Moşeka balîstîk bû belaya nû

Elmanya, Fransa û Brîtanyayê nameyeke hevpar ji NY’yê re şand. Wan di vê nameyê de got, Îran bi zerengî yanî kapasîteya nukleer moşeka balîstîk çêdike.

Di nameya hevpar ya ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re, van hersê welatan got, Îran li gorî pêşnûmaya wê biryarê tevnagere ku Konseya Ewlehiyê ya NY’yê bi Peymana Nukleer a 2015’an pejirandibû. Elmanya, Fransa û Brîtanyayê bi vê nameyê xwest ku Guterres dema rapor da hazirkirin, diyar bike bê ka bernameya moşekên blastîk a Îranê li gorî pêşnûmeya biryarê ye yan na.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf derbarê vê îdîayê got, ev her sê welat di pêkanîna şertên Peymana Nukleer a 2015’an de bi ser neketine û ‘ji bo vê veşêrin, ev derewa bêhêvî’ kirine.

Zarîf wekî din got, ”Heke ev sê welat li cîhanê dixwazin bibin xwedî hurmet, li şûna ku li ber zextên Emerîkayê wê serê xwe bitewînin, bila mafên xwe yên serweriyê bi cih bînin.”

Ev îdîayîn hanê xwe dispêrin wêneyên peykê yên 22’yê Nîsanê. Ev wêne ceribandina guhartoyeke moşekên Şahab-3 ên bi menzîla navin ên Îranê nîşan didin. Tê gotin ev moşek dikarin serikên nukleer ragirin. Hûsiyan moşek di şerê li Yemenê de avêtibûn Erebistana Siûdî û menzîla wan jî hezar kîlometro bû. Li gorî îdîayan ev moşekên hanê yên Borkan-3 û Şahab-3 ne.

NEW YORK/TEHRAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found