Sherif û otokînetîka wî

Di lêkolînê de beşdar li ser têgihiştina xwe ya li ser nuqteyên rohniyê li hev dikin. Bi vê ceribandinê piştrast dibû ku konstelasyonên komê, xwedî bandoreke fikirdiyarker in. Tişta ku jê re Efekta Oto-kînetîk tê gotin jî ev e. Bi vê, Muzafer Sherif îşaret bi pêvajoya pêkhatina norman dike.

Muzafer Sherif (Muzafer Şerîf û bi navê fermî yê li Tirkiyeyê Muzaffer Şerif Başoglu) di psîkolojiya civakî de weke yekî ji wan kesan ku esasê vê ilmê danî tê qebûlkirin. Wî bi ceribandinên xwe yên li ser koman, têkiliyên di navbera koman û ferdan de cihekî taybet di nava zanista psîkolojiyê de çêkir û paşê jî wê bi Efekta Oto-kînetîk bêhtir bihata nasîn. Serpêhatiya Muzafer Sherif di heman demê de serpêhatiya sirgûneke balkêş e ku ji ber rexnekirina tûranîzmê û nijadperestiyê li Alaskayê sala 1988´an bi dawî dibe.

Belkî detayeke piçûk be û elaqedarî wê agahî kêm jî bin, li gorî hinan ew Kurd e. Li vir em bibêjin, Kurdbûna wî di jiyana wî de tesîrkar nebûbe jî, li gorî Prof. Îlhan Kizilhanî wî gotiye xwezî min bi Kurdî bizaniya da ku min lêkolîn li ser wan jî bikira (Gotara wî ya 1.07.2014´an di www.rudaw.net de, lê behsa ti jêderê nekiriye ku em li vir karibin ji riwayetê wû de biçin). Dîsa li gorî rîwayetan di heman gotara xwe de wî gotiye, “bingeh Kurd bûyîna min bû belayê serê min. Min sê caran xwast vegerim Tirkiyê, 60´î. 70´î û 80´î de. Mixabin her sê caran jî li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbûn. Tirkiye ji bo lêkolînvanan kaneke girîng e. Bi navê ´Tirk´ tişteke xerîb afirandine, wekî Xwedayekî nepenî û êdî zora kesî bi wî Xwedayê nikare. Hergav bala min kişandiye. Min hêza zanistiyê jî nas kir bi kirinên wiha. Kurdayetî wekî çîrokên bapîrê min, him ji min dûr e, him wisa hezkiriyê ber dilê min e. Mixabin hîç bi Kurdî nizanim. Zimanê min ê sereke bûye Îngîlîzî…”

Jixwe, di vê gotarê de ji gotinên li ser Kurdbûna wî bêhtir, tesbîta wî ya li ser Tirkbûnê muhim e û yekrêz e li ser hizra wî ya li ser dînamîka koman û efekta otokînetîk. Hasil, Muzafer Şerîf sala 1905´an (yan jî 1906 û heta hin çavkanî dibêjin 1910) li navçeya Izmîrê Odemişê hatiye dinê. Îro sêyemîn salvegera mirina wî ye, wî 16´ê Cotmeha 1988´an li Fairbanks a Alaskayê, li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê wefat kiribû.

Weke profesorê psîkolojiyê yê “esil Tirk” hate nasîn

Pirsgirêka sereke ya elaqedarî nasnameya Muzafer Şerîf ew e ku çavkaniyan ew weke profesorê psîkolojiyê yê “esil Tirk” daye nasîn û wî jî rojekê tiştekî berevajiyê vê negotiye. Ji ber wê jî di jiyana wî de lêkolînên ku li ser pirsgirêk û kêşeyên civakî (conflicts) kirine bi pirranî li ser Tirkiyeyê û Tirkan in.

Axir di zarokatiya xwe de ew şahidiyê li hatina artêşa Yewnan a Izmîrê dike û çawa ew ji Izmîrê hatine derxistin jî bi destê artêşa Tirk a bi rêveberiya Kemalîstan. Ji ber ku ji malbateke dewlemend û xweşhal bû, wî li Koleja Emerîkî ya Izmîrê xwend. Li gorî Niyazî Berkes (Unutulan Yillar, 1997: 117) bavê wî axayekî xwedî erd bûye. Bi her halî, paşê ew li Zanîngeha Stenbolê ji beşa Felsefeyê sala 1929´an mezûn dibe.   

Rolf van Dicken di gotara xwe ya bi navê Das Vorurteil: »wir« und »die da« (Pêşhukm: “em” û “ewên hanê”) de wî wekî psîkologê civakî yê Kurd bi nav dike (2016).

Rexne li hizrên nijada çêtir û fikra tûranîzmê girtin

Piştî ku du salan mamostetî kir, li Enstituya Gazî ya Enqerê dersên psîkolojiyê dan. Paşê ji bo mastira xwe çû DYE´yê û li zanîngeha Harvardê xwend. Sala 1935´an li Zanîngeha Colombiayê doktoraya xwe bi dawî kir. Wî demên kurt li Elmanya û Fransayê ders dan. Paşê jî li Fakulteya Ziman û Dîrok-Cografyayê ya Zanîngeha Enqerê dest bi dersdanê kir weke doçentê psîkolojiyê. Di rojnameyan de li ser nijadperestiyê rexneyên xwe weşandin. Di berhema xwe ya bi navê Psîkolojiya Nijadperestiyê de (1943), rexne li hizrên nijada çêtir û fikra tûranîzmê girtin. Paşê bi îdîaya propagandaya komunîzmê kete ber lêpirsînê.

Muzafer Sherif ji ber wê jî ji aliyê dewleta Tirk û nijadperestên Tirk ve weke “profesorê xayîn” hat binavkirin. Jixwe heta salên 90´î ne navî û ne jî berhemên wî neketin Tirkiyeyê. Li gorî riwayetan Muzafer Sherif di rexneyên xwe de qirrkirina Dersîmê jî şermezar dike (Diu wikipedia bi Kurdî de ev îdîa heye ku muhtemelen jêdera wê ya Ilhan Kizilhanî bi xwe be). Di encama vê lêpirsînê de ew tê binçavkirin, gef lê tên kirin. Axir ew di çalakbûna xwe de bi israr e û yek ji wan ronakbîran e ku girtina helbestvanê Tirk Nazim Hikmet protesto dike. Di dawiyê de jî ev rê li ber wê yekê vedike ku salên 1950´î berê xwe bide DYE´yê.

Yek ji navdartirîn psîkologên dinyayê ye

Li DYE´yê ew dibe yek ji navdartirîn psîkologên dinyayê. Jixwe, hîna di salên 1930´î de bi ezmûna zanistî ya li ser kurên li wargehekê de, ew li ser dînamîkên psîkolojiya civakî rawestiya bû. ev ceribandina wî jî li dinyaya psîkolojiyê deng vedabû. Bi vê ceribandinê rê li ber fêmkirina “Efekta Oto-kînetîkê” vedibû.

Muzafer Şerîf di doktoraya xwe de ceribandin li ser komên mirovan meşandin. Beşdarên lêkolînê diviyabû hereketên nuqteyên rohniyê bi awayekî subjektîf binirxînin û paşê jî di nava komê de li serê bi hev re bidin û bistînin. Di vê lêkolînê de piştî bi demekê beşdarên lêkolînê li ser têgihiştina xwe ya li ser nuqteyên rohniyê li hev dikin. Bi vê ceribandinê piştrast dibû ku konstelasyonên komê xwedî bandoreke fikirdiyarker in. Tişta ku jê re Efekta Oto-kînetîk tê gotin jî ev e. Bi vê ew îşaret bi pêvajoya pêkhatina norman dike.

Axir bi projeya xwe ya “lêkolînên pirsgirêkan (bi maneya arîşe)” wî karî bibe yek ji damezirênerên psîkolojiya civakî. Di vir de jî wî giraniya lêkolîna xwe da ser psîkolojiya ego û têkiliyên di navbera ferdan û koman de. Sala 1948´an jî wî tevî hevjîna xwe Carolyn Sherif pirtûka bi navê An Outline of Social Psychology (Xetên sereke yên psîkolojiya civakî) weşand.

FRANKFURT


Kolektivîstiya mecbûrî

Koma berhemên Muzafer Sherif, lêkolînên wî yên li ser Kurên li Wargehên Betlaneyê jî di navê de îşaret bi realîteyeke materyal û lêbûneke psîkolojîk dikin.

Ji bo Muzafer Sherif, lêkolîna têkiliyên di navbera koman de di navê de steryotîp, pêşhukm û cudakerî jî, hemû mecbûrî kolektîf in.

Zanista ku Muzafer Sherif deranî, beramberî vê xwezaya serbixwe ya jiyana kolektîf û psîkolojiya ferdî jî raxist ber çavan. Lêkolînên wî kolektîfbûna mecbûrî ya xwezeya bipêşketinê ne tenê ji bo pêşhukm û dijminatiyên di navbera koman de, lê her wiha ji bo hevahengî û lihevhatina di navbera koman de jî darîçav kir.

Yazarın diğer yazıları

    None Found