Misilman divê li ber zilmê rabin

KCDK-E û TJK-E´yê li dijî dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û qirrkirina siyasî banga beşdariya çalakiyan li Kurdistaniyên li ewrûpayê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê dagirkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke darbe bi nav kir û got, “Mirovên pêşverû, rewşenbîr, şoreşger, demokrat û muxalifên civakê divê tavilê nerazîbûna xwe li dijî vê yekê nîşan bidin. Saziyên navneteweyî û dewletên Ewrûpayê jî divê nerazîbûna xwe li dijî vê desteserkirinê nîşan bidin, bi berpirsyariya xwe tevbigerin.”

KCDK-E û Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) bang kir ku Kurdistanî beşdarî îalakiyên li dijî dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê bibin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî li hemberî xespkirina şaredariyên HDP’ê nerazîbûn nîşan da û bang li hemû Kurd, Misilman û demokratan kir, bila li hemberî vê zilmê bibin yek.

CÎK´ê got, “Kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im, demokrat im û dîndar im, divê vê têkoşînê geş bikin. Gelê Kurd wê xwe birêxistin bike û ew ê tifaqa xwe ya neteweyî pêk bîne û wê vê zilmê ji holê rake. Ev qirrkirin e. Bi pûçkirina vê qirrkirinê re wê gelê me aramiyê bi dest bixe.

Têkoşîna li hemberî vê zilmê, peywira sereke ya Misilmanan e. Gelê Kurd divê cudatiyên xwe deyne aliyekî û divê tifaqa xwe geş bike. Yekîtiya neteweyî wê wan ji vê zilmê rizgar bike. Ji zilmê re bibêje êdî bes e, yan na wê ev agir te jî bişewitîne.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found