek di nav şer û têkoşînê de derbas bûyî, temenek wisa ye ku di xwe de dîrokekê, dîroka gelekî, dîroka cîhanekê, dîroka gerdûnekê vedişêre.

Pora spî, rûyê xweşik û delal, awirên zelal, awirên ku ji bilî fermandarekî artêşa gerîla pirtir dişibin nêrînên hozanekî. Di wan awiran de, rabirdû û dahatû, ezel û ebed veşartî ne. Her tişt tê de heye, çi bixwazî, belê çi bixwazî dikarî bi dest bixî. Lê ji bêhêvîtiyê misqalek jî nîne, bi qasî serê derziyê poşmanî û pirsa gelo? Di wan awiran de nîne. Ji nav kesayetiyên dîrokî yên Kurd Elîşêr dihête bîra mirovî. Niha Elîşerekî din li Kurdistanê zêde dibe. Mixabin li gel hinde Elî û şêran jî Kurdan nekarî xaka azad, pergala ji dijminan paqijbûyî bi dest bixin, lê…

Li aliyê din ê tabloyê Mam sekiniye. Mam, mamê ku her

dem rûşîrîn, devliken, dilbiken û kaniya şadî û hêviyê bû. Ew dîsa dikene, di kenê wî de lehengiya Derwêş veşartiye, dikene, di kenê wî de kamilbûn û sedîsed baweriya ji jiyana jiyayî heye. Belê, dibêje mam: ez pir rast jiyam, rastiyê jiyam, ev encam ne encameke mathiştinê ye ji bo min,

Ev encam wek taceguleke li ser jiyana birûmet ya min e. Ev encam wek kincên bûkîniyê ya li jiyana min a nazik, nazdar û nazenîn hatî kirin e. Di tevahiya temenê xwe de tim li benda encameke wiha bûm, bi qasî giyanê min nêzîk û bi qasî xewnek jî dûrî min bû. Lê encameke din jî li wî temenê rast hatî jiyan nedihat. Divabû ew temen bi pakrewaniyê bihata xemilandin. Niha Mam vegeriyaye Dewrêş, mam vegeriyaye Şingal, mam bûye welatekî seranser. Niha tevahiya bawerî, felsefe, ol, dibistan, ekol û nêrînên Kurdistanê li ber mam wek hîlalê ne, serî tewandî ne. Silav li jiyana wî, keda wî û navdariya wî ya ji siberojê re hiştî dikin.

Niha li mam serwerî û serpereştiya dewletan bi rûreşî sernixûn in, niha li ber mam xiyaneta hundirîn a wek êşa kotîbûyî bi singê welatî ve zeliqandî jî sernizm e, rûreş e, dilreş e. Par li cihê mam lê şehîd bûyî, bi destê wan zarokên Kurd hatibûn şehîdkirin, îsal jî bi alîkarî û rênîşandayîna wan ve Mam dibû gorî.

Di tabloyê de cejn heye, cejna serhildanê û ya felatê. Fermandar Egît tifinga wî di dest de, porê wî li ber bê ye. Di tabloyê de hezên, xemgîrî û şîn heye. Kurdan mixabin nekarîn heta niha jî parçeyek axa pîroz ji dijminên qirêj paqij bikin, lê mirovên dilawer û zana yên ji dewletan jî mezintir afirandin. Niha cîhan hemû, candar û bêcan li ber wan egît û fermandaran secde dibin, destên wan kemberbestî bejna xwe ditewînin.

Yazarın diğer yazıları