Mûsil, Kerkûk Kurd û Tirk

Gelê Başûrê Kurdistanê demeke dirêj li dijî diktatoran û herî dawî li dijî  Saddam têkoşîn kir. Tîran têk çûn, lê gelê Başûr, ji enfal û perçiqandinê rizgar nebû, bi bextewariya demokrasî şerefyab nebû. 

Bi gotinek Osmanî, ‘yaxmagîrî’ û yekparêziya zihniyeta tirk, di mêjiyê Tayyip Erdogan de kulîlk vekirine. Ev nexşe, bi dagirkirina Emerîka ya Iraqê re, di sere Turgut Ozalan de jî çirîskên dagirkeriyê çêkirin. Di encamê de, çuwal kete serê fermandarên tirk û T. Ozal jî hate kuştin.

Di dîrokê de rengê petrolê tenê reş nine, her dem bi xwînê sor bûye û bûye kefen.

Planê dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ’ê ve, êrîşa li dijî Mexmûr, Kerkûk û Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya planekî stratejîk û desteka AKP û Tirkiyê de çêbû..      

Mîna Şerê 2’emîn yê Cîhanê, di şerê sêyemîn yê cîhanê de jî lîstika satrancê, dîse li xaka Kurdistanê ye. Di holka strancê de fîl, hesp û pîyon hene. 

Hêzên Başûrê Kurdistanê ku digotin, “me li herêmê Şoreşa Kopernîk pêkanîye” mixabin, di şerê sêyemîn yê cîhanê de, bûne pîyon. Li Şengalê,  bi gotina Emîn Malouf “hawar jarê” lorandin û rûmeta Kurdan di ‘kefenekî reş yê petrolê’ de binax kirin.  

Piştî, statuya defacto, dewleta Tirk serî li lîstikan da û xwest inîsiyatîfa Kurdan, destketiyên Kurdan têk bibe. Ji bo vê jî, serî li sabotaj û suîqastan dan. Lê hêzên Emerîka çuwal kirin serê fermandarên wan û teva girtin. Ev dihate wateya ku inîsiyatîfa çareseriya Mûsil û Kerkûkê di destê Kurdan de ye. Lê Îran, Tirkiye û Ereb li gel hev, ketin nava hewldanan, mijar bi xala 140’î ve girêdan. 

Di wê demê de, Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Îmralî, mijara Kerkûkê wiha şîrove kir: “Şerê cîhanê yê yekemîn bi dawî bû, lê  pirsgirêka Kerkûkê bi dawî nebû. Divê gelên li Kerkûkê, bi xweseriyek demokratîk inîsiyatifê bigirin dest û xwe bi xwe rêve bibin.”

Lê fîl û hespan ev pêşniyaz  qebûl nekirin. Hemberî ku, 23 sal in (1992) defacto li Başûr heye, mixabin desthilatdarî û rêveberî nebûne xwediyê herêma xwe. Di textê satrancê de jî mane piyon. Dema gel xwe di xwe de, rêveber jî xwe di gel de nebînin, misogeriya serketinê gelê Başûr jî, mixabin ji esaretê rizgar nebû. Sîstema ‘enfalan’ hate berteref kirin, lê pêvejoya birîna daxdayî ya Şengalê, xala 140’î û bi cihbûna leşkerên tirk dest pê kir. Heviya gel ya demokrasî, di sendoqên hilbijartinan de hate fetisandin. Di parvekirina partiyên siyasî de, demokrasî bi kronolojiya antropolojiya partiyan hate fetisandin. Bi vî rengî potansiyala gel hate perçiqandin û potansiyala desthilatdaran hate serdest kirin. Enerjiya civakî ku dibe bingeha şoreşan di rengê reş yê petrolê de hate kefenkirin. 

Vêce I: Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Rojava û pêkhatina têkiliya PYD’ê û hêzên navneteweyî, Tirkiyê bi awayekî aktîf berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Ligel hêzên li Bamernê, Diyala û hwd. hêzeke din ya bi tanq û topan şande Mûsilê û li Beşîka bi cih kir. 

Kî dikare çi bêje: Ev dagirkirin e, dorpêçana Rojava û Başûrê Kurdistanê ye. 

Tirkiye ku îro bûye du serî; (parlamento û Qesr), nexşeya ku me di destpêkê de anî ziman dike pratîkê. Nexşeya ku di dema Turgut Ozal de hate amade kirin, bi navê ‘Turkmeneli, (li Kerkûkê)’, yan jî Mîsak-î Millî-li Mûsil û Kerkûkê, hate axaftin. Îro, bi destê Tayyip Erdogan dikevê pratîkê. Leşkerên li Beşîka ev e .

Gavek piralî ye: Yek, berterefkirina destketiyên gelê Kurd e, Şengal jî Rojava jî di nav de. Vê jî wê bi êrîşa li dijî PKK’ê bikin pratîkê. Piştre, tilbêtên xwe, pîyonên xwe yên li Başûr yek bi yek îzole-berteref bikin. du, Tirkiye wê bi riya Başûr, desteka ji bo DAIŞ’ê bidomîne. Ji ber ku, zext û zora Ewropa, Emerîka, raya giştî, ew guzergeha sinorê Binxet û Serxetê, otobankirina Tirkiyê ji bo DAIŞ’ê eşkere bû. Kiryariya petrola ji DAIŞ’ê bi saya Rusya eşkere bû. Yek riya destekkirina DAIŞ’ê ma, Başûr. Sê, Tirkiyê bi polîtkeya li dijî gelê Kurd, hemû dost û hevkarên xwe winda kirin. Kîn û nexweşiya kronîk ya dijminatiya Kurdan, Tirk, Erdogan, artêş û dîplomasiya Tirkiyê teva serxweş û sewesî kirin. Êrîşî her kesî kirin û wek dewletek kontra û hevkarê DAIŞ’ê derkete holê. Çi kir, çi nekir, nikaribû xwe ji destek û alîkarî, ji xwedî kirin û avakirina komên çete rizgar bike. Çar, bi alozî û şer, Qesra Erdogan û AKPê diwazin temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin. Pênc: Bi dirêjkirina şer, Kurdên li Bakur jî biperçiqîne û îradeya wan bişikîne.  Bidê koçber kirin û gotina ‘Kurd li her devera Tirkiyê belav bûne, pêdivî bi nasnameya etnîkî nîne’, misoger bike.  

Vêce II: Hemberî ku serokwezîr, serokkomarê Iraqê û parlamena Iraqê li dijî leşkerên Tirk û çûna Mûsilê derdikevin,  Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, bi daxuyaniyan û bi çûna Enqerê (9.11.2015), xwe, defactoya herêmê, desthilatdarî û serweriya Iraqê teva tune kirin. Ev kiryar biqasî binpêkirina kanûnên herêmê, Desturnameya Iraqê û hiquqê navdewletî bin pê kirin. 

Mînak: Zeyd, di dema redeksiyona Qur’ana pîroz de,  dibêje, “karê min, ji çiyan jî girantir e”. Barê lîderên Kurd jî, ji çiyan girantir e. Lewra, rêwitiya ber bi ‘Medîne’, ne Enqera ye, ne jî Baxda ye. Ji bo Başuriyan Amed e, ji bo Bakuriyan Hewlêr e.

Her lîderê Kurd,  Mesûd Barzanî jî di nav de, mecbûr e dengê gelê Kurd, dengê siyasetmedar û partiyên Kurd bibihîze, xwe li gorî wan dengan ‘styl-îze’ bike. Têkiliya bi dagirkeran re, bêyî bi êrêniya yekîtiyek neteweyî, kefenê reş e. Xala sereke li pêşiya Kurdan, yekîtiya neteweyî ye. Yekîtiya neteweyî, bingeha berjewendiyên neteweyî ye. Berjewendiyên neteweya Kurd û paşerojan, bi cîhkirina leşkerên Tirkiyê li Beşîka, bi cîhkirina hêzên Îranê li Başûrê Kurdistanê pêk nayê.

Keynes = Amerîkanîzm be jî, defactoya Başûr û styla-îsta Mesûd Barzanî jî berhemê wê (=) ye. Lê ev nayê wateya dûv-(ik) bûne. Defacto, biqasî Amarîkanîzmê, serî-bûn e. Eger ev nebe, otorîte, inîsiyatîf ‘jarê hawar e’!

Sîstema Keynes: Mijara Mûsilê, biqasî pirsgirêka Kerkûkê giring e û şelîta di stuwê muxataban de ye.

Yazarın diğer yazıları