MSD dixwaze Elmanya jî ji bo aştiyê hebe

Rojnameya Elman Der Tagesspiegel, Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Dirar weke girîngtirîn lîderê mixalefeta li dijî rejîmê ya li Sûrî bi nav kir û got, ew dixwaze eskerê artêşa Elman ji bo pêşîgirtina li şer û êrişan bi wezîfeya xwe rabe.

Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku Mekanîzmaya Ewlehiyê bi funksiyoneke diyarker radibe û ji devê Riyad Dirar jî ev gotin tên neqilkirin: “Heger hêzên Elman ên eskerî di mekanîzmaya ewlehiyê de dewriye bigerin, bêguman wê tesîreke vê ya erênî hebe. Û wê karîba di şerê li dijî DAIŞ´ê de destek bida me.”

Em ji hevpeyvîna rojnameyê bi Riyad Dirar re fêr dibin ku hêzên Danîmarkî jî berê xwe dane deverê, piştî ku Emerîkiyan ew razî kirin. Riyad Dirar ji bo vê jî dibêje, “Em vê bi xweşbînî silav dikin. Divê civaka navneteweyî binihêre ka çi li cihê cih diqewime.”

Nûçe bi bîr dixe ku Elmanya berevajî welatên din ên rojavayî yên weke DYE, Fransa û Belçîkayê, ti têkiliyeke fermî bi Meclîsa Sûriyeya Demokratêk re danayne. Lê bi berfirehî bi mijarê danakeve û nabêje, ka Elmanya çawa di dagirkirina Efrînê de bû hevkarê Tirkiyeya dagirker a ku hem Hiqûqa Navneteweyî, hem mafên mirovan  binpê kirin û hem jî qirrkirina Kurdan li Efrînê bi rêkûpêk bi cih tîne.

BERLÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found